13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bûldan: Kengî xilqa tecrîdê şikest wê hemû pirsgirêk çareser bibin

Qada mitînga ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi dirûşmeya “Çareserî em in, ji şer û dagirkeriyê re na” li Qada Kartalê ya Stenbolê li dar xist, bi devî re tejî bû. Bi hezaran kesan di qada mitîngê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” , “Bijî azadî, Bijî serhildan” , “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.

‘Çaresewrî em in’

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan ku li gel çepik û dirûşmeyan derket ser dikê, bi hezaran kesên qad dagirtin silav kir. Buldan berê xwe da girseyê û got: “Dema hûn hatin vê qadê, hûn bi dirûşmeya ‘çareserî em in’ hatin. Bila kesên ji Enqereyê li vî welatî bi rê ve dibin, kesên ‘dibêjin desthilat em in’ bila baş li vê tabloyê binêrin û kesên dibêjin ‘çareserî em in’ baş bibînin.” Bûldan, anî ziman ku piştî mitînga biheybet a li Amedê li dar xistin îro careke din bi gelên Tirkiyeyê û gelê kurd re hatin gel hev û wiha axivî: “Em careke din dibêjin çareserî em in, ji şer û kedxwariyê re na. HDP ku ji bo çareseriya her pirsgirêka Tirkiyeyê xwedî deng û hêzeke xurt e, partiyeke ku li vî welatî têdikoşe ye. Em di wê baweriyê de ne ku yekane çareseriya hemû pirsgirêkan û hemû krîzên li vî welatî wê bi bicihanîna fikrê HDP’ê pêk were. Ji ber ku em xwedî berxwedaneke bi rûmet, têkoşîneke bê rawestan, rêgezên bi biryar in. Ev yek e tişta ku me dike em kî ne û dihêle ku em ewqas bihêz bin. Rêgezên me berxwedan û têkoşîna me ye. Ev hemû HDP kiriye partiyeke ku li Tirkiyeyê xwedî helwesteke xurttir, dengekî û xwedî biryar be. Di vê de jî parvekirin û kedeke wê ya mezin heye. Keda we hemûyan sax be.”

‘Gel wê bersiva xwe di sindoqan de bide’

Bûldan, diyar kir ku HDP di rojên tarî de temînata demokrasiyê, aştiyeke birûmet û rasteqîn e û wiha berdewam kir: “Ji ber vê yekê HDP her tim di bin êrîşên kesên ku welat bi rê ve dibin de ye. Yên ku di warê siyasî de nikarine me, bi dozên komployê, bi doza girtina HDP’ê, doza Kobanê û êrîşên li dijî rêxistinên me yên bajar û navçeyan hewl didin me bitirsînin. Lê bila bizanibin ku em dizanin çawa bi êrîş û dozên komployê re mijûl bibin û em ê tu carî çoknedanin, stûyê xwe xwar nekin û bîatî we nekin.” Bûldan, da zanîn ku Tirkiye bi birçîtî û xizaniyê re têdikoşe û got: “Yên ku li welat diziyê, talanê dikin, kedxwariyê dikin bila bizanin ku wê gelên Tirkiyeyê di sindoqa ewil de dersa pêwîst bidin we.”

‘Gel çareseriyê dixwaze’

Bûldan, da zanîn yên li welat biryara şer dane û ji bo şer çûne welatên cîran, li paşeroja vî welatî, ciwanan nafikirin û wiha pê de çû: “Şevekê ji nişka ve dixwazin bikevin ku derê? Dixwazin bikevin Rojava, Şengal û Mexmûrê. Zîhniyeta wan ew e ku bikevin van deran û konsepta şer bixin dewrê. Lê belê gelên Tirkiyeyê wê konsepta we ya şer erê nekin û destûrê nedin. Ji ber ku gelên Tirkiyeyê ne şer ; çareserî, aştî û diyalogê dixwaze.”

Bûldan, da xuyankirin ku ew baş dizanin ku dê winda bikin û wiha axivî: “Dizanin ku wê biçin û dê tu car paş ve neyên. Di serî de gelê kurd, wê gelên Tirkiyeyê destûr nede konsepta şer. Ew her tiştî dizin. Pêşeroja ciwanan û jinan, pirsên KPSS’yê, pêşeroja karker û kedkaran, hêviyên wan didizin. Em weke HDP li rex ciwan, jin, karker û kedkaran e. Em destûr nadin ku ew vê bidizin.”

‘Tecrîd were rakirin wê pirsgirêk çarserser bibin’

Bûldan, destnîşan kir ku li welat pirsgirêka herî mezin pirsgirêka kurd e, divê tecrîda li Îmraliyê bê şikandin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Çawa ku pirsgirêkeke bi siyasatê bikare were çareserkirin, kesên hewl dan bi înkar, îmha û şer çareser bikin serneketin wê ev desthilat jî bisernekeve. Di pêvajoya aştî û muzakereyê Birêz Ocalan di dewreyê de bû. Di pêvajoya ku 3 salan berdewam kir de herkesê bi awayekî bihêvî li pêşeroja dineri. Cenaze nediçûn ber deriyê tu kesê û kesê hêsirên çavan nedirijandin, zarokên me nediketin bin axê. Çima? Ji ber ku pêvajoya çareserî û aştiyê hebû. Lê ev ji aştiyê jî ji diyalogê jî ditirsin. Ji ber ku aştiyê naxwazin îro li Birêz Ocalan tecrîd dikin. Nêzî 3 sal in li Îmraliyê tu hevdîtin nayên kirin. Ev sûcê mirovahiyê ye. Em careke din bang dikin ku Birêz Ocalan bi parêzerên xwe, malbat û şandeyên serbixwe re hevdîtinê bike û tecrîd bi dawî bibe. Di bingeha hemû pirsigirêkan de mifteya tecrîdê heye. Heke mifteya tecrîdê hate şikandin wê hemû pirsgirêkên li welat çareser bibin. We ev welat vê yekê bibîne ji ber ku me ev tişt jiya. Dema tecrîd hate rakirin û Birêz Ocalan kete dewrê wê li vî welatî her kes bi hêvî li pêşeroja xwe binêre.”

Tifaqa siberojê ‘Rêya sêyemîn e’

Bûldan, êrîşên bi awayekî hemdem li dijî îbadetxaneyên elewiyan hatin kirin jî şermezar kir û bal kişand ku divê hemû gel bikaribin bi awayekî azad îbadeta xwe bikin. Li aliyê din Bûldan nerazîbûn nîşanî neberdana Aysel Tûglûk da û got: “Dijminatiya wan a li dijî kurdan li holê ye.” Bûldan, li aliyê din bal kişand ser vebijêrka “Rêya Sêyemîn” û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Ev tifaq tifaqa siberojê ye. Wê bi kurd, tirk, ermen, suryani, elewi, jin û ciwanan gelên Tirkiyeyê pêşerojê ava bikin. Pêdiviya vî welatî bi aştiyeke rasteqîn û bi rûmet heye û helbet em ê pêk bînin. Her ku hilbijartin nêz dibe, kesên ku kurdan tînin bîra xwe divê ji xwe şerm bikin. Kurd ne gelekî ku tenê di hilbijartinan de were bîra we. Em dixwazin vê yekê ji kesên ku di dema hilbijartinê de di bin navê helalkirinê de hewl didin bi Kurdan li hev bicivin re bêjin, kurd bêyî rûbirûbûneke birûmet heqê xwe li kesî helal nakin. Ez careke din diqîrim ku yekane navnîşana aştî, demokrasî, edalet û çareseriya hemû krîzên li Tirkiyeyê HDP ye. Yên ku vî welatî bi rê ve dibin, bila bizanin ku yên bên wê tiştên me ji vî welatî re gotine bînin. Em bi hev re têbikoşin, dest bidin destê hev, mil bidin mil we ev yek pêk were. Eger em vê bikin wê Demîrtaş, Yuksekdag, Kişanak û Balûken hemû bigihin azadiya xwe. Têkoşîna me têkoşîna edalet û aştiyê ye.”

Piştî axaftina Bûldan miting bi stranên Lawjê ku muzîka kevneşopiya Colemêrgê vedibêje, bi dawî bû.