18 Eylül, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bakirhan serdana karkerên demsalî kir

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li navçeya Torbaliyê ya Îzmîrê serdana karkerên demsalî kir û li pirsgirêkên karker û cotkaran guhdarî kir

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û şandeya pê re di çarçoveya hevdîtinên “Nan û Dadê” de li navçeya Torbaliya Îzmîrê serdana karkerên çandiniyê yên demsalî û cotkaran kir. Karker û cotkaran bi lêdana çepikan û fîkandinê Bakirhan û şandeya pê re pêşwazî kirin. Bakirhan li gel karker û cotkaran sohbet kir û li pirsgirêkên wan guhdar kir.

Gilî û gazinên karkeran

Karkeran gilî û gazincên xwe ji Bakirhan re vegotin û anîn ziman ku ew di nava çerxa krîza aborî û bihabûnê de mane û yewmiyeya ku ew heq dikin nagirin. Cotkaran jî gazincên xwe anîn ziman û gotin kar û zirara wan hev dernxe.

Em ê pirsgirêka we bibin meclisê

Bakirhan piştî li karker û cotkaran guhdarî kir da zanîn ku li her deverê karker û cotkar ketine nava rewşek perîşaniyê û ew jî li dijî vê pergalê têdikoşin. Bakirhan got armanca serdana wan ew e ku pirsgirêkên karker û cotkaran bibin rojeva Meclisê.

Şande çû herêma şewatê

Bakirhan di nav zeviya îsotan de kêliyekî li gel karkeran îsot berhev kirin. Bakirhan û şandeya pê re paşê ji vir berê xwe dan herêmên şewatê yên li navçeya Karşiyakayê û Bayrakliyê û di bernameya wan de serdana welatiyên mexdûr jî heye.