3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Amed ji bo mitînga aştiyê ya 1’ê Îlonê amade ye

Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk a Amedê Abbas Şahîn diyar kir ku amadekariyên mitînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê temam bûne û wiha got: “Banga me li tevahiya gelê me ew e ku tev li mitîngê bibin.”

Qada Îstasyonê ya Amedê îro dê malavaniya mitînga 1’ê Îlonê bike. Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi dirûşma “ji bo aştiya civakî jiyana wekhev û azad” mitîngê li dar bixe. Amadekariyên mitîngê bi dawî bûn.

Dê Ozturk û Uçar biaxivin

Mitîng dê saet di 16.00’an de bê lidarxistin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar dê di mitîngê de biaxivin. Her wiha hunermend Xecê dê derkeve ser dikê.

‘Ji bo azadî û aştiyê werin mitîngê’

Tê payîn ku ji Amed, Riha, Sêrt, Êlih, Mêrdîn, Şirnex, Xarpêt, Mêletî û Dêrsimê gelek kes tev li mitîngê bibin. Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Amedê û endamê Komîteya Amadekar a Mitîngê Abbas Şahîn da zanîn ku amadekariyên xwe temam kirine. Şahîn, wiha got: “Ji bo mitînga me ya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê çendek saet mane. Banga me ji bo gelê me ew e ku ji bo aştî, demokrasî û azadî di nava civakê de belav bibe tev li mitîngê bibin.”