Endam û rêveberên TJA, DBP û DEM Partiyê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Gundê Hola yê Bismila Amedê bi gundiyan re hatin cem hev û Agirê Newroza Azadiyê pêxistin. Endamên partiyê û gundiyan bi hevre Newroz pîroz kirin û li dora agirê Newrozê govend gerandin. Namzetên hevşaredariya Bismilê Mizgîn Ekîn, Guven Tanrikulu, rêveberên DBP û welatî beşdarî pîrozbahiyê bûn.
Endamê Meclisa DBP’ê Omer Kulpu banga mezinkirina têkoşînê kir û got: “Em bi hevre beşdarî Newrozê bibin. Em sibê Qada Newroza li gel otogara navçeyê bibin.” Piştî axaftinê gel li dora agirê hatiye pêxistin bi dirûşmeyên ‘bijî berxwedana zindanan’, ‘em ê bi berxwedanê biserkevin’, ‘jin jiyan azadî’ govend gerandin.