28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Amerîka ji Îranê re peyama agirbestê şandiye

Wezîrê Karên Dervê yê Îranê bi daxuyaniyekê ragihand ku Amerîka peyama agirbestê ji wan re şandiye.

Şerê di navbera Îsraîl û Hamasê de, ku ji ber êrîşa bi navê “Tofana Aqsayê” ku Hamasê di 7’ê cotmehê de li dijî Îsraîl pêk anîbû dest pê kiribû, didome. Der barê şerê Îsraîl û Hamasê de Îranê daxuyaniyeke balkêş da û angaşt kir ku Amerîka ji wan daxwaza agirbestê kiriye.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahiyan, der barê mijarê de dauyaniyek da. Ebdullahiyan, destnîşan kir ku Amerîka ji bo rewşa Filistînê ji wan re peyam şandiye û ev tişt got: “Amerîkiyan di van 3 rojên dawî de ji me re peyam şandin û diyar kirin ku ew agirbestê dixwazin û di vî warî de gavan diavêjin, lê di rastiyê de ew tenê piştgiriya komkujî û qirkirina li Xezayê dikin.”

Di berdewamê de Ebdullahiyan got ku ew hêvî dikin  Amerîka di demeke kurt de siyaseta xwe biguherine û li ser pirsa der barê serdana  Wezîrê Karên Derve yê Amerîkkayê Antony Blinken de ku êlekê pola li xwe kiribû de jî ev tişt got: “Rola rasteqîn a Amerîkayê ya li herêmê ev e.”