30 Haziran, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Agir bi zeviyê ket: 80 donim genim şewitî

Li gundê Fêra yê navçeya Farqînê ya Amedê, dema bîçerê genim diçinî, agir bi zeviya genim ket û 80 donim genim şewitî.

Li herêmê çinîna genim didome. Heta niha ji ber bêbaldariyê û teknîkê gelek zevî şewitîn. Li gundê Fêra yê navçeya Farqînê ya Amedê jî nêzî 80 danim zeviya genim şewitî. Piştî agir bi sewada genim ket, gundî bi hawarê çûn û mudaxaleyî şewatê kirin. Welatiyên ku bi melav, tirmox, traktoran çûn hawarê, di demek kurt de şewat vemirandin. Ajokarê bîçerê diyar kir ku kevir ketiye nava kêranê bîçerê û ji ber vê yekê çirûskan ji ber pekiyane avêtiye nav pûşê genim û agir derketiye.

Hefteyek berê li gundê Delê yê Qoserê jî nêzî 10 hezar donim genim şewitî. Dîsa li rojava di encama topbarana artêşa tirk de bi deh hezaran zeviyên genim şewitîn.