3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bayê sibê

Vê sibehê ba rûyê te dipale.
Xweşnefesa berbangîn xewgîriya te didomîne. Ax nerm e di bin lingê te de, na tu naxwazî şiyar bibî. Wisa nermîn dimeşî, germahiya canê te bihuştîne. Dostekî te bang dike, “Apê min Feysel çû rehmetê…” tu serê xwe bilind dikî, divê tu herî ser mezel.
Mirin qet nehatibû bîra te vê sibehê, ma ne wisa!
Bayê sibê xweş digobile, dilorîne kêfxweşiya hebûnê, lê va “mirin!”
Mirin, rewşguherin an jî tunebûna şêweyekê.
Her dem di hişê te de danûstendinek li ser “wekheviyê” hebû.
Rast e di mirinê de her kes wekhev e, çi dewlemend, çi hejar, çi gundî, çi bajarî, çi kurd, çi alman. Lê çawa jiyabûn gelo; bindestî, stûxwarî, kedxwarî, serdestî. Helbet di vira de “newekhevî” heye. Lê derdê te bi wekheviyê re ye. Temam di “mirinê de wekhevî”, baş e, ku mirov mir, mala nû ku ye? Ax… Di axê de jî wekhevî heye. Çawa? Ax, çi hebe dimehîne, diherifîne. “Ax”, qala axîna kezebê nakî… kevir, kaxez, dar, xwarin, candar, xwedî ruh, bêruh, hema çi hebe, her tişt, her tişt di herikîna zemên de dibe ax.
Ax çi ye? Ax…
War an qêrîna dil
Qêrîn ji axê ye gelo
Ango ax qêrîn, çîzîn, kizîn bi xwe ye
Mirov dipêçe war e
Germ e, star e, derdkêş, bêdeng
Çareserî, yar e
Sewdaser e
Her tiştî vediguherîne bi sebr û deyaxê
Afirîner û çêker e
Ax, wekeheviyê pêk tîne, belkî naylon, hesin, plastîk dereng bihelin jî, na, zeman bêîman e, yan jî rastgo ye û her tiştî dike ax, helbet pirî caran bi xêra agir, bi hevaltiya êgir. Wey lo… ev başe jî ha…. Lewra ev jêrzemîna, binemala, bingeha hebûnê ye, gîha, av, darûber bi xêra axê ne. Wek ku dengê we tê, “ma ne av û hewa jî” heye! Tu vî dengî dihundirînî.
Belê wele pêşî di “agir” de jî wekhevî heye. Ma ne agir her tiştî wekhev dişewitîne, helbet dil jî, ma kê sînga yarê pêçaye heta niha ya/yê bi dilê xwe, ka bila agir û şewta evînên nîcoyî bimînin li kêlekê, her tiştî bi alaza xwe şa dike, direqisîne, bi şabûnê ji ser xwe dibe û dike arî. Ava wekhevî, her tişt bi xêra agir bû arî. Ariya paqijî, sadeyî û dermanê paqijiyê, ma ne, beriya modernîzmê her tişt bi ariyê dihat şûştin ha, qewmê Arî jî hebû, wek pêşiyên we ku bingeh bi xweşhalî-bengînî-evînî dibe ev.
Ê wele wek sira bayê sibê ye, hişê te, binhişê te, va wek destar digere û dihêre. Destar, a ev xweşbû ha! Destarê hebûnê, yê dem û dewranê..
Te digot wekhevî.
Ma “av” jî wekhev şa nabe bi her hebûnî re; wek baran, berf û teriz wekhev dibare û diherike.
Av xwe berdide kûrahiyê
Av ji kûrahiyê hez dike
Timî ber bi kûrahiyê ve
Gelo çima?
Temam her berjêr diherike û xwe bera kûrahiyê dide, li berbelavî û himbêzkirina dar, ar û beran bi wekheviyê ye ku dinizilê rehên wan, reh şa dibin, bi mijandina ava zelal î têrevînî, dubendiyê naxe navbera tu tiştî. Ax herikîna ava evînê, ya singûberê yarê…wî hişê te çû ku. Belê vekirina rê, rewşê jî diguherîne wek, cih, bend û bendav, an miskaran, diçe ser baxçe, dibe mencenîq, elektrîk û hwd. Dibe ku hinek wek newekhevî wê bikarbînin jî, ew herikîna wekhevî, afirînêrî û şabûn û paqijiyê ye.
Îca “ba”, ha va tu hatî ser meseleya bingehîn;
Ba jî wekehev digobile, dikeve paşila her kesî, eniyê radimûse, li deşt-çiya, newal-lûtke, li ser behrê, li kendal, berwar, pace, kozik û çeperan. Li her derê diherike ba, carina hêrs dibe her tiştî dide ber xwe, lê na, cudahiyê naxe navbera tu tiştî. Karê bayê wekheviyê ye. Belkî di çeperan de alîgir e, alîgirê bindestan; lewra çeper li lûtkeyan, li pişt hîman û bangewazî jî azadî ye, ma bayê afirînêr, nexasim bayê sibê dê xwe bide aliyê kê. Ba her xwêdana berxwedêran diramûse, hênik dike hênasan; çi barîqat, çi çeper, çi kozik û çi enî. Ba xwişka min xweşik dike, di şerê hebûnê de, di yê man û nemanê de. Ma ne xweşikî xwişk e. Ba jî xwişka min î herî xweşik, belkî jî Meyaser e.! Nexasim Bayê Bakur, Bakur.
Wey, va te cuha xwe dît, de biherike!
Belkî sozdarê keçka Kobanî ye, difetisîne wehşê hemdem, awaza milyaketên çiyê ye li Zagrosan, an li Şengalê şervan e û şînê digire li Mahabad, şîna Qazî yan jî dilkeserê Helepçeyê ye. Tew afirîna wî ya ji asîman ku dibe havênê hebûnê li ser rûyê erdê. Hêka pîroz dimeyîne bi Ahûra re, ax..bayê evînê, yê azadiyê, yê afirînê. Belê her çar daringên esasî yên bingehîn; ar-ax-av-ba li ser qada wekheviyê hespê jiyanê didin çargavan, didin teleban!
Îca, ma qadên wekheviyê tenê ev in. Na, ew li ser ramana te maye, tu û îradeya xwe , tu û hebûna xwe. Berxwedana jiyanê li hêviya te ye, ma ne şoreş lêgerîna azadiyê, ya wekheviyê ye jî, lê va raman te bernade. Bera ma nabe ku bihar av, havîn agir, payîz ba û zivistan jî ax bin! Demsal jî wekheviyê dinimînin ku çaviyên jiyanê, yên hebûnê biafirînin. Lê bayê payîzê, bayê hebûnê ye, yê evînê jî, her tiştî hasil dike, dighîne. Herê payîz ba û qada hilberînê!
Her demsal bi xweşhal û xwezayiya xwe bingehên hebûnê diafirînîn, diparêzin û her dizîvirin wek serê te yê xweşserxweş. Li govendê, li semayê banga heqiyê ye her demsal bayê bi fîkîn! Bayê sibê ye ku jiyanê dimeyîne!
Bila kulîlik guhê xwe bel bikin, simbilê genim simbêlê xwe babide, tirî meya xwe ya xweş î serxweş havên bike, bîh bireqise, beybûn, nîsan gangilok di dîlanê de bin, şervan xumama bin mijalkan zelal bikin bi lêdana bayê bengîniyê..
Bayê sibê afirîna jiyanê û bingeha hebûnê li azan û azara wekheviyê.
De guh bidê! Belkî Destarê evînê jî deng dide!
Her di xema jiyanê de yî
Ne derd, ne bindestî li balê ye
Ne ker ketiye ne werîs qetiyaye
Na, na wele tu hişk vira dikî
Li Piyê Şerko(Şêrko)* ma mejiyê te
Li Mehsera Gawiran* dilê perpitî
Va mirinê li derî da
Li Tehtka Ketî* xewgînê abadîn î
Her û her wekehev; bê êş û azar!

“Her kes heqê xwe helal bikin, li vî bavê pakrewanan”
Bi Bayê Sibê re serê te li kevirê gorê dikeve. Şiyar î, lewra azadî li berbangê ye.

*Herêmnî taybet