19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Bavê min di hucreyê de kuştin’

Mehmet Sevînç ê li Girtîgeha Akhîsara Manîsayê girtîbû jiyana xwe ji dest da. Mehmet Sevînç di 3’ê nîsanê de rakiribûn nexweşxaneyê. Malbat çend roj in li ber nexweşxaneyê radiwestiyan. Leşkeran îro agahî dan malbatê û diyar kirin ku Sevînç jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê wî ji bo otopsiyê rakirin morga nexweşxaneyê. Keça Sevînç, Bêrîvan Sevînç agahî da Ajansa Mezopotamyayê (MA) û got: “Bavê min avêtibûn hucreya yek kesî. Di hucreyê de bavê min kuştin. Tu agahiyê nadin me. Çima miriye? Çi hatiye serê wî? Ji me re nabêjin. Ne li şûna bijîşkan leşker agahiyê didin me ku bavê min miriye.”

30 sal in girtî bû

Mehmet Sevînç (63) di sala 1992’yan de li Êlihê hat girtin û pişt re bi hincetên siyasî cezayê muebedê lê birîn. Sevînç heta niha li girtîgehên Êlih, Sêrt, Dîlok, Trabzon, Kandira girtî ma. Herî dawî di sala 2018’an de ew sewqî Girtîgeha Akhîsarê kirin. Malbat bi hinceta pandemiyê du sal in neçûbû  hevdîtina wî. Ji berdana Sevînç re salek û nîv mabû. Ew bavê sê zarokan bû. Malbata wî li Kocaeliyê dijî.