19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

AYM’ê ji bo Guven biryara binpêkirinê da

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê rexne kiribû û ji ber van rexneyan jî hatibû girtin. Piştî ku Guven di girtîgehê de weke parlamenter hat hilbijartin, biryara girtinê betal bûbû û hatibû berdan. Lê belê li dijî biryara berdanê îtîraz hatibûn kirin û Guven dîsa hatibû girtin. Lijneya Giştî ya Dadgeha Makeqanûnê (AYM) ji bo dîsa girtina Guven biryara binpêkirinê da. Lijneya Giştî ya Dadgeha Makeqanûnê ku ji 15 kesan pêk tê, têkildarî serlêdana parêzerên Guven, Reyhan Yalçindag Baydemîr û Serdar Çelebî ku bi sedema binçavkirin û girtina miwekîla wan derhiqûqî ye, mafê azadî û ewlehiyê hatiye binpêkirin û mafên azadiya raman, xebatên siyasî û parêzbendiyê hatine binpêkirin kiribûn, biryar da. Lijneyê, biryar da ku bi girtina cara duyemîn re xala 19’emîn a Makeqanûnê hatiye binpêkirin.

Lijneya Giştî bal kişand ser xala 83’yan a derheqê parêzbendiyê de û wiha got: “Parlamentereke ku tê îdiakirin beriya hilbijartinê yan jî piştre sûcek kiriye, heta ku biryareke meclisê nebe nayê girtin, lêpirsîn jê nayê kirin, nayê girtin û nayê darizandin. Heke dema sûcekî giran dike were girtin an jî beriya hilbijartinê lêpirsîn hatibe kirin, rewşên di xala 14’emîn a Makeqanûnê de li derveyî vê hukmê dimînin. Lê belê di rewşeke wiha de saziya têkildar mecbûre ku rewşa heyî raste rast bi TBMM’ê re parve bike.” AYM’ê bi vê sedemê jî biryar da ku girtina parlamenter binpêkirina vê xalê ye. Tevî vê yekê jî lijneyê ne ji xala 83’yan lê ji bo xala 19’emîn a “binpêkirina mafê azadî û ewlehiyê” biryara binpêkirinê da.

Biryara Tazmînatê

Lijneya Giştî, ji bo îdiaya “girtin û binçavkirina Guven li dijî hiqûqê ye” got “nayê qebûlkirin” û biryar da ku biryara ewil a girtinê nakeve ber çarçoveya xala “binpêkirina mafê azadî û ewlehiyê.” Lê belê lijneyê ji bo girtina cara duyemîn got ku “mafê ewlehî û azadiyê yê Guven hatiye binpêkirin.” Lijneya Giştî, ji ber binpêkirinê jî biryar da ku 67 hezar û 500 TL tazmînat ji Guven re bê dayîn û biryar da ku mînakeke biryarê ji bo 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ku Guven lê tê darizandin û yek jî bo Wezareta Dadê were şandin.

Dê serî li DMME’yê bidin

Parêzera Guven, Reyhan Yalçindag Baydemîr biryar kêm dît. Baydemîr, got ku biryara derheqê Guven de biryareke derengmayî ye û wiha got: “Agahdarkirina biryarê di meha nîsanê de hat kirin û hinceta biryarê jî 6 meh piştre hat ragihandin. Vê rewşê rê li ber 2 binpêkirinên din vekir. Di mijarên weke azadiya raman û xweîfadekirinê û xebatên siyasî de bi awayekî cuda nêzî siyasetmedarên kurd dibin. Hem îçtîhadên xwe û hem jî yên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) paşguh dikin. Bi vê biryarê re mafê azadiya xweîfadekirinê yê siyasetmedarên kurd tune hatiye hesibandin. Li gorî xala 83’emîn a Makeqanûnê dema kesek weke parlamenter hat hilbijartin, divê darizandin bisekine lê nehat sekinandin. Lewma jî biryara Dadgeha Makeqanûnê biryareke kêm e. Diviya bû derheqê mafê parêzbendî û hilbijartinê de raste rast biryara binpêkirinê dabûya. Lijneya Giştî ya Dadgeha Makeqanûnê ji bo mafê hilbijartinê û di mijara parêzbendiyê de biryara binpêkirinê neda. Em jî dê ji bo vê mijarê serî li DMME’yê bidin.”