13 Eylül, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Asayişa PDK’ê li Amêdiyê rojnamevan binçav kir

Dezgeha çapemeniyê ya Zoom ragihand ku asayişa PDK’ê li navçeya Amêdiyê tîmeke rojnamevanên dezgeha wan binçav kirine.

Li aliyekî hikûmeta Herêma Kurdistanê û PDK’ê destûrê dike ku dewleta tirk hemû Başûrê Kurdistanê dagir bike. Li aliyê din asayişa PDK’ê rojnamevan û welatiyan binçav dike. Asayişa PDK’ê tîma rojnamevanan a dezgeha çapemeniyê Zoom ku ji nûçegihan Hejîn Fetah, kameramanê wê û ajokarê wesayîta wan pêk dihat, dema ku operasyona dagirkirina navçeya  bajarê Amêdiyê dişopand binçav kirin.

Di vê der barê de dezgeha çapemeniyê Zoom ragihand ku, asayîşa PDK’ê tîmeke rojnamevanên kanala wan bi tawana ragihandina dagirkeriya artêşa Tirkiyeyê li Amêdiyê binçav kir.

Navenda Metro ya Parastina Rojnamevanan jî di vê derbarê de got: “Destê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo rojnamevanan dirêje lê destê wan ji kujer û berpirsên gendel re kurte.”

Çavkanî: Rojnews 