3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

AYM rêyeke bêkêr e

Ev du sal in ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xeber nayê girtin. Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Raziye Ozturk wiha got:"Daxwaza me ya ewil azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan e. Em bang dikin ku her kes li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bike."

Ji rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku di 1999’an de anîn Tirkiyeyê û demeke dirêj e li Grava Îmraliyê tê girtin ku di bin tecrîdeke giran de ye.  Ji kesên ku anîn Grava Îmraliyê cem Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim jî 2 sal e agahî nayê girtin. Ji Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Newroz Uysal û Rezan Sarica piştî 8 salan herî dawî di 2-22’ê Gulanê, 12-18’ê Hezîranê û 7’ê Tebaxa 2019’an de bi muwekîlên xwe re hevdîtin pêk anîn.

Her çend ku parêzeran gelek hewl dan bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin jî ev daxwaza wan nayê bicihanîn. Serlêdanên parêzer û malbata Rêberê PKK’ê ên parêzer û malbata wî jî her ji mehê carkekê ku tên kirin ji aliyê Dadgeriya Înfazê ya Bursayê ve bi awayê kêfî tên redkirin û wekî hincet jî cezayên dîsîplînê ku tên birîn tên nîşandan.

AYM’ê hêj tu bersîv nedaye

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrînê ku parêzeriya Ocalan dikin, astengkirina serdanên malbatê ku bi hinceta cezayê dîsîplînê tên astengkirin jî di 2022’yan de biribûn Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û bal kişandibûn ser tecrîda tê berdewam kirin û gotibûn ku ev îşkence ye. Lê li gel ku di ser vê serlêdanê re salek derbas bû jî hîna AYM tu bersîv nedaye parêzeran û dosya hîna li AYM’ê tê sekinandin.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Raziye Ozturk têkildarî serlêdanên li Komîteya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî kirine, qutkirina têkiliyê û hewldanên ji bo hevdîtinê ji JINNEWS’ê re nirxandin kir.

Ji girtiyan gelek serlêdanên din jî hene

Raziyeyê da zanîn ku gelek dosyayên li ber destê AYM’ê yên derbarê muwekîlên wan de hene û wiha got:”Belkî li dora 100 hebî hene. Ev dosyana bêtir têkildarî qedexeyên dîsîplînê ne. Me bi hawekî li dijî van dosyayan digirin. Dîsa di van dosyayan de daxwaza hevdîtina bi televonê heye. Lê belê ji sala 2016’an heta niha pir hindik dosya hatin bersivandin. Hîn dosyayên 2015-2016’an hene ku derbarê wan de biryar nehatine dayin. Gelek biryarên derbarê van dosyayan de jî neyînî derketin. Me jî dosya birin Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (AÎHM)

Li AYM’ê gelek dosya hatine sekinandin

Raziyeyê bi lêv kir ku ji ber AYM wekî rêya hiqûqa navxweyî tê dîtin loma dema em serî li meqamên navneteweyî didin divê em vêya bigirin ber çavan û em mecbûr dimînin li hêviya biryarên AYM’ê bin. Raziyeyê wiha domand:”Hefteya borî ji ser 20 dosyayî ji bo biryarê hat. Divê di nava 15 rojî de ji bo van 20 dosyayan em bersivê bidin. Me derbarê qedexeyên li ser parêzeran, qedexeyên dîsîplînê, ji bo hevdîtna telefonê di dema kovîdê de pêk bê me serlêdan kiribûn. Dîsa ji bo mafê telefonê yê di demên normal de jî serlêdanên me hene. Dosyaya me ya li ser serdema OHAL’ê de heye. Li ser qedexeyan dîsa. Me serî li AYM’ê da û di çarçoveya van serlêdanan de AYM’ê wekî mûxatap Wezareta Dadê nîşan da. Serlêdana me ji vir ragihand.”

Ji bo 20 dosyayê dema 15 rojî ya beyanê

Raziyeyê da zanîn ku Wezareta Dadê jî dîtinên xwe ragihand û diyar kir ku ji bo 20 dosyayî divê di nava 15 rojî de beyan bên ragihandin û got:”Di salan 2010’an de bi guhertina zagonê serlêdana bi referandumê bû mijara gotinê. Ev ji bo AYM’ê bû mijara gotinê. Di 2012’an de êdî ket meriyetê. AYM ji bo parastina mafê mirovan hat avakirin. Lê belê li ser AYM’ê jî mudaxaleyên siyasî mijara gotinê ye. Li Tirkiyeyê tu saziyan di warê Îmraliyê de li hiqûqê tev negeriyan. Loma jî di derbarê gelek dosyayên me de biryar dernakeve. ”

AYM di warê Îmraliyê de rêyeke bêkêr e

Dema em serî li AYM’ê nedin rêyên hiqûqa navxweyî wê demê naqedin loma jî em nikarin serlêdanên me yên di aliyê navneteweyî de tên redkirin. Loma em li hêviya AYM’ê dimînin. AYM’ê tu carî ji aliyê Îmraliyê ve mafê mirovan neparast. AYM di warê Îmraliyê de rêyeke bêkêr e. Tu fêda wê li Îmraliyê nehat. Em hewl didin ku AYM bi awayekî zû bersivê bide.

‘Ne malbat ne jî parêzer dikarin hevdîtinê bikin’

Raziyeyê da zanîn ew Incommunicadoyu wekî rewşa xebernegirtina bi tevahî digirin dest û wiha got:”Ev ji 25’ê Adara 2021’ê ye em xeberê ji muwekîlê xwe re nagirin. Ne malbat ne jî parêzer dikarin hevdîtinê bikin. Em ne bi name ne bi telgraf ne jî bi telefonê nikarin xeberê ji muwekîlê xwe bigirin. Li ser vê yekê gelek hewldanên me çêbûn. Berî em dosyaya xwe bibin Komîteya Mafê Mirovan me bir Komîteya Çalakiya Lezgîn. Me li gelek Saziyên Sîvîl serlêdanên xwe kir. Me xwest rêya hiqûqa navxweyî biqede. Yek ji hinceta me ya ku me serî li Yekîneyên Neteweyî da ew bû ku AÎHM’ê ji bo dosyayên me bersiv nedida. Me jî serî li Komîteya Mafêm Mirovan a Neteweyên Yekbûyî da. ”

NY bê deng e

Raziyeyê da zanîn dema serlêdan gihaşt ber destên wan ji bo hevdîtinên parêzeran bang hat kirin û wiha pê de çû:”Lê belê hukumetê ev bi cih neanî. Neteweyên yekbûyî ji bo dawî li  incommunicado bê bang kir. Ji 20’ê Adarê heta niha bersiveke hukumetê ya ji Neteweyên Yekbûyî nehatiye. Em heta niha disekinin. Em hewl didin ku hem di qada navxweyî hem jî di ya navneteweyî de serlêdanên xwe bikin. Armanca me ya bingehîn ew e ku Birêz Ocalan azadiya xwe ya fîzîkî ji nû ve bi dest bixe. Hemû hewldanên me yên hiqûqî di vî warî de ne. Dosyayek heye ku em wek “mafê hêviyê” bi nav dikin. Piştî ku birêz Ocalan bi rêziknameya hiqûqî cezayê muebbetê yê giran xwar, me serlêdana DMME’yê kir. Divê Tirkiye ji bo vê mekanîzmayeke guncav ava bike û piştî 25 salan divê di navberên diyar de rewşa vegerandina azadiyê bê nirxandin. Lê belê Tirkiye di vî warî de ti mekanîzmayek ava nekiriye, rê û rêbazên qanûnî jî nekiriye. Demek dirêj e, em behsa rewşek dikin ku ji sala 2014’an vir ve heye. Lê mixabin Komîteya Wezîran piştî 7 salan ew xist rojeva xwe. Ev mijar hêj jî di rojeva Lijneya Wezîran de ye. Li Tirkiyeyê piştî birêz Ocalan zêdetirî hezar girtî di bin rejîmên înfazê yên giran de tên girtin û ev sîstem weke îşkenceyê bi nav dikin. Ji ber vê yekê divê rêzikname hebe. Pêwîst e ev qanûn di zûtirîn dem de were bicîhanîn. ”

Serdanên hiqûqî didomin

Razayeyê da zanîn serdanên hiqûqî didomin û wiha got:”Pêvajoyek heye ku em li ber Komîteya Wezîran dimeşînin. Her wiha di xala pêkanîna biryara DMME’yê de serlêdana me li dadgeha herêmî hebû. Dadgeha ku israr dike ku ev biryara DMME pêk neyne, jixwe daxwaza me red kiriye û ev dosya li ber Dadgeha Makezagonê ye. Mixabin em hê jî ji bo cîbicîkirina biryara navneteweyî serî li dadgehên herêmî didin. Dîsa ji bo ku vê rewşê bigihînin rayedarên navneteweyî me serlêdanek wiha kir. Lê di vê serlêdanê de heta niha me bersivek negirtiye. Di warê hiqûqî de em hemû serlêdanên hiqûqî yên ji bo azadiya Birêz Ocalan û muwekîlên me yên din ên li wir hene, didomînin. Lê helbet ev mijareke siyasî ye. Pirsgirêka tecrîdê belkî ya herî zêde em li ser birêz Ocalan dibihîzin e. Lê ev mijareke ku li Tirkiyeyê bertekên xwe dibîne. Siyaseta vê meseleyê ne tenê hiqûqî ye, girava Îmraliyê heye, qada ku hiqûq di bin tu şert û mercan de dernakeve. Lê ev pêkanînên bi hincet û hincetên siyasî tên kirin, rêbaza zextê di rastiyê de zextek e ku ji bo tevahiya Tirkiyeyê tê nîqaşkirin. Ji ber vê yekê mixabin tenê serlêdanên me yên hiqûqî yên di vê mijarê de têrê nakin.”

Divê herkes rola xwe bi cih bîne

Raziyeyê da zanîn divê herkes rola xwe bi cih bîne û wiha lê zêde kir:”Di vê wateyê de pêwîste ji hemû pêkhateyan mirov li hemberî vê rewşê dengê xwe bilind bikin û li ber xwe bidin. Ji ber ku ev rewşek e ku di her alî de dikare bandorê li her beşê civakê bike. Ji ber ku ev rewş rasterast bi xitimandin û şer ve girêdayî ye. Ji bo aştî pêk were divê her kes di vê wateyê de rola xwe bi cih bîne.”