3 Temmuz, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Abdullah Ocalan: Sala 1925’an destpêka qirkirina kurdan e

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan anî ziman ku di salvegera darvekirina Şêx Seîd de biryara darvekirina wî jî hatiye dayîn û ev ne tesadûfî ye û got: “Qirkirina li dijî kurdan di sala 1925’an de dest pê kir.”    

Hêzên navdewletî bi komployekê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê kirin û li Girtîgeha Tîpa F’yê ya Girava Îmraliyê ya Bûrsayê tecrîd kirin. 29’ê Hezîrana 1999’an der barê Ocalan de biryara darvekirinê dayîn. Biryara cezayê darvekirina Ocalan, di roja darvekirina Şêx Seîd û 46 hevalên xwe ku di 29’ê Hezîrana 1925’an de hatibûn darvekirin, dan. Di ser biryara darvekirina bo Ocalan re 25 sal derbas bûn. Piştî 74 salan di salvegera darvekirina Şêx Seîd de ku cezayê li Ocalan hat birîn, carek din hat dîtin ku polîtîkaya qirkirin û darvekirinê ya der barê kurdan de nehatiye guhertin.

Abdullah Ocalan piştre biryara der barê xwe de bi berfirehî nirxand û ji bo vê biryara der barê xwe de her tim bal kişand ser darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî. Abdullah Ocalan di pirtûka xwe “Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Netewa Demokratîk” de biryara darvekirinê wek, “ev biryara darvekirinê parçeyek çerxa dîrokê û polîtîkayek sîstematîk a li dijî gelê kurd e” nirxandiye. Abdullah Ocalan destnîşan kir ku dîroka darvekirina Şêx Seîd û biryara der barê wî de hatiye dayîn ku rastî heman rojê hatiye ne tesadûfî ye. Abdullah Ocalan Îsyana Şêx Seîd wek, “Destpêkirina qirkirina siyasî ya l dijî kurdan” pênase kir.

 Planên qirkirinê berdewan in

Ocalan di hevdîtinen xwe yên bi parêzeren xwe re dibêje, “24’ê Nîsana 1915’an ji bo ermeniyan tê çi maneyê, ji bo kurdan jî 15’ê Sibata 1925’an (destpêkirina dîroka Îsyana Şêx Seîd) tê heman maneyê” û wiha got: “Ez 15’ê Sibatê ji bo kurdan roja qirkirina li dijî kurdan radigihînim. Li aliyekî li parçeyê mezin ê Kurdistanê yanî kurdên bakur bi giştî tên îmhakirin, li aliyekî jî tê xwest li Başûr hêzek were avakirin. Yanî li aliyekî planên îmhakirinê dixin meriyetê û li aliyekî jî li Başûr dixwazin hêzek bilind bikin û heta roja îro tînin. Plan û stratejiya wan a ji 1925’an heta îro tê sepandin ev e. Di 10’ê Adara 1922’yan de têkildarî kurdan qanûnek xweseriyê tê derxistin lê belê ev tê veşartin û qet nayê sepandin. Destûra bingehîn a sala 1921’an jî girîng e û destûrek bingehîn a demokratîk e. Lê belê piştre li dijî kurdan bi komploya di 1925’an de ev qanûn qet nayên sepandin.”

 Dîvê mirov li boçûna xwe binere

Ocalan anî ziman ku polîtîkaya dewletê ya înkar û îmhayê ya li dijî kurdan ji avakirina komarê ve berdewam dike û wiha got: “Ji salên 1950’î vir ve yanî di van 60 salên dawî de heta qirikê Gladioya NATO’yê ket rewşa xitimandinê. Lê niha hatiye wê xalê ku hebûna kurdan bê qebûlkirin. Em dikarin bêjin di encama têkoşîna hatiye kirin de êdî feraseta dewletê hatiye guhertin. Li vir bi alîkariya hewldanên min îmha û înkara kurdan hat rawestandin. Hebûna kurdan tê qebûlkirin. Divê êdî heyama çareseriyê li pêş bikeve. Helbet wisa ne hêsan e dest ji ferasetek 80-90 salî bê berdan. Em jî dixwazin ji vê polîtîkaya înkar û îmhayê rizgar bibin. Ev guhertina feraseta dewletê ne hêsan e. Ji bo meriv ji vê ferasetê fam bike divê meriv li herikîna dîrokê binêre. Min berê jî dîroka 15’ê Sibata 1925’an destpêkirina qirkirina li dijî kurdan ragihandibû. Bi heman awayî dîroka 29’ê Hezîranê darvekirina Şêx Seîd û dîroka cezadayîna darvekirina min heman roj e, ev yek ne tesadûfî ye. Heta ku meriv ji van fam neke, ne mimkun e meriv ji pirsgirêka kurd fam bike.”