19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bafil Talebanî: Êrîşa li Balefirgeha Silêmaniyê sûc e

Joe Buccino: “Ez piştrast dikim ku li Silêmanî ya Herêma Kurdistana Iraqê li dijî konvoyekê êrîşek pêk hat. Di wê karwanê de karmendên leşkerî yên Amerîkî jî hebûn. Kuştî û birîndar çênebûn. Niha em li ser vê êrîşê lêkolîn dikin.”

Li gorî çavkaniyên cuda ên Herêma Federal a Kurdistanê di 7’ê nîsanê de li nêzî Balafirgeha Silêmaniyê êrîşek bi balafireke bê mirov pêk hatiye.  Her wiha tê îdiakirin ku armanca wê êrîşê Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî bû.

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li ser vê yekê daxuyaniyek da û tê de anî ziman, “Hemû nûçeyên ku îdia dikin Fermanadarê Giştî yê hêzên me Mezlûm Ebdî li bajarê Silêmaniyê hatiye armanc girtin ne rast in. Fermanadarê Giştî li ser erka xwe ye. Ew nûçeyên derew bi armanca şantajên siyasî li hember hinek hêzên Başûrê Kurdistanê tên kirin.”

Daxuyaniya DYA’yê

Berdevkê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Joe Buccino, der barê mijarê de bi daxuyaniyeke nivîskî bersiva rojnameya The Wall Street Journalê daye.

Berdevkê CENTCOM’ê  Joe Buccino di bersiva der barê vê mijarê de wiha gotiye: “Ez piştrast dikim ku li Silêmanî ya Herêma Kurdistana Iraqê li dijî konvoyekê êrîşek pêk hat. Di wê karwanê de karmendên leşkerî yên Amerîkî jî hebûn. Kuştî û birîndar çênebûn. Niha em li ser vê êrîşê lêkolîn dikin.”

Daxuyaniya Serokê YNK’ê Bafil Talebanî

Serokê Yekitiya Nîştîmaniya Kurdistanê(YNK) Bafil Talebanî der barê êrîşa ser Balefirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê de bi daxuyaniyekê ragihand ku kiryarên tawanan û derbaskirina sînorên Herêma Kurdistanê û Iraqê bi çavsaxî û serpereştiya alî û saziyên emnî ên îstîxbarata navxweyî tên kirin û wiha got: “Ne tiştekî ecêb e û dîrokeke me ya dirêj li gel heye.

Lê Silêmanî û dîroka wê, Silêmanî û xelkê wê ji xeyalên vala yên partiyekê mezintir û qehremantir in ku navûdengê wê xirab bikin û jiyana xelkê wê xirab bikin. Berê YNK’ê ji bo parastina yekrêzî û bidestxistina berjewendîyên bilind ên gelê me bêhna xwe didan, lê berdewam reftarên ne guncaw ên hin dezgehên ewlekarî yên partiyeke siyasî di bin siya hikûmeteke deshilatdar û serdest de, hemû sînor derbas kiriye û rewş ber bi rawestanê ve biriye.”

Serokê YNK’ê her wiha diyar kir ku ew bi Kurdbûna xwe serbilind in û wiha domand: “Kurdistan di dilê me de ye û em ji bo jiyana gelê xwe rû bi rû hemû metirsiyan bûne û dibin. Xirabkirina aramiya Herêm û Silêmaniyê xeta sor e.

Di dawiya daxuyaniyê de Bafil Talebanî got: “Em careke din û bi dengekî bilind dibêjin yan Kurdistan yan neman.”

Daxuyaniya tevgera azadî

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê êrîşa hewayî ya dijî balafirgeha Silêmaniyê weke karekî dijminane binav kir û diyar kir: “Siyaseta girêdayî dagirkeran jî weke siyaseta talanker ya neftê mehkûmê têkçûnêye. Daxwazê ji gel û hêzên siyasî jî dikin ji bo têkçûna xeyalên dagirkeran û nokeran têbikoşin.”

Duh êvarê êrîşeke hewayî li nêzî balafirgeha Silêmaniyê çêbû, li gel ku heya niha tam ne hatiye piştrastkirin êrîş ji aliyê kî ve çêbûye jî hemû îşaret Tirkiyeyê didin nîşan. Jixwe Tirkiye 3’yê Nîsanê qada xwe ya hewayî li balafirên Silêmaniyê girtibû. Êrîş bû sedema nerazîbûneke cidî ya rêveberiya YNK’ê û rêveberiya Silêmaniyê.

Li ser êrîşa dijî balafirgeha Silêmaniyê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê jî şevê din daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de êrîşê şermezar kir û ji gelê Silêmaniyê û hêzên siyasî jî xwest li dijî vê siyaseta xwe dispêre dagirkeran bisekinin.

Tevgera Azadî diyar kir Erdogan ji tirsa têkçûna xwe di hilbijartinên îsal de berê xwe dide kiryarên metirsîdar û ji bo desthilata xwe ji dest jî nede dibe serî li komkujîkirina Kurdan jî bide.