17 Eylül, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Balkêş, ecêb û eletewş

Yên ku bi rastî jî çalak û çeleng in, naxwazin bipeyîvin, hewce jî nabînin. Ew zûda ji defikên fen û fût û forsan derbas bûne. Dil û hişê wan wisa fir daye xwe ku êdî tenezulê gotin û pesnan nakin.

Carna dibînim, hin mirovên ku qet û qet zorî û zehmetî nedîne, wisa behsa berxwedan û serhildanê dikin ku tu dibêjî qey wan ewan têgîhan derxistiye! Balkêş e ku her tim wiha bûye. Yên ku bi rastî jî çalak û çeleng in, naxwazin bipeyîvin, hewce jî nabînin. Ew zûda ji defikên fen û fût û forsan derbas bûne. Dil û hişê wan wisa fir daye xwe ku êdî tenezulê gotin û pesnan nakin. Baş dizanin ku zor be û bipijîne jî, jiyan xweştir e ji gotinê. Loma jî dema carna hinek ji wan re dibêjin, ez di cîhê te de bama min ê nehişta ku kes bipeyive, şaşwaz dibin û şerm dikin. Şermek ji dêvla dinyaya bê şerm va, şermek ji dêvla yên ku nizanin tama berxwedanê çiqas tehl û zor û şêrîn û zêrîn e… Şerma ji ber ên ku dibên qey hîn gotin benîşt in, hema wisa rehet dicûn… Lê  gelo şerm, aciz nabe dema wiha li cîhê şaş dimîne?

Îja dema ku dibêjin de ka ji me re biaxive, zengilê bêdengiyê lê dixe û piçek paşê eynî wek ku hûn difikirin dibe. Nezaketen wilo gotine, ji bo dest bi axaftinê bikin. Mînak, sê heyv li zindanê mabin, dibêjin nabêjin naqede. Tew carna sê roj jî dike ku bi saetan dewam bike. Hûn guhdar dikin, baş guhdar dikin, ji dil û can.. Îhtiyac e çimkî, ew axaftin baş tê ji wan re. Bila biaxivin, xem nîne. Axaftin xweş û baş e. Bila bêjin… dil rehet bikin. Ji ber ku êdî guhdar jî bi dest nakevin, her kes dixwaze bêje, biaxive. Lê ya ecêb ev e, ji bo ku biaxivin, dibêjin  ka ji me re biaxive. Belkî nizanin ku tu yê bi wê awê neaxivî, belkî jî dizanin. Lê gotin wata xwe diguherine. Ji bo ku ew biaxivin meselan vedikin. Jixwe ji we re jî baş tê. Çimkî hûn jî di demên wiha de nikarin û naxwazin biaxivin jixwe. Hela hin tişt, qet nayên gotin. Gotin nikarin hin tiştan bêjin, gotin bi rastî jî bi kêrî gotina tiştên zor û giranbuha nayên. Gotin nizanin bêjin, hew disojin, hest û ramanên ji bo tiştên ku hatine jiyîn îfade nakin. Mînak dema tu dibêjî ez ew roj xemgîn bûm, tu wê rojê ji nû ve, di wê kêliya ku tu dibêjî de dîsa, bi awayek din  û kûrtir dijî, lê gotina ku ji devê te derdikeve hew ew e…Kevin, seranser û yekwate…

Her wiha berxwedan, serhildan bi xwe pir hêsan bûye! Mirov çend tiliyan li klavyeyê didin, dibên filan kes û der û tişt tenê nîne û dibin şoreşger! An jî çend wêneyan ji çend deran an jî wêneyên hin kesan û gelek caran bi nasnamên sexte parve dikin û dibin muxalif.. Xwezî wiha rehet bûya her tişt û wek ku demek berê digotin şoreşên klavyeyê, înternetê pêk bihatana! Lê wisa nîne, rewşa kesan jî ya civak û welatan jî li holê ye û ev rewş e ku bi mêjiyê dîjîtal tê birêvebirin, ango bi lêdana tiliyan…

Îja ev jî heye ku mirov nizanibe guhdar bike, dikare biaxive? An jî berevajiyê wê, ku mirov nikaribe hest û ramanên xwe bîne ser ziman, dikare hest û ramanên yên din guhdar bike? Ji ber ku hin tişt wek cêwiya ne ji hêla diyalektîkî ve, bê hev nabin. Tu nikaribî bêjî, nikarî bipêjî jî..

Lê niha ji bo ku kapîtalîzmê her tiştî kiriye wek “metayê”û jiyan jî bi vî aw ê bûye ”bazarek” eletewş, gotin jî ji bo firotanê ne, ne ji bo wate û xwebûnê. Ji bo ku wek pakêtek qordelekirî ne mirovên îro, hest û ramanan jî azadî û qîmeta xwe wendakirine, çimkî pakêtkirin, pakêtbûyîn bi xwe fermana xwebûnê ye.

Lê dîsa jî em bi dil û zanyariya mirovahiyê bawer in, ew dilê ku wiha ye:

Dilê min qeyîkek ji kaxiz e

Ji zarotiya min..

Ji wan qeyîkên ku

Karibûn her kesî

Bi xwe re bibin her derî

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê