3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Artêşa tirk bi hevkariya PDK’ê baregehên nû ava dike

Artêşa tirk bi hêzek nû sinorên Herêma Kurdistanê derbas kir û li hin cihan hêzên xwe bi cih kir. Her wiha bi hevkariya PDK’ê dixwaze li Balekayetî baregehên nû yên leşkerî ava bike

Li gor agahiyên ku di malpera Bexdad Elyum de hatine belavkirin, artêşa tirk di çend cihên nû yên sinorê Herêma Kurdistanê re derbas bûne û hêzên xwe li hin deveran bi cih kiriye.

Li gor heman çavkaniyê, artêşa Tirk li sinorê Zaxo û Batufa hêzên nû bi cih dike û li sinorê Rojavayê Kurdistanê li devera Mehmudiyê jî hêzên xwe bi cih dike.

Di çend rojên borî de artêşa tirk bi hevkariya PDK’ê dest bi avakirina baregehek leşkerî li devera Balekayetî ku dikeve nava kûrahiya xaka Başûrê Kurdistanê kiriye.

Bi salane dewleta tirk  ji asîman û bejahî  ve xaka başûrê Kurdistanê bombebaran dike. Li gor agahiyan nêzî 85 baregeh û navendên leşkerî bi hevkariya PDK’ê li nava kûrahiya xaka Başûrê Kurdistanê avakiriye.