4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Azmûna derdorê ya bi navendê re didome-II

Nîzamettîn Ozturk

Erê, beriya avakirina komara Tirkiyeyê, Meclisa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê pêk hat. Vê meclîsê; di 20’ê çileya 1921’an de makezagon çêkir. Ev makezagon, bingeha xwe ji daxuyandnameya  Amasyayê, ji komcivînên Erzirom û Sêwazê digire. Mirov li gorî vê makezagona 1921’ê dibêje, di navbera welatiyan de “wekhevîtî” teqez hatiye avakirin û wekî ku tu kes derveyî vê namîne namine xuya dike.

Lewre li gorî çavkaniyan ev makezagon bi tevahî ji 23 xalan pêk hatiye, bi tenê li du cihan qala “nîjad”an tê kirin.

Ya girîng, di nav hemû makezagonên komara Tirkiyeyê ya herî baş makezagona 1921’ê ye. Lewre nivîskî û vekirî “Navendiya Ademî” di naveroka xwe de cih daye. “Ev jî nîşaneya sozdayîna ji bo xweseriya kurdan e.”

Jixwe xeynî vê makezagonê di tu makezagonên de cih cih nedan kurdan.

Mixabin temenê wê jî dirêj nebû! Komara Tirkiyeyê ava bû. Pergala xwe bi feraseta “Îtîhad û Tereqî” da rûniştandin û di navendê de cih girt. Dûre, makezagona 1924’an çêbû. Mafê gelê kurd di vê makezagonê de qet cih negirt. Sozên dabûn gelê kurd, li ber ba çûn. Piştî serhildana Şêx Seîd, bi taybetî ji bo gelê kurd zagonên wiha çêkirin ku ji pergala komarê bên dûrxistin. Jixwe statuya kurdan nehat qebûlkirin. Ji destpêka dîroka wê û vir ve gelê kurd ji desthilatî û dewletbûyînê dûr sekinandin.

Ji hêla din ve gelê kurd xapandinê qebûl nake. Bêguman piştî çêkirina makezagona 1924’an, gelê kurd li gelek bajarên Kurdistanê bertek nîşan dan û serî rakirin. Serhildanên gel bi salan berdewam kirin.

Lê arîşeya derdora navendê; ji avabûna komara Tirkiyeyê vir ve didome. Komar; li ser bingeha yek netewe û ev netewe jî tirk hatin hilbijartin, hate avakirin. Ji hêla olî ve jî sekulerîzm/laîsîzm danîn cem yek neteweyê û bi vî awayî pergala dewletê ava kirin. Li hemberî vê nerazîbûna civaka ola îslam, derket holê. Ev civakên hanê bi gelemperî li derdorê man, lê herdem têdikoşiyan.

Ba xwe bidinê kesên wekî Ednan Menderes û Celal Bayar di 1946’an derdikevin pêş. Menderes siyasaseteke durû dimeşand. Xwedê giravî wê pergala komarê veguheranda demokrasiyê.  Menderes bi dirûşma “Bes e, gotin a gel e” beşdarî hilbijartina 1950’î bû û eleqeyek mezin dît. Gelê kurd jî bi kelecaneke mezin nêzîk bû. Ji ber ku di bin bandora yek partiyê de “rizgar’ dibû. Belê Menderes hikûmet ava kir.  Di civinekê de got: “… Hûn bixwazin dikarin xelîfetiyê jî bînin…” Lê ber bi dawiya desthilatiya xwe de dest bi zordarî û tundiya kurdan kir. Girtin, mişextî û hwd bênavber berdewam kirin.

Mînaka balkêş bûyera 49’an e. Apê Mûsa jî di nav de, 50 siyasetmedar û rewşenbîrên kurd girtin û avêtin zindanê. Xwendekar li hemberî hikûmetê dest bi çalakiyan kirin. Artêşa tirk di 1960’î darbe çêkir. Menderes û du wezîr hatin darvekirin. Bi vê darbeyê re navendê cihê xwe xurtir kir.

Piştî darbeyê senteza tirk-îslam xurtir bû û demek dirêj hikmê xwe ajot. Dema desthilat diket tengasiyê artêş digihîşt hawara wan. Demhat Necmettîn Erbakan derket ser dika siyasetê. Erbakan bi kirinên xwe û li ser navê ola îslamê siyaset dimeşand. Demeke kurt bû serokwezîr, lê nikarîbû bibe serdestê navendê. Mirov dikare bêje ku Erbakan di vî alî de bingehek ava kir.

Ji 2000’î şûn de bi desthilatiya AKP’ê re kêm û zêde guhertinek çêbû. Li gorî hişmendiya xwe gihîşt navendê. Gelek “kevir ji cihên xwe leqiyan”. Lê encama azmûnê hê jî ne zelal e!