28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Amnesty Înternatîonal: Îranê herî kêm 305 sivîl qetil kirin

Amnesty Înternatîonalê rapora xwe ya salane ya binpêkirina mafên mirovan parve kir. Li gorî raporê, rejîma Îranê di nava salekê de 305 sivîl qetil kirine û hêzên kurd hedef girt.

Tevî hemû êrişan jî çalakiyên serhildana “Jin, jiyan, azadî” ku piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kiribû, bi meha ne dewam dike. Di çalakiyan de bi taybet jî kurd hedef tên girtin û heta niha bi dehan kes hatine darvekirin û girtin. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) rapora xwe ya salane ya têkildarî mafên mirovan weşand. Di beşeke raporê de qala serhildana “Jin, jiyan, azadî” ya li rojhilatê Kurdistanê û Îranê hate kirin û hat destnîşankirin ku rejîmê tundiyeke zêde bi kar aniye.

Di raporê de hat destnîşankirin ku Îranê binpêkirinên mafên mirovan ên navneteweyî jî pêk anîne û di nava sala 2022’yan de li dijî hêzên kurd ên li Rojhilat êriş pêk anîne.

305 sıvîl hatin qetilkirin

Amnnestyê Înternatîonalê di berdewamiya rapora xwe de bal kişand ser çalakiyên “Jin, jiyan, azadî” û ev daneye parve kir: “Hêzên rejîmê di çalakiyan de raste rast gule li çalakvanan reşandin, bi sedan kes qetil kirin û bi hezaran kes jî birîndar kirin. Di tevahiya çalakiyan de 41 jê zarok herî kêm 305 sivîl hatin qetilkirin. Di nava çend hefteyên destpêkê yên çalakiyan de herî kêm 15 hezar kes hatin binçavkirin.”

Ji bo bêdengkirinê zext û îşkenceyê bi kar tîne

Di raporê de qala hewldanên bêdengkirina serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’, bêedaletî û îşkenceya li dijî xwepêşandaran hate kirin. Hat gotin ku binpêkirinên mafên mirovan ên rejîma Îranê yên li dijî çalakvanan zêde bûne û saziyên ewlekariyê yên Îranê ji bo bêdengkirina nerazîbûn û ruhê şoreşgerî yê ciwanan, li dijî çalakvanan îşkence û destdirêjiya zayendî dikin.

Bi hezaran kuştin û birîndar kirin

Bi domdarî di vê beşa raporê de wiha tê gotin: “Hêzên Îranê ji bo bêdengkirina çalakvanan, bi awayeke derqanûnî sûdê ji şerê çekdarî digirin û ev yek jî dibe sedema mirin û birîndarbûna bi hezaran kesan. Kesên bi şêwazên aştiyane daxwaza mafê xwe dikin, ji aliyê desthilata Îranê ve tên girtin û bi hezaran kes jî bi awayekî neadilane hatine darizandin. Her wiha rêjeya cezayê darvekirinê jî bi awayekî berçav zêde bûye û darvekirin li meydanan tê kirin.”

Rêxistinê di rapora xwe de ragihand ku jin, pêkhateyên olî û etnîkî qurbaniyên sereke yên siyaseta desthilata Îranê ne û wiha qedand: “Desthilatdarên Îranê torên civakî sînordar kirine û kanalên televîzyonê sansûr kirine.”