28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Artêşa tirk li Geverê dest bi operasyonê kir

Artêşa tirk li herêmên Geliyê Diriyan û Şemzînanê yên ser bi navçeya Geverê ve dest bi operasyoneke leşkerî kir

Li gelek gundên bi ser navçeya Geverê ya Colemêrgê ve leşkerên tirk dest bi operasyon3e kirin. Serê sibehê saet li 04.00’an operasyon hatiye destpêkirin. Hat zanîn ku operasyon li gundê Şîşemzîn, Xurekan, Seyîda, Xurekana Temo yên bi ser herêma Geliyê Diriyan ve û li gundên Mûşan, Memkava û Elver yên bi ser herêma Şemzînanê ve tê birêvebirin. Di çarçoveya operasyonê de zozanên li herêmê hatine dorpêçkirin û leşker li gelek deveran nasnameyên welatiyên herêmî kontrol dikin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatine girtin; du roj berê kesên rûpoşkirî û çekdar nîvê şevê li deriyê malekî didin. Xwediyê malê beriya derî vebike, ev kes direvin. Dotira rojê jî wesayîtek bi marka transîta maxî ya spî ku plakaya wê 01 PM 428 e ji aliyê gundyan ve tê sekinandin û pirsa ew kî ne dikin. Şofêr ji gundiyan re wisa dibêj, “Hevalên min nêçîrvan hatibûn û min danî û ji ber şebeke nakişîne têkiliya min bi wan re qewimî.”

Lê belê hat zanîn ku ev wesayît paşê 5 kesên çekdar siwar kiriye û îro danê sibehê heman wesayîtê leşker veguhezandine Geliyê Diriyan ê ku operasyona leşkerî lê hatiye destpêkirin.

Dengê teqîna çekan tê

Operasyona leşkerî berdewam dike û li zozanên Astenga Reş, Meydanok, Kaniya Barkirî û Mêranava yên bi ser gundên Şîşemzîn û Xurekan ve dengên çekan hatiye bihîstin. Her wiha li qada Kora Oncê ya li gundê Memkavê jî dengê teqîn û çekan hatiye bihîstin.

Hat zanîn ku li herêma operasyonê liv û tevgera ÎHA û SÎHA’yan gelek zêde ye.