3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bawerî û pîrozwerî

Adar Jiyan
Adar Jiyan
Li gundê Dengiza ku bi ser Stewra Mêrdînê ve ye wekî zarokê herî dawî yê malbata ku ji 9 zarokan pêk dihat, hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn li Stewrê, Lîseya Îmam-Xetîbê li Mêrdînê xwend. Pêşî li Zanîngeha Harranê, Fakulteya Perwerdehiyê, Beşa Hînkirina Dersan, paşê Zanîngeha Enqereyê, Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê, Beşa Ziman û Wêjeya Fransî qedand. Li Elezîz, Sêwas, Dilok, Mêrdîn, Yozgat û Konyayê mamostetî kir. Ji bilî mamostetiyê nivîsên wî yên der barê ziman, çand û wêjeyê de hatine weşandin. Jiyana xwe ya nivîskariyê bi nivîsandina gotar, helbest û nirxandinên di kovar û rojnameyên cuda de didomîne. Di van demên dawî de zêdetir li ser pedagojiya perwerdehiyê rawestiyaye. Li ser vê mijarê gelek pirtûk, gotar û nirxandinên wi hatine weşandin.

Peyva baweriyê; beramberî peyva “amene (emene)”erebî ya ku ji koka “emn (emene)”hatiye dariştin ku tê wateya “bawerbûn” ê ya ku ji hestê pêbaweriyê der bûye. Bi peyva eqd (eqede) ku tê maneya “qurmkirin”, “biryara dawî” û “pejirandin” ê re hemwate ye. Yanî peyva “îtiqad”ê jî ji bo “bawerî”yê  tê bikaranîn. Têgiha baweriyê (îmanê)  wekî; “teqdîskirin û îmankirina pêxemberên ku ji ji cem Xwedê de ji bo belavkirina olê hatine şandin” tê pênasekirin.  Kesên ku xwediyê vê baweriyê bin jî wekî “mumîn (bawermend)” tên binavkirin. Kesên ku pêwîstiyên baweriya xwe bi tevahiya teslîmiyetê pêk tînin jî wekî “misilman” tên navandin. Her wiha pirhejmariya peyva muslîm jî di kurdî de li gor qaîdeya erebî di vê wateyê de tê bikaranîn.

Peyva  pîroz  beramberî  peyva “quds”a erebî ye ku tê wateya “pak û paqaijî” yê. Pîrozwerî; beramberî peyva “qudsiyetê (pîroziya ku tê dayîn)”  ji heman kokê tê û tê wateya “veqetandin”ê.

Peyvên ku ji koka qds (qedese)  di zimanên semîtîk de û têgîna pîroz ku bi peyvên “hagios” di yewnanî û sacrum ku di latînî de tê dîtin hêmana herî bingehîn e ku di hêmana yekparebûna wê olê de peyda dibe. Anku ev têgih, di hemû olan de mijara sereke ya zanyariyên olî ye.

Pênaseya têgiha baweriyê bi çend awayan tê dayin?  Bawerî bi çi, bi kijan tiştî yan bi çi awayî pêk tê?  Baweriyê erênî yan jî neyînî çi ye? Û gelek pirsên din muhtacî bersivê ne.

Bawerî;

– Bi temamî bawerî (baweriya bi kesekî yan tiştekî).

– Baweriya xurt a bi tiştên razber

– Baweriya olî.

– Baweriya li ser bingeha têgihîştina giyanî

– Baweriya/ewlehiya der barê tiştên şênber.

– Bawerî yan jî teoriya hişk.

– Baweriya pîrozwer û gelek baweriyên din.

Bawerî, rewşa  ewlebûn û xwespartina kes an jî hebûna ku qet şik û guman jê nayê kirin e. Heke şik hebe yan bawerî  tune ye yan jî bawerî qels e û di xetereyê de ye.  Gava ku merivek bi temamî ji tiştekî bawer dike, qet gumanê jê nake; gava ku gumanê jê nake jî bawerî xurt dibe û ewleyî û xwespartina tişt dikeve meriyetê.

Ev rêgez hem ji bo tiştên şênber/berçav û hem jî ji bo tiştên razber/nepenî derbasdar e. Her çendî ku di navbera ewleyî û baweriyê de têkiliyeke xurt hebe jî her du têgih ne heman tişt in.  Mirovên ku ji tiştên razber bawer dikin tu şik û guman bi wan re çênabe. Her wiha gava ku mirov der barê mirovan  de baweriya wan rûdinê, bi wan ewle dibin û tu şik û gumanê ji rastî û duristiya wan nakin. Jixwe gava ku bi wan ewle nebin, qet ji wan bawer jî nakin.

Hin tiştên ku hin kes baweriyê bi wan tînîn gelek kes baweriyê bi wan naynin. Li gorî qaydeyên olî bawernekirin tê wateya mandelekirinê/înkarkirinê. Heçku înkarkirin ne dijberê baweriyê ye; dijberê tiştên ku hebûna wan teqez e. Înkarkirin  û  redkirin, nepejirandina tiştên heyî û şênber e.  Ji ber ku tiştên razber nayên dîtin, nayên înkarkirin û nîqaşkirin jî.  Tenê bawerî bi wan tê anîn an jî nayê anîn. Lewre tiştekî razber, ji bo yên ku bawer dikin heye belê ji bo yên ku bawer  nakin tune ye. Heke hebûn an jî tunebûna were nîqaşkirin jî dê ew nîqaş tu car bi dawî nebe negihîje encamekê.   Çawa ku hezkirin an jî bedewbûna tiştekî nayê nîqaşkirin, bawerî jî nayê nîqaşkirin. Bawerî li gorî kesan dıguhere. Dibe ku ev bawerî bi tiştên razber an jî bi tiştên şênber be. Baweriya tiştên razber, baweriyeke hînbûyî ye ku ji hêla hin kesan ve tê hînkirin. Baweriya bi Xweda, baweriya bi ferîşteyan,  baweriya bi ecineyan û hwd.

Baweriya bi tiştên şênber, baweriya ewlebûn û pêbaweriyê ye.  Baweriya razber jî dîsa xwe dispêre baweriya tiştên şênber.  Baweriya ku ewledariyê pêk tîne li ser hîmê  baweriya mirovan ava dibe. Kesekî/e ku ne ewlemend be ne dikare mirovan li dora xwe bicivîne û ne jî dikare bîrûbawerî yan jî fikir û boçûnên xwe bi wan bide qebûlkirin.  Divê mirov pêşî bi wî/wê ewle bibin da ku jê bawer bikin û gotin û kiryarên wî/wê bipejirînin. Berevajiyê wê jî mimkûn e; divê  mirov pêşî  jê bawer bikin da ku pê ewle bibin.

Her çendî ku bawerî û ewlehî ne heman tişt bin jî, di navbera wan de têkiliyeke xurt û jêneger heye. Bi kurtayî; ne bawerî bêyî ewlehiyê û ne jî ewlehî bêyî baweriyê pêkan dibe. Mînaka herî berbiçav pêxemberên olî ne. Hemû pêxemberên olên semawî di nav civaka xwe de wekî kesên ewlemend hatine dîtin. Her çiqas zane û pêşeng bin jî  -di vir de- hêza diyarker ewlemendbûna wan e.  Sifatê pêxemberê ola îslamê Hz Mûhemmed  “Mûhemmedul Emîn (Mûhemmedê Ewlemend)” e. Ewlemendiya wî kir ku mirov bi wî û Xwedayê wî baweriyê bînin. Pêxember heyînekî berçav bû, belê peywirdarkirin û pêxemberiya wî  ya ji cem Xweda de tenê xwe dispart baweriyê.  Lewma li gel yên ku bawerî pê dianîn yên ku bawerî pê nedianîn ji hebûn. Heke pêxemberiya wî ji hêla her kesî ve bihata qebûlkirin, dê hemû mirovên vê dinyayê bi ola îslamê bawerî bianiya û dê tu olên din jî li holê nemana.

Meriv dikare îro jî têkiliya murîdên ku qet nafikirin û tenê baweriyê bi şêxên xwe tînin û hemwelatiyên ku qet  nafikirin û tenê baweriyê bi siyasetmedarên xwe tînin jî di vê çaçoveyê de binirxîne. Mirovên ku nefikirin, dê hinek li şûna wan bifikirin û dê ew kes bîrûbawerî û bîrdoza xwe bi wan kesên ku nafikrin bidin qebûlkirin. Kesên ku nefikirin pêkan e ku bîrûbaweriya şêxê xwe yan jî bîrdoza siyasetmedarên xwe wekî ayetên Qurana Pîroz bibînin.

Bawerî tenê ne di warê olî de pêk tê. Di jiyana civakî ya şênber de jî bawerî wekî hêzeke xurt tê bikaranîn.  Domdariya baweriyê girêdayî pîrozweriyê ye. Tiştê ku pê tê bawerkirin pîrozwer jî tê dîtin. Ew pîrozwerî tenê baweriyê xurt nake; hebûna tiştê ku pê/jê tê bawerkirin jî misoger dike. Ew misogerî dibe destnedan, têkilînebûn, teqezkirin û parastina wî tiştî.  Kesên bawermend an jî  yên ku bi fikra muridiyê tevdigerin tiştên pîrozwer nîqaş nakin. Çimkî nîqaşa pîrozweriyê baweriya wan qels dike.

Tiştên ku bi zirxên pîrozweriyê tên dorpêçkirin ne tên sererastkirin/edilandin û ne jî tên guhertin. Anku pîrozweriya ku bi baweriyê re pêk tê, dûrî aqilan be jî her gav tê parastin û li ser mirovan tê ferzkirin. Gelek caran jî sosretî, kirêtî û qirêjiyên biecêb jî dibin perdeya wê pîrozweriyê de tên veşartin. Lewre ne tu kes dikare têkilî wê bibe û ne jî dikare wê rexne bike û biguherîne. Êdî ew wekî nirxê civakê yê hevpar, destnedayî û mayînde tê dîtin û pejirandin. Ev pîrozwerî hin caran ji bo ol, al, bîrûbawerî û birdozan û hin caran ji bo xak, welat, mal û mılk û dewletê li ser gel û civakê tê ferzkirin. Ev yek jî pêşiya  rê û rêzikên diyalektîk û ramana analîtîk digire. Tiştekî ku neyê nîqaşkirin ne mimkûn e ku rastiya wî were çespandin. Li cihê ku nîqaş tune be, aqil jî tune ye: Ku aqil tune be yan dê bawerî bibe hîmê pîrozweriyê an jî dê pîrozwerî bibe taca serê baweriyê.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê