3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ayla Akat Ata: Tirkiye guherî lê qanûn neguherîn

Bi hinceta çalakiyên 6-8’ê cotmeha sala 2014’an ku li dijî êrişên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê hatibûn li darxistin, Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê û endamên Lijneya Rêveber a Navendî jî di navde derheqê 108 siyasetmedarên kurd de doz hatibû vekirin. Di dozê de 22 siyasetmedar girtî tên darizandin. 10’emîn danişîna dozê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê pêk hat.
Danişîna dozê li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat dîtin. Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê li eywanê amade bûn. Siyasetmedarên li girtîgehên cuda jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Di danişînê de gelek parêzer û Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Saliha Aydemîr jî amade bûn.
Di danişînê de rapora ATK’ê ya derheqê Aysel Tugluk de jî li dosyayê hate zêdekirin.  Aktîvîsta Tevgera jinên Azad (TJA)  Ayla Akat Ata parastina xwe kir û bal kişand ser 28’ê Sibatê û wiha axivî: “Dema em dibêjin 28’ê Sibatê, du tişt têne bîra me. A yekemîn, darbeya post-modern e. Fermandarê Hêzên Deryayî yê wê demê jî got; ‘ne hêzên leşkerî lê hêzên bêçek hikûmet guherand.’ Li gorî min, her du pênase jî rast in. Beriya vê, di sala 1968’an de nivîsek derket ku digot dê Necmettîn Erbakan bibe serokwezîr. Jixwe bû serokwezîr jî. Di serî de nekarîn koalîsyonê ava bikin. Piştre jî bi navê Tevgera Refah Yolê koalîsyonek ava kirin. Erbakan wê demê çû serdana welatên misilman û digot ku li şûna dowîz, bila li ser dînar bazirganî bê kirin. Di dema van serdenan de li Enqereyê jî şerîat di rojevê de bû. Pêvajoya ku AKP’ê ava kirî jî ev darbeya post-modern e.”
‘Pêşiya siyaseta demokratîk tê girtin’
Ayla Akat, piştre jî deklarasyona Mutabaqata Dolmbahçeyê ya di 28’ê sibata 2015’an de bi bîr xist û wiha domand: “Xala yekemîn a mutabaqatê de qala siyaseta demokratîk tê kirin. Lê niha pêşiya siyaseta demokratîk tê girtin. Pirsgirêkên ku em dijîn, li her devera Tirkiyeyê nînin. Zimanê min ê dayikê qedexe ye. Her balafira li Amedê radibe, rê li ber fikaran vedike. Deriyên çapemeniyê li me girtî ne. Nizanin bê ka em çi dijîn. Em dixwazin bibin hemwelatiyên azad. Dixwazim ku di nava sînorên vî welaltî de xwe weke kurdekî pênase bikim. Hemû kesî qanûneke bingehîn a nû qebûl kiribû. Hemû Tirkiye guherî lê qanûna bingehîn neguherî. Her devera pergalê eror dide. Dixwazim bibêjim ku ev her 10 xal gelek girîng in. Her çend ku di meclisê de nehatibin qebûlkirin jî, weke deklarasyonekê jî girîng e.”
‘Di şer de yên zerarê dibînin gel e’ 
Aktîvîsta TJA’yê Ayla Akat Ata qala şerê li Ûkraynayê jî kir û wiha bi dawî kir: “Di sedsala 20’emîn de du şerên mezin pêk hatin. Bi dîtina neftê re, bandora xwe li welatên ereban jî kir. Wekî her carê, niha jî Rojhilata Navîn bû navenda şer û dagirkeriyê. Sînorên welatan, bi rastekan hatin xêzkirin. Lê ne sînorên Tirkiye û Sûriyeyê. Rûsya, bi îdiaya ku xaka wê ye, kete Ûkraynayê. DYA jî bi hinceta demokrasiyê kete Iraqê. Welatên Rojava, bi hinceta Îsraîlê destwerdana Rojhilata Navîn dikin. Pergala piştî têkçûna Sovyetan hatibû avakirin, ne li gorî rastiya erdnîgariyê bû. Bingeha pirsgirêkan jî ev e. Putîn, xwe weke damezirînerê Rûsyayê dibîne û li ber çavê hemû cîhanê êrişê dide desptêkirin. Ji bilî DYA’yê, kesekî bawer nedikir ku dê Rûsya bikeve Ûkraynayê. Lê yên ku ziyan digihijê, gel in. Hêvîdarim ku di hevdîtinên li Belarûsê de ji bo gelan tiştekî baş derkeve. Em baş pê dizanin bê ka şer tiştekî çawa ye. Divê hemû gelên cîhanê li dijî şer, bi awayekî hevpar tevbigerin. Dinya, ji hêla kadroyên şerxwaz ve tê birêvebirin.”