19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Almanya tankên Leopard-2 dişîne Ukraynayê

Li pey nîqaşên dûvedirêj ên der barê şandina tankên alman bo Ukraynayê, doh serokwezîrê alman Olaf Scholz, şandina tankên şer ên "Leopard-2" ji Ukraynayê re,  erê kir.

Li pey nîqaşên dûvedirêj ên der barê şandina tankên alman bo Ukraynayê, doh serokwezîrê alman Olaf Scholz, şandina tankên şer ên “Leopard-2” ji Ukraynayê re,  erê kir.

Hevserokê Partiya Alternatîf a Almanyayê Tetino Kruppala, biryara şandina tankên Leopard 2 yên Almanyayê bo Kîevê weke “talana artêşa alman” nirxand.

Talan û diziya artêşê ye!

Li gorî gotareke  rojnameya “Spiegel” ya der barê biryara hikûmetê ya ji bo şandina tankan ji Ukraynayê re Tetino Krupala ev nirxandin kiriye û wiha  gotiye: “Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz artêşê talan dike û metirsiya tevlîbûna şer zêde dike.”

Krupala  her wiha ev biryara serokwezîr wekî biyareke bêberpirsyarî û metirsîdar nirxandiye û gotiye ku ev biryar metirsiya ku Almanya rasterast bikşîne nav şer, bi xwe re tîne.

Ev biryara serokwezîrê Almanyayê ya şandina tankên artêşa Almanyayê bo Ukraynayê piştî çend hefteyan ji nîqaş û nakokiyên navxweyî hate dayîn. Lê wiha xuyaye ku dê dawî li nakokî û nîqaşên di wê der barê de neyê.

Rageşiya navneteweyî ji ber redkirina Almanyayê

Hêjayî gotinê ye ku ev biryara Almanyayê piştî şêwirên berfireh li gel Washingtonê de hat, ji ber ku serokwezîrê Almanyayê beriya niha teqez kiribû ku ew tenê dikarin bi hemahengiya li gel welatên din û bi taybetî li gel Amerîkayê çekan ji Ukraynayê re bişînin.

Herî dawî nûnerên partiyên alman ên ku beşek ji koalîsyona desthilatdar in, banga zêdekirina zextan li ser serokwezîrê Alman Schulz kirin ku rê bide hinartina tankan bo Ukraynayê, hinên din jî bi tevahî li dijî biryarê derketin.

Brîtanya, Estonya, Polonya, Letonya, Lîtvanya, Danîmarka, Komara Çek, Hollanda û Slovakya hefteya borî soz dabûn ku alîkariya leşkerî pêşkêşî Ukraynayê bikin, ku di nav de tank, topên giran, parastina hewayî û cebilxane, hene.

Lêbelê, Ukrayna bi taybetî li ser vî celebê tankên alman sekinî, ji ber ku gelek ji wan li Ewropayê hene, ku ew dikarin bi hêsanî veguhêzin qada şer.