18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Artêşa tirk êrîşî gundên Qamişlo û Hesekê dike

Artêşa tirk ji saetên serê sibehê ve gundên navçeyên Dirbêsiyê, Amûdê, Zirgan û Til Temirê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran dike. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); artêşa tirk gundên Qermane, Şemsûra û Çetelê yê li rojavayê bajarê Dirbêsiyê bi çekên giran bombebaran dike.

Artêşa tirk bi awayekî hemwext gundên Xanika, Keramê, Cirnikê yên girêdayî bajarokê Topo yê Amûdê ya Kantona Qamişlo jî bombebaran dike. Her wiha hat zanîn ku artêşa tirk û komên girêdayî wê bi çekên giran êrîşî  taxa Xerbî ya navçeya Zirganê jî kirin. Di encama êrîşê de ziyanên madî çêbûn.

Di heman saetan de artêşa tirk û çeteyên wê bi çekên giran gundê Gir Top ê li rojhilatê bajarê Qamişloyê hedef girt. Artêşa tirk û komên girêdayî wê êrîşên xwe hîn bêhtir berfireh kirin û di heman kêliyan de êrîşî gundên Gozeliyê û Til Leben ên rojavayê Til Temirê jî kirin.

Êrîşên li ser herêmê berdewam in û têkildarî encamên êrîşê heta niha agahiyên zelal nehatine bidestxistin.