3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ahmet Karamûs xwest kurd bi yekitiyê bersiv bidin Peymana Lozanê

Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs, li başûrê Kurdistanê xwest ku gelê kurd ji bo pêşeroja xwe bi hestyarî û startejiya neteweyî têbikoşe û bersiva peymana Lozanê bide.

Peymana Lozanê di 24’ê Tîrhema 1923’yan de hat îmzekirin. Bi vê peymanê hemû mafên kurdan hatin redkirin û Kurdistan dabeşî çar parçeyan hat kirin. Ji bo salvegera 100 saliya vê peymanê tenê 4 meh mane. Kar û xebatên kurdan ên li dijî vê peymanê jî berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de sala borî partî û tevgerên kurdan li bajarê Lozanê ku peyman lê hatibû îmzekirin kom bûbûn û xwestibûn ku ev peyman bê rojanekirin û mafên neteweyî û xaka kurdan bên nasîn.

Ji ber nêzikbûna temambûna 100 saliya îmzekirina Peymana Lozanê Hevserokê Kongreya Neteweya Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamûs hate başûrê Kurdistanê û hinek rêze serdan û hevdîtin li gel rêveberên partî, aliyên siyasî û kesayetên diyar pêk anî. Karamûs, der barê armanca serdana xwe de jî  Rojnewsê re axivî û nirxandinan girîng kirin.

Pirsên Rojnnewsê û bersivên Karamûs wiha ne:

-Armanca di demek wiha de hatina Başûrê Kurdistanê çiye?

Di 24’ê Tîrmeha sala 2022’yan de li bajarê Lozan a Swîsreyê konferansek li ser sedsaliya Peymana Lozanê hate li darxistin. Di Konferansê de 57 partî û alî û bi sedan kesayetên Kurdistanî amadebûn. Li ser vê yekê li tevahî cîhanê hevdîtinên me dest pê kirin. Niha li Başûrê Kurdistanê ne, dixwazin li gel partî, hêzên siyasî, kesayetên akademîsyen, siyasî, civakî, oldar û serokeşîran hevdîtin bikin. Di asta bilinde me çend hevdîtin li gel Serokê YNK’ê Bafil Talebanî, Serokê Partiya Sosyalîst Mihemed Hacî Mehmud, Hizba Komeleya Zehmetkêşanî Kurdistan, Waliyê Silêmaniyê û hinek kesayet û aliyên din kirin e.

-Li gel Serokatiya Herêm û PDK’ê hevdîtin wê were kirin, yan jî hewldanek wiha heye?

Wek prensîb û stratejî em dixwazin li gel Serokê Herêmê, Serokwezîrê Herêmê û hemû partiyên siyasî hevdîtin bikin, lê me serlêdan nekiriye. Ji ber ku gelek caran şandeyên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê di dem û rewşên cuda de hatine Başûrê Kurdistanê, di rewşên pir aloz û dijwar de daxwaza hevdîtinê li gel PDK’ê kirine, lê ne bi erê ne jî bi na bersivek ji bo me nehatiye dayîn. Ger ew ne xwazin, ji bo me ti pirsgirêk nîne. Emê keyfxweş bibin ku ger bersivek bidin, dixwazin serdan bikin û li gel kom bibin.

-Piştî erdheja li Bakur û Rojavayê Kurdistanê çêbûyî, li ser banga Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik çalakiyên çiya û metrepolan hatin rawestandin. Her wiha birêz Cemil Bayik di hevpeyvînek nû ya xwe de wiha ragihand: “Ger îradeyek bi hêz hebe, di asta dewleta Tirk û civaka navneteweyî bi taybet ji aliyê Emerîka ve, em jî amadene ji bo çareseriya aştiyane. Hûn vê helwestê çawa dinirxînin?

Di destpêka karesata erdhejê ya li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê rûdayî, birêz Cemîl Bayik bi peyamekê biryara rawestandina çalakiyên leşkerî da, em wek Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê vê helwest û biryarê erênî, mirovî, wijdanî û exlaqî dibnin û pîrozbahî lê didin. Em gelek pîroz dibînin û pêwîste bê pêşxistin. Her wiha divê hîn zêdetir welatên navneteweyî daxwazên mirovî û exlaqî yên gelê Kurd bibihîsin ku Kurd çiqasî di vî warî de dostê jiyanê û mirovhezin, çiqas çareserî û danustandinên aştiyane dixwazin. Helwest û biryara birêz Cemîl Bayik jî xizmeta vê dozê dike.

-Serokê YNK’ê Bafil Talebanî di dema beşdarbûna di civîna li Hewlêrê de bang li PDK’ê kir ku bi yekgirtî alîkariya Rojavayê Kurdistanê bikin û di navbera PKK’ê û Tirkiyeyê de aştiyek ava bikin. Ev pêşniyar çiqas giringe?

Peyama birêz Bafil Talebanî erênî, giring û pîroz dibînin. Bi rastî em di rewşek gelek hestiyar re derbaz dibin û metirsiyên me hene.

-Di dawiyê de banga we çiye?

Çareserkirina pirsgirêka Kurd wê bandora xwe li ser hemû cîhanê bike. Banga me ji hemû partî, aliyên siyasî, civakî û olî yên Kurdistanê ewe ku di sedsaliya Peymana Lozanê de em li derdora hev kom bibin. Bi hevkarî, helwest, hestyarî û hestê neteweyî ji bo vê dozê kar bikin. Nasnameya Kurd û Kurdistanê nîşanî hemû raya giştî cîhanê bidin. Ji cîhanê re bêjin ku me wek gelê Kurd tu carî peymanek weke Peymana Lozanê ku di sed salên borî de gelek karesat û komkujiyên mezin bi ser gelê me de aniyî, qebûl nakin.

Ger ku peymanek were qebûl kirin, divê bi deng, reng, nasname û îradeya gelê Kurd be û statûya Kurdan qebûl bike. Ji bo wê banga me ji bo tevahî Kurdistaniyan eve ku bi yek deng û yekrêz ji bo pêşeroja gelê Kurd bi hestyarî û stratejiya neteweyî têbikoşin