3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Babacan çiqasî dikare Tifaqa Millet qanih bike?

Li Tirkiyeyê ji ber vê maddeyê hemû kes tirk tên hesibandin. Ji ber ku hemû kes tirk têne hesibandin ji bilî mafê tirkbûnê tu maf ji beşên din ê civakê re nayê dayîn. Xwestekên gelê kurd jî li gorî vê maddeyê têne redkirin.

Li Tirkiyeyê îro mijara herî zêde tê axaftin qeyrana aborî ye. Ev meheke dawî rojev hema bibêje hemû li ser butçeya sala 2023 û mûçeyên karmend û karkeran bû. Îro kêm kes hene ku qeyrana aborî înkar dikin. Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê jî jê haydar e. Lewma heqdestê karkeran ê herî kêm ji sedî 60 zêde kir. Piştre mûçeyên karmendan ji sedî 30 zêde kir.

Mixabin di sala nû de li ber zêdekirina bihayan ev zêdehiya mûçeyan pir kêm e. Bi kurtasî ev rewş baş tê zanîn. Lê mixabin muxalefeta Tirkiyeyê newêre bi rastî behsa sedema qeyrana aborî bike.  Parlementerê AKP’ê Nûrettîn Canîklî di axaftina xwe ya li ser butçeyê de rastiya qeyrana aborî vegot lê kes zêde li ser nesekinî. Sedema herî mezin şer e, israra di şer de ye. Herî zêde jî israra di tunekirina gelê kurd de ye. Kurd di çavê xwe de sor kirine û li her derê êrîş dibe ser wan.

Stratejiya dijberiya kurdan dewlet gav bi gav ber bi qeyranê ve bir. Rastiya qeyranê ev e. Lê mixabin muxalefet qet behsa van tiştan nake. Behsa qeyrana aborî dike. Qeyran heye lê sedem tune ye. Li welatekî qeyrana aborî ji ber dij-hiquqî, dij-demokrasî û qedexeya azadiyan de derdikeve holê. Li welatekî ku hiqûq bi rêkûpêk neyê meşandin hemû qirêjî xwe didin jiyandin. Li welatekî ku demokrasî tune be hemû maf têne binpêkirin. Li welatekî ku azadî tune bin raman û fikr pêş nakevin. Ev jî sedemên qeyranê ne.

Hemwelatîbûn û perwerdeya kurdî

Di rewşeke wiha de serokê DEVA’yê Alî Babacan plansaziya çalakiya mafên bingehîn aşkera kir. Di vê plansaziyê de behsa guhertina pênaseya hemwelatîbûnê û perwerdeya bi zimanê zikmakî ya kurdî hate kirin. Babacan, anî ziman ku ew ê pênaseya hemwelatîtiyê biguherînin û pêşiya azadiyan heya dawî vekin. Her wiha anî ziman ku ew ê li gel tirkî perwerdeya bi zimanê kurdî jî serbest bikin. Piştî demeke dirêj li Tirkiyeyê ew qas vekirî behsa pirsgirêka kurd û çareseriyê tê kirin. Ev mijareke girîng e.

Daxwazên kurdan ji aliyê partiyeke ku xwe weke muhafazakar pênase dike ve têne pejirandin. Di pratîkê de sibê çi biqewime em nizanin. Lê gotin bixwe jî watedar e. Babacan çiqasî vê helwesta xwe bidomîne ne diyar e. Lê destgirtina mijarê girîng e. Her wiha piştî daxuyaniyê tev li bernameya televîzyonekê bû û anî ziman ku divê ‘zagonên înkilabê’ werin guhertin. Zagonên înkilabê zagonên înkar û îmhayê ne. Lewma ev daxuyaniyeke gîrîng e. Serokê partiyekê vekirî tîne ziman ku bila zagonên azadiyan qedexe dikin û mafan înkar dikin werin guhertin.

Pratîk girîng e

Di demên beriya hilbijartinê de gelek partî daxuyaniyên bi vî rengî didin lê tenê ji bo rêjeya xwe zêde bikin hinek tiştan dibêjin. Gelo dibe ku Alî Babacan jî polîtîkayeke wisa bimeşîne?

Ali Babacan yek ji avakerê AKP’ê bû. Di gelek cihên karên grîng de peywir girt. Bi salan karê aboriyê bi rê ve bir. Zêde nekete nav siyaseta rojane. Pergala aborî ya Tirkiyeyê bi awayekî rêkûpêk entegreyî pergala kapîtalîst kir. Ew bixwe zagonên aboriya pergala kapîtalîst baş dizane. Her wiha di têkiliya dîplomasiyê de jî xwedî tecrube ye. Ji vî aliyî ve jî axaftina wî girîngtir dibe. Dîsa jî di dawiya dawiyê de ya herî girîng pratîk bixwe ye.

Xwestekên kurdan tên redkirin

Li gorî min di axaftina Babacan de du xalên girîng hene. Yekemîn ew e ku dibêje ‘mafê mirovan ê rêxistinbûnê heye.’ Yanî tenê hîssiyat têrê nake, divê mirov dikaribin li gorî bîr, bawerî, reng û çanda xwe bibin xwedî rêxistin. A duyem jî guhertina maddeya 66’an a makezagonê ye. Madde 66 wiha dibêje: “Hemû kesên bi peywendiya hemwelatiyê bi dewleta tirk ve girêdayî ne tirk in. Zarokên bavê tirk û diya tirk, tirk in.” Babacan, diyar dike ku ev madde were guhertin û di cihê wê de naverokeke ku li hemberî netew, ol, bawerî û etnîsîteyan nêtar be were amedekirin.

Li Tirkiyeyê ji ber vê maddeye hemû kes tirk tên hesibandin. Ji ber ku hemû kes tirk têne hesibandin ji bilî mafê tirkbûnê tu maf ji beşên din ê civakê re nayê dayîn. Xwestekên gelê kurd jî li gorî vê maddeyê têne redkirin. Nêtarkirina vê maddeyê û pêşîvekirina li rêxistinbûnê bi tena serê xwe dikare gelek pirsgirêkan ji holê rake.

Dijberiya Tifaqa Millet

Belê Babacan van tiştan dibêje lê gelo hêza guhertin û pêkanîna wî çiqas heye? Dema mirov li rêje û rewşa dawî ya DEVA’yê dinêre, dibîne ku pir ne xurt e. Bi tena serê xwe hêza wî têrê nake. Lê heke van fikrên xwe bi tifaqa ku di nav de ye bide qebûlkirin wê demê rewş diguhere.  Mixabin tifaqa ku di nav de ye Tifaqa Millet bi erênî nêzî van nirxandinan nabe. Di serî de ÎYÎP bertekên tund nîşan dide. Berdevkê ÎYÎP’ê Kurşad Zorlu vekirî bertek nîşan da û anî ziman ku di bernameya wan de tiştek wisa tune.

Heya niha ji rayedarên CHP’ê tu daxuyanî nehatine kirin. Ev dikare bi erênî were dîtin. Lewre demên berê li hemberî axaftinên bi vî rengî CHP’ê bertekên pir tund nîşan dan. Hem CHP û hem ÎYÎP serî li  Şûraya Dewletê (daniştay) dan ji bo ku ‘Sonda Me’ careke din li dibistanan were xwendin. Di Sonda Me de tê gotin ku ‘Ez tirk im û hebûna min ji hebûna tirk re diyarî be.’ Ev her du partiyên ku ew qas hişk li hemberî betalkirina xwendina Sonda Me sekinîn beyî guhertineke mezin nikarin daxuyaniya Babacan erê bikin. Partiya Gelecek û Saadet jî di guhertina makezagonan de nêzî Babacan difikirin. Partiya Demokrat ji ber ku zêde bandora wê tune ye piranî li gorî helwesta giştî tevdigere. Di tifaqê de hêza herî xurt a CHP û ÎYÎP’ê ye. Lewma ji bo ev fikir serdest bibe divê piştgirî bidin.

Heke mafê mirovan hebe…

Babacan bi vê daxuyaniyê hem li hemberî desthilatê destê xwe xurt kir hem jî rê nîşanî muxalefetê da. Heya niha diyar bû ku desthilat bi ‘dijberiya hemberî terorê’ muxalefetê dîl digire. Her xwestek û mijara mafan wekî teror pênase dike. Bi heman rêbazî têkoşîna gelê kurd jî terorîze dike. Îcar heke mafê mirovan hebe ku xwe rêxistin bikin û hemû kes ne tirk be wê demê divê mafê wan jî were naskirin. Bi vî awayî şîdeta ku li hemberî têkoşîna gelê kurd tê meşandin jî tê teşhîrkirin. Jixwe heya ku mufalefet vekirî ji dest desthilatê vê mijarê dernexe nikare bi ser bikeve.

Hêza xwe daye ser qeyrana aborî. Mixabin ji bo qeyrana aborî çareser bike divê sedeman baş zanibe. Ji bo qeyrana aborî were veşartin desthilat bi rihetî dikare şer derbixe. Hingî mufalefet wê çi bike? Lê heke muxalafet vekirî bîne ziman ku “Ev şerê bi dehan salan didome hem dewletê hem jî civakê diwestîne, ev çil sal in neqediya, bi vî awayî jî naqede, divê bi rêbazên diyalogê pirsgirêk werin çareserkirin.” Hingî tu gotin ji desthilatê re namînin. Dema ez gotinên Babacan di vê çarçoveyê de digirim dest girîng dibinim. Heke nêzîkatî ev be, hilbijêrên kurd jî bi rihetî dikarin piştgiriya namzetê/a tifaqa milet bikin.