12 Eylül, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Artêşa tirk derbasî navçeya Amediyê bû

Doh danê şevê konvoyeke wesayitên leşkerî ên dewleta tirk û gelek kamyonên barhilgir bi wan re derbasî navçeya Amediyê ya başûrê Kurdistanê bûn

Êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê didomin. Dewleta tirk şevê din gelek wesayîtên zirxî sewqî navçeya Amediyeyê ya Dihokê kir. Di heman demê de bi dehan kamyonan jî di sewqiyatê de cih girt. Li gorî dîmenên ajansa rojnews’ê belav kirine, bi dehan wesayîtên zirxî yên dewleta tirk , di nav Amêdiyê de ne, herwiha tevî wesayîtên zirxî, kamyonên barhilgir jî tên dîtin.

Artêşa tirk êrîşî gundên Amediyê kir

Ji aliyekî din ve dewleta tirk şevê din bi Balafirên Biçek û Bêmirov (SÎHA) êrişî gundên Sergelê, Kevne Mêzê, Mêzê, Guherzê û Belaveyê yên Amediye ya Dihokê kir.
Hat zanîn ku di encama êrîşên li dijî navendên gundên Kevne Mêzê û Mêzê de hinek mal bi temamî şewitîn. Têkildarî windahiyên canî tu agahî nehatin bidestxistin.