17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Zanîngeha Sêçênovskî standa Kurdistan hat vekirin

Zanîngeha Sêçênovskî a bajarê Moskova a kû zêdetirî 18 hezar xwendekar ji çar aliyên cîhanê li zanîngehê dixwînin  îsal jî festivala çand û huneri li darxist.

Di zaningeha kû xwedî bernameyên perwerdehiya bingehîn wek lîsans di beşên hemşîretî, biyoteknolojî, xebata civakî, rêveberî; dadwerî – tenduristiya giştî ciwanên kurd ji çar perçeyên Kurdistanê tê da cîh digrin.

Di festivale de her netew bi cil û bergên xwe xwarinên neteweyî pêşkêşî mêvan û xwendekaran dikin. Ciwanên kurd standên xwe bi navê Kurdistan vedikin û hewl didin xwarin û cil û bergên çar perçeyê Kurdistanê peşkeş bikin.

Wekî her sal îsal jî eleqeyek mezin ji  standa kurd û Kurdistanê re hebû.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê