27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

MKM: Li cenazeyên xwe yên Parîsê xwedî derkevin

MKM’ê bi daxwûyaniyeke nivîskî bang li raya giştî kir ku tevlî merasîma definkirina cenazeyên kesên ku li Parîsê hatine qetilkirin bibin.

Navenda Çanda Mezopotamya(MKM) bi daxwûyaniyeke nivîskî bang li raya giştî kir ku ew xwedî li cenazeyê xwe derbikevin û têkildarî merasîma definkirina Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî), hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û Abdurrahman Kizil bibin.

MKM’ê  têkildarî mijarê de wiha got: “Bûyera dawî ya ku li Parîsê li navenda Ewropayê pêk hatî, parçeyeke qirkirina li ser çanda kurdan e ku bi awayekî pergalî tê meşandin. Parîs bi komkujiya 2’yemîn re ji bo kurdan bûye bajarekî reş. Di heman demê de bûye cihekî kujerên hunermend û siyasetmedarên kurd. Hunermend Mîr Perwer jî yek ji wan hunermendên kurd bû ku li Kurdistanê hunera wî hatiye qedexekirin û berê xwe dabû Ewropayê. Tevî hemû astengiyan jî Mîr Perwer li penaberiyê di hunera kurdî de israr kiriye û di encamê de bûye hedefa qatilên kirêt û faîlên diyar. Weke kedkarên Navenda Çanda Mezopotamyayê, di şexsê Mîr Perwerde de hemû cangoriyên hunera azad bibîr tînin. Li hemberî her êriş, pêkûtî, qedexe û kuştinan, em ê stranên xwe yên şoreşê bêjin. Wê tu êriş nekarin deng û awazên me qut bike. Bangawaziya me ji bo hemû gelê me ew e ku cenazeyan bi tevlibûneke xurt pêşwazî bikin, xwedî lê derkevin û oxir bikin.”