2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Artêşa tirk 5 jinên kedkar birîndar kir

Artêşa tirk gundê Bişêriyê yê Zirganê topbaran kir û 5 jinên karker ên li nava zeviyên pembû dixebitîn birîndar kir.

Artêşa tirk êrîşên xwe yên li dijî Rojava, yên bi hinceta êrîşa ku di 1’ê cotmehê de li dijî Wezareta Karên Hundir pêk hat, didomîne.  Li gorî Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), artêşa tirk li dijî gundê Bişêriyê yê rojhilatê navçeya Zirganê ya kantona Hesekê êrîşeke bombeyî pêk aniye.

Artêşa tirk êrîşa xwe li dijî 5 jinên kedkar ku li nava zeviyên pembû xebitîne pêk aniye û her pênç jin jî di encama êrîşê de birîndar bûne. Navên birîndaran wiha ne: Reksa Salih Fewaz (50), Xedîce Îdan El Temir (40), Fereh Ednan (25), Zêna Hemûd (20), Cûmana Hemad.

Birîndar destpêkê rakirin nexweşxaneyeke Dirbêsiyê û ji wir jî rakirin nexweşxaneyên bajarê Hesekê.