4 Temmuz, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Israîlê guh nade bangên navnetewî 

Di demekê de ku nerazîbûnên di qada navnetewî de li dijî operasyona Israîlê zêde dibin, Israîlê guh nade van nerazîbûnan û operasyonên xwe yên li dijî Refahê berfireh dike

Tevî nerazîbûnan jî artêşa Israîlê roja Çarşemê îdîa kir ku ew herêma Philadelphia ku bi dirêjahiya 14 kîlometreyane û herêma tampon a li ser sînorê Misrê nêzî Refahê ye, xistiye bin kontrola xwe.

Berdevkê artêşa Israîlê Tugamiral Daniel Hagarî got: “Korîdora Philadelphiayê ji bo Hamasê ji Şerîda Xezeyê re çek dabîn bike, mîna lûleyê oksîjenê bû.”

Israîl diyar dike ku dibe ku şer “heft mehên din” dewam bike

Roja Çarşemê li Refah piştî ku tankên Israîlê ketin navenda bajêr pevçûn û bombekirina kolanan pêk hat. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî di nava sê hefteyan de nêzî mîlyonek Fîlîstînî ji Refahê reviyan.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê, di êrişên Israîlê yên li Şerîda Xezeyê de heta niha herî kêm 36 hezar 171 kesan jiyana xwe ji dest dane. Ji ber şer 2,4 mîlyon welatiyên Xezeyê neçar man koçber bibin û ev yek rê li ber karesateke mezin a mirovî vekir.

Nerazîbûnên navneteweyî

Cezayîrê pêşnûmebiryarek pêşkêşî Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir û daxwaza agirbestê kir. Serokdewletê Çînê Şî Cinping ji bo pêkhatina konferanseke aştiyê ya berfireh bang kir. Serokkomarê Misrê Abdûlfettah El-Sîsî xwest ku koçberkirina welatiyên Xezeyê bi dawî bibe. Hikûmeta Iraqê li dijî êrişên Israîlê yên li ser Refahê banga avakirina eniyeke Erebî û herêmî kir.