Êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Qadên Parastina Medyayê didomin. Li gorî nûçeyeke ku Rojnewsê daye, artêşa tirk li navçeya Amediyê ya Duhokê rêze çiyayên Metîna bi helikopter û çekên giran bombebaran kiriye.
Der barê xesarên êrîşê de tu agahî nehatin parvekirin.