7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Azweriya têkoşînê

Guven Suvarogullari

 Her kesî bi awayekî şênber dît ku gava birêz Ocalan bi civakê re têkilî datîne bê çawa ruh û beden zindî dibin û hestên aştîxwaz wekhevî û azadî bilind dibin.

Li welat qanûna jiyanê; kesê ku azad nebe nikare bi ser bikeve, bi ser nakeve û nikare bijî.” Em pir kêm rastî gotinên ewqas şênber hatine ziman, tên. Bi vê gotinê em pê derdixin ku mifteya serkeftinê azweriya têkoşînê ye.

Însan hebûnek civakî ye. Ji destpêka mirovahiyê ve heta îro, jiyana xwe wisa domandiye. Ev civakbûyîn hem ji neçariyê ye, hem jî wekî tercîhekê ye. Ji ber ku însan bi tena serê xwe nikarîbû bijî. Û nikarîbû li hember tahlûkeyên xwezayê ji ajalan xwe biparêze û debara xwe ya giyanî pêk bianiya. Hewceyî bi hevkariyekî civakî hebû. Heke em bala xwe bidinê em ê bibînin ku hevkariya civakê garantoriya pêşerojê dike. Loma ew qasî pîroz hatiye dîtin û tê dîtin. Îcar bi taybetî di vê erdnîgariya ku em lê dijîn de ji mirovahiyê re dergûştî kiriye. Hestên civakê her bêtir xurt e. Loma pergala modernîteya mêtinger her carê sedem cuda bin jî di eslê xwe de civakbûyîna herêmê hedef digirin. Lê civak her carê bi dîn a bi birdoziyeke cuda dixwaze forma xwe ya civakî biparêze. Ji ber ku nasnameya civakê ya destpêkê li ser dîn hatiye çêkirin. Lewre hemû tevgerên beriya niha derketî li ser dîn hatine avakirin.

Di tevgerên niha de milê felsefîk û bîrdozî li pêş be jî di bingeha xwe de dîsa nirxên civakê parastin heye. Li welat jî bi taybetî di sedsalên dawiyê de mêtîngerî û bişaftinekî sistematik li gelê kurd hatiye ferzkirin. Her çiqasî di nava vê demê de bi dehan serhildan çêdibin jî, mixabin derbeyên di hêla çandî siyasî û aboriyê de nehate girtin. Di nava her tarîtiyê de bêguman ronahiyek jî heye. Hilweşandin, dejeneresyonek mezin di heman demê de di nava xwe de hilpekandinên mezin jî dihewîne. Rastiya Birêz Ocalan jî mînaka vê yekê ye.

Kengî ku civak di hêla exleqî û polîtîk de dejenere bûye pêşengek derketiye û civak li rastiya wê vegerandiye. Hz. Îbrahîm, Hz. Mûsa, Hz. Îsa, Hz. Muhamed û Zerdeşt pêxember mînakê wê yên şênber in. Tabî gelek zanyarên din jî derketine. Lê hêza wan bi qasî ya van pêşengan di hêla guhertina civakan de çênebûye. Ya rast, tişta hişt ku ev pêşengana derkevin dika dîrokê civak bi xwe bû. Li gorî her demê, civak divêtiyên xwe danî holê û li gorî wê pêşengên xwe derxist. Birêz Ocalan jî pêşengiya civakê kiriye. Ji ber ku texrîbatên li ser civaka kurd pir zêde bûn, bi serokatiyeke normal jê re bûyîne bersîv ne pêkan bû. Yanî beratiyên heyî û pozisyona gelê kurd hişt ku serokatiyeke gerdûnî derkeve holê. Wekî ku me got, her civak pêşengê nirxekî civakî û gerdûnî ye. Nexwe heta îro gelek kesên xwe-dan nirx derketine kedekî mezin jî dane. Lê belê di hêla temsiliyeta civaka kurd de lawaz mane.

Têkoşîna Birêz Ocalan daye destpêkirin hê ji zarokatiya wî dest pê dike. Di nirxandineke xwe de wiha dibêje: “Min hê di zarokatiya xwe de ferq kir ku di nava civakê de tiştên ne li rê hene. Civaka ku bikaribe di nav de bijîm tune ye.” Li ser vê lêgerîn û nêzîkatiyê derketine holê mirov bi rehetî dikare bêje testpeka têkoşîna civaka xwe avakirinê ye. Her çiqasî elimandinên civaka paşverû lê hatibe ferzkirin jî Birêz Ocalan vîna xwe radestî vê yekê nekir. Bedel da û hêjî dide. Lê civaka ku berê wê li azadiyê ye jî ava kir. Nexwe beriya wî civakeke çawa hebû? Civakên ku di hêla çandî û civakî de westiyayî bûyî û di nava jiyana biyolojik de hatibû hepiskirin li her çar parçeyên welat serwer bû. Vê yekê zor û zahmetiyên wî raxist ber çavan.

Tabî gava di nava civakekê de di hêla axlak û polîtîkayê de dejenerebûn çêdibe êdî ew civak ji nirxên civakbûnê dûr dikeve. Û wekî mirîşkeke sere wê hatibe jêkirin diperpite. Nikare rêya xwe bibîne. Li wir tişta ku ew qasî li ser civaka kurd bandor kiriye ne jenosîda fizîkî ye. Heta li gorî jenosîda çandî û ramanî ya fîzîkî pir kêm dimîne. Lewra Birêz Ocalan xelasiya ji hişmendiya mêtîngeriyê xist nava têkoşînê. Çarçefa reş a ku hêzên mêtinger li ser civakê raxistibû, bi ilm û rastiya têkoşîna birêz Ocalan qulipî bû. Ji wan deran ronahiya xwe li ser civakê ragirt. Gava civakê bi çavê qimişandî li wê ronahiyê mêze kir, ew ronahî hêj bêtir mezin bû. Û berbelav bû. Ew têkiliya sîmbiyotîk zêdetirî 50 sal in didome. Heke ji roja destpêkê heta îro êrîş beralî û tecrîd ew qasî li ser hev tên, sedema wî herikbarî û sînerjiya di navbera Birêz Ocalan û civaka kurd mirovahiyê de qutkirin e. Her kesî bi awayekî şênber dît ku gava birêz Ocalan bi civakê re têkilî datîne bê çawa ruh û beden zindî dibin û hestên aştîxwaz wekhevî û azadî bilind dibin. Lewre di şexsê faşîzma tirk de, xwedan pergala kapitalist, dixwazin ava jiyanê bi ser kelan de qut bikin. Wan bêruh û nefes bihêlin.

Rastiyeke wisa jî heye ew meşaleya Birêz Ocalan daye destê me, ji bilî wekhevî û demokrasî û ronahiyê tiştekî dine nîne. Heke em van amûrên xwe ên zelal bi hemû hêza xwe têbikoşin, dê civak û birêz Ocalan ruh û beden, ax û av, evîn û jiyan, bigînin hevdu. Û jiyana layiqê gelan bi destê gelan bête avakirin. Em bi jêgirtineke Birêz Ocalan nivîsa xwe bi encam bikin.

“Ji ber hewldanê ji bo azadiyê tu carî poşmantî nayê jiyîn. Bi tenê ji ber windahiyên bê wate înyade, xetimîner û erkên ku di dema wê de nehatiye kirin, êş tên kişandin. Êş ji bo her kesên ku qîmeta wî dizane, her tim mamosteyê herî baş bûye. Vê carê jî mamosteyê herî baş bi keda xwe dersên başî rast û xweşikatiyê bi awayekî herî baş were hînbûyîn.”

*Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Kocaeliyê