17 Eylül, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Aktîvîstên TJA’yê serdana şîna Pinar Payrak kir

Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) li Şirnexê çû serdana şîna Pinar Bayrak û sersaxî ji malbatê re xwest.

Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) li Şirnexê sersaxî ji malbata Pinar Bayrak a ku ji aliyê Ziya Ecer ve li Mêrsînê hat qetilkirin, xwest. Jinên ku di nav de Parlamentera Şirnexê ya DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan jî hebû, sersaxî ji malbata Pinar Bayrak re xwestin û li ber mala Pinar Bayrak daxuyanî da. Jinan pankartên “Jin jiyan azadî”, “Jin ne bi tenê ne” û “Destên dirêjî jinan dibe bila bê şikandin” vekirin. Di daxuyaniyê de timî dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Xwişka Pinar Bayrak, Neslîhan Bayrak axivî û wiha got: “Ji roja ku zewicî ye û virde her roj tundî lê dihat kirin. Çend caran destê wê şikandine? Min çend caran got ‘Pinar, neçe?’ Wê digot, ‘Eger neçim, wê min bikujin’. ”

‘Em dizanin ku ev komkujî ne tesaduf in’

Parlamentera DEM Partiyê Newroz Aslan jî axivî û wiha got: “Gelek jinên mîna Pinar Bayrak hatin qetilkirin. Em dizanin ku ev komkujî ne tesaduf in. Hişmendiya serdest a serdest a mêr, hişmendiya mêr û polîtîkayên bêcezakirinê yên dewletê rê li ber komkujiyên jinan vedike.”
Newroz Uysal bi lêv kir ku ew weke jin ne bêçarene û wiha got: “Pinar ji ber ku di temenê xwe yê biçûk de hatiye zewicandin zilma mêr lê hatiye kirin. Çîroka Pınar çîroka bi hezaran jinan e. Em li vir careke din dibêjin. Em ê êdî tu jinê nekin qurbana vê pergalê. Em ê tu jinê nekin qurbana pergala malbata serdest a mêr. Divê jin xwe û her jinên tundiyê dibînin biparêzin. Bila li hemberî vê yekê xwe biparêzin. Heta ku edalet pêk were em ê bişopînin.”
Daxuyanî bi dirûşma “Komkujiya jinê siyasî ye” bi dawî bû.