Rojnameya El Ereb a Londonê nûçeyek bi sernavê “Gelo lihevkirina gazê destpêka lihevhatina di navbera riyad û washingtonê de ye weşand û behsa têkiliyan di navbera her du welatan kir. rojnameyê diyar kir ku îmzekirna peymana 20 salan di navbera şîrketa “Next Decade” ya gaza xwezayî ya Amerîkayê û şîrketa Aramko ya Siûdiye de, xwedî girîngiyeke mezin e. Ev nêzîkatî nîşan dide ku nakokiya di navbera her du welatan de ya ji şerê buhayê petrolê ya 2014-2016`an ve, êdî çareser dibe.
Rojnameyê cih da nirxandina analîzvanên aboriyê ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) amade ye bi rêya peymaneke demdirêj di qada enerjiyê de, bi Erebistana Siûdî re bide û bistîne.
Rojnameyê gelek faktorên din ên vegerandina têkiliyan di navbera her du welatan de bi bîr xist ku şerê Rûsya û Ukraynayê berdewam e û zaîfbûna Moskovayê di aliyê leşkerî de îsbat kir û di vê rewşê de Siûdiye nikare xwe bispêre Rûsyayê. Bi taybetî di sekna wê ya li hember Îranê de, rewşa aborî ya Rûsya û Çînê jî heye, her du dewlet herî zêde dixwazin têkiliyên xwe li gel Îran û Iraqê yên şîî re xurttir bikin.
Rojnameyê diyar kir ku ji bo DYA`yê hebûna Siûdiye li hember Çîn û Îranê dê bandor li hevsengiya hêzan bike û dê derfetê bide Washingtonê ku bandor li biryarên Siûdiye yên têkildarî hilberandina Opec`ê bike.