3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Agirê qedîm ê kurdan û serkeftinên wan ên nû (Newroz)

Karwanên bazirganiyê yên ku Rêya Hevirmêş di gihandina bîr û baweriyên olî, bawerî, çand û ayînên olî de di nav gelên împaratoriyên cuda de rolek mezin lîstiye û Newroz jî wiha belav bûye

Dîroka Newrozê vedigere sedsala şeşan a berî zayînê û tê wateya “rojeke nû” û sembola destpêkirina çerxa jiyanê ya nû piştî bidawîbûna zivistanê ye, her weha têgînên wekî serkeftina li dijî neheqî, zilm û xerabiyê di nava xwwe de dihewîne.

Kurd li her deverê cîhanê Newrozê wekî ji girîngtirîn helkeftên xwe yên netewî, di nav kevneşopî û ayînên şahî yên mîrasê de pîroz dikin. Netewe û etnîsîteyên cuda li deverên parzemîna Asyayê jî vê cejnê her yek bi şêweyê xwe pîroz dike. Lê herî zêde kurd giringiyeke mezin didin vê cejnê û heta roja îro diparêzin. Çima xwendina wan a mîtolojî û dîrokê ji gelên din ên ku vê cejnê bi wan re parve dikin cuda ye?

Li ba gelê kurd “Newroz” ku tê wateya “roja nû” wek cejneke netewî ye û sembolîk e. Li gor salnameya rojê wek sersal tê hesibandin, ku îro 2636 salî ye. Her weha wekî sersala farisî jî tê zanîn û bi roja ekînoksa biharî re, ango 21’ê adarê di mîladî de ye. Herwiha di salnameya Zerdeştî ya kevnar de yek ji rojên herî pîroz tê hesibandin.

Efsane ye an dîrok e?

Ne tenê kurd vê cejnê pîroz dikin gelek gelên din ên Rojhilata Navîn, Asyaya Navîn û Biçûk dijîn tev li wan dibin, herî zêde gelên Arî yên wek Fars, Azerî û Peştûnan, gelên li herêmên Kafkasya û Kirimê, heta herêmên bakur-rojavayê parzemîna Hindistanê,vê cejnê pîroz dikin. Her wiha di nava van gelan de şîrovekirin û eslê bûyerê bi rengekî cuda tê şîrovekirin. Tevî ku pîrozbahî heta radeyeke di rê û resmên xwe de dişibin hev lê her yek ji wan gelan bawerî û vegotinên olî li bûyerê li gorî baweriya xwe lê zêde dikin. Lê tiştê hevbeş di navbera hemû aliyan de ev cejin wekî roja nû ya destpêka biharê û sembola azadiyê tê nirxandin.

Lêkolîner û dîroknas li ser rastiyên dîrokî yên li ser eslê çîrokê û rewşên wê ji hev cuda difikirin, di kevneşopiya gelêrî û di edebiyata kurdî de kesayeta lehengê efsanewî “Kawayê hesin” di wateyên vê cejnê de eksena sereke ye. bûyera “serhildana li dijî neheqiyê” jê re tê gotin, dema ku li dijî siltanê zalim “Zahhak” an “Dahak” rabûye, piştre ji bo ragihandina serketinê agirekî mezin vêxistiye.

Hinek dibêjin ew çîrok ji destana “Şahname” ya helbestvanê faris Fîrdewsî hatiye wergirtin lê çavkaniyên edebî vê yekê red dikin û vê bûyerê bi hevgirtina “Kurdên Med” bi serokatiya “Kî Îxsar” bi Keldaniyan re û serkeftina li dijî “bêdadperweriya” Împeratoriya Asûrî ve girêdidin û wê wekî “serdemeke nû ya azadiyê” binav dikin.

Çavkaniyên din jî wê bi serdema şaristaniya Sumeriyan ve girêdidin, li ser lihevhatina destpêka wê. Dîroka salnameyê bi salnameya kurdî re, bi wekheviya mezin di rîtuelan de û li ser bingeha delîlên arkeolojîk ên hebûna Sumeriyan li herêmên kurdan pêk hatiye.

Bi sedema giringiya vê cejnê ku ji alî nêzîkî 300 milyon kesan li seranserê cîhanê tê pîrozkirin, Rêxistina Netewên Yekgirtî ya Perwerde, Zanist û Çandê (UNESCO) ev cejn xiste nav lîsteya xwe ya mîrateyên çandî yên ne maddî, ji ber ku ew nirxeke gerdûnî ya mirovahiyê ye. Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî jî di sala 2010’an de biryarek derxistibû ku 21’ê Adarê wek “Roja Aştiyê ya Cîhanê ya Newrozê” bê qebûlkirin.

UNESCO Newrozê wekî kevneşopek dîrokî binav kir

Malpera UNESCO pênaseya vê cejnê dike wekî “kevneşopek dîrokî ku vedigere sedsala şeşan a berî zayînê, destpêka salek nû, hatina biharê û ji nû ve zayîna xwezayê radigihîne.

Rêûresmên pîrozbahiya Newrozê li gor irf û adetên gelên eleqedar diguhere û bi derbasbûna demê re hinek ji wan ji holê rabûne.  Lê ji aliyê siyasî û civakî ve di nav kurdan de cihekî taybet digirin. Xewn û daxwaza  serxwebûnê ji bo gelên ku bûne qurbanê peymanên welatên serketî yên di Şerê Cîhanê yê Yekem de ye û di nava 4 welatan de hatin dabeşkirin.

Pîrzbahiya newrozê li ba gelên din

Pîrozkirina Cejna Newrozê ne tenê li ba gelên (Faris, Kurd, Azerî, Paştûn û yên din) heye, gelek netewe û welatên wekî Turkmenistan, Tacîkistan, Ozbekistan, Kirgizistan, Kazakistan, Makedonya, Kafkasya Başûr, Kirim, herêma Balkan, Keşmîr, Gujarat, bakurê rojavayê Çînê, û gelên din ên li rojavayê Asyayê jî ev cejin heye.

Li ser belavbûna vê cejnê li herêmên cuda tê gotin ku ew bi riya karwanên bazirgabniyê (Riya Hevirmêş) hatiye belavkirin. Karwanên bazirganiyê yên ku Rêya Hevirmêş (rêya bazirganiyê ya ku Çîn, Ewropa û Asyaya Rojava bi hev re girê dide), di gihandina bîr û baweriyên olî, bawerî, çand û ayînên olî de di nav gelên împaratoriyên li pey hev de rolek mezin lîstiye. Wiha Newroz jî bi riya bazirganiyê ya Hevirmêşê belav bûye.

Çavkanî: Indipendent û BBC beşê erebî