13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Agirê Newrozê li tax gundan geş dibe

Rexistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Yenîşehîr a Amedê di çarçoveya xebatên Newrozê de li gundên Qerewêriyê û Êxliyê ji bo vexwendina Newrozê belavok belav kirin û li gundê Tilhamê jî bi tevlibûna gelek welatiyan, agirê Newrozê geş kirin û Newroz pîroz kirin. Endam û rêveberên HDP’a Yenîşehîrê li gundê Qerewêriye û Êxliyê mal bi mal geriyan û gel vexwend Newroza Amedê. Şêniyên taxê, endam û rêveberên partiyê bi nîşaneyên serkeftinê pêşwazî kirin. Endam û rêveberên partiyê piştre jî ji bo pîrozbahiyê derbasî gundê Tilhamê bûn. Li gundê ji ewil belavok belav kirin û piştre jî Newroz bi hevre pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de gelek welatî amade bûn û dirûşmên “Bijî Newroz” û “Newroz pîroz be” berz kirin. Gundî û rêveberen HDP’ê li dora agirê Newrozê govend gerandin û li çepikan xistin. Lilandin û dirûşme berz kirin. Di pîrozbahiyê de Hevseroka HDP’a Yenîşehîrê Belgî Dîken axivî û bal kişand ser polîtîkayên dewletê yên li ser gelê kurd.

Piştî axaftinê jî şahî bi dawî bû.