17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ayla Akat: Ji çareserkirina pirsgirêka kurd ditirsin

Aktîvîsta TJA’yê Ayla Akat Ata wiha got: “Ji çareserkirina demokratîk a pirsgirêka kurd ditirsin. Sedsalek ku ji kalên me û ji me dizîne heye, em naxwazin sersaleke din ji me bidizin.”

Aktîvîsta TJA’yê Ayla Akat Ata diyar kir ku di sedsala ewil a komarê de terza siyasetek ku maf û azadiyê nas nekirin hebû û got: “Ji çareserkirina demokratîk a pirsgirêka kurd ditirsin. Sedsalek ku ji kalên me û ji me dizîne heye.”

Danişîna 20’emîn a Doza Kobanê di roja 7’emîn de li eywana danişînê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin. 17 jê girtî 108 siyasetmedar ji dozê tên darizandin. Bi piraniya van siyasetmedaran endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya HDP’ê yên berê ne. Her wiha Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nava 17 siyasetmdarên girtî tên darizandin de cih digirin.

Danişîn ji aliyê 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ve tê birêvebirin. Girtiyên li Girtîgeha Sîncanê tev li danişînê bûn û siyasetmedarên girtî yên li girtîgehên cuda jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Rêveberên HDP’ê û parêzer dozê şopandin.

Danişînê bi xwendina nasnameyan û ewraqên li dosyeyê hatine zêdekirin dest pê kir. Mutalaya ku dozger bi awayek nivîskî pêşkêşî dadgehê kir, li girteka danişînê hat zêdekirin.

Dozger xwest li dijî daxwaznameya hevjîna Nazmî Gur ku xwestiye hevjîne wê berdan biryara redkirinê bê dayîn.

 Ata: kes li ser banga me derneket kolanan  

Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata di danişînê de axivî û li ser hûrguliyên dozê sekinî û destnîşan kir ku kes li ser banga wan derneketiye kolanan û hêzek ku li ser banga wan derketibe kolanan tune ye. Ata got çawa berê ji şer re gotiye na îro jî bi heman awayî ji şer re dibêjin na û naxwazin ku gelê kurd bibe mexdûrê tundiyê. Ata destnîşan kir ku ji ber wan çareseriyê û aramiyê xwestiye ev çend sal in tên tawanbarkirin. Ata anî ziman ku tenê rêyek ku pirsgirêka kurd bê çareserkirin heye û got: “Ev rê jî çareseriya demokratîk û aştiyane ye. Heke bi çekan û şer çareser bibûya wê ev 40 sal bûya çareser bûbûya. Di dema çalakiyên Kobanê de jî gel li ser bang û nameya birêz Ocalan ji kolanan vekişiya. Yên ku tehamûla wan ji pêvajoya çareseriyê re nebû me derxistin pêşberî darazê. Yên ku fermana vê dozê de be kî be, yên ku wan rojan organize kirin jî ew in.

Sedsalek din ji me nedizin

Ez hêvîdarim ku wê di vê sersala nû de şer bi dawî bibin û gelên bindest bigîhîje azadiya xwe. Sedsala komarê li holê ye. Di vê sedsalê de tundî li holê heye, lê rastiya siyasetek kum af û azadiyan nas nake heye. Em ji ber vê rastiyê Îro li vir tên darizandin. Çimkî îktidar ji çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd ditirse. Sedsala ku we ji kal û bavên me û ji me dizî heye. Pêwîste ku heman sedsal ji zarokên me re neyê hiştin. Hat xwestin ku kurd siyasetê nekin û hatin înkarkirin. Baş e planên têkbirinê yên li dijî kurdan çi bi xwe re anî? Raperînên kurdan anî.”

Piştre ji parêzerên dozê Zeynepo Sedef Ozdogan bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû û xwest hemû siyasetmedarên girtî bên berdan.