2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bêrîtan: Pêwiste her kes tevlî pêngava azadiya Abdullah Ocalan bibe

Hevserokê KODAR'ê Fûad Bêrîtan ji bo pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' banga tevlîbûnê kir û got, "Xwedîderketina li Rêbertî xwedîerketina li xwe ye."

Hevserokê KODAR’ê Fûad Bêrîtan ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re nirxandin kir. Bêrîtan anî ziman ku tevî înkarkirina gelê kurd têkoşîna gelê kurd di dîroka mirovahiyê de xwedî cihekî gelekî girîng e û wiha got: “ Şoreşa neolîtîk ku şoreşa herî mezin a mirovkirin û civakîkirinê ye, li vê xakê pêk hat. Afirînerên wê jî bapîr û dapîrên kurdan e. Xaka ku çandinî û sewalkariyê lê destpê kir, jiyana bicihbûnê lê pêk hat û pîvanên herî bingehîn ên dîroka mirovahiyê lê afirî, ev xaka ku kurd li ser in. Ji vê jî wêdetir, civaka neolîtîk ku kurd bi xurtî dijîn, civaka destpêkê û rasteqîn a dîrokê ye ku xera nebûye.”

‘Kurdistan navenda berxwedanê ye’

Fûad Bêrîtan anî ziman ku li dijî hiyerarşiyê ku di civakîbûnê de derketina ji rê ye û sîstema dewletperestiyê ya piştre ava bû, navenda bingehîn a berxwedanê Kurdistan bû û wiha berdewam kir: “Teslîm nabe, ji azadiyê tawîzê nade.” Fûad Bêrîtan destnîşan kir ku dîroka Kurdan dîroka israra li ser jiyana azad e.”

Hevserokê KODAR’ê bi dewamî got: “Di nava vê kevneşopiya gel a berxwedêr de rastiyeke hin Kurdan jî heye ku hewl dide xwe nêzî hêzên derve bike, ji wan re xulamtiyê bike, tevî ku bi xwe ne desthilatdar e ji qral bêhtir xwe qral dibîne. Van tîpên qaşo rêber, ku ji pêşdîtinê bêpar in, ji bo berjewendiyên eşîrî, malbatî û şexsî gelê Kurd difiroşin, xwe naspêrin bernameyekê û ji bo hin berjewendiyan dest ji doza xwe berdidin, gelekî êş bi gelê Kurd kişandin. Lewma gelê Kurd di mijara pêşengan de zane ye û baş pê zane ku kî wan temsîl dike û kî dikare temsîl bike. Eşkere ye ku di navbera Rêberê me û gel de têkiliyeke xurt heye. Gel û Rêbertî mîna goşt û neynûk bi hev ve girêdayî ne. Eger gelê me Rêber Apo ji xwe re weke rêber qebûl kiribe, sedemên bingehîn ên vê yekê hene. Beriya her tiştî gelê me zane ku Rêber Apo bi temamî ji bo gel û mirovahiyê dijî û tevî hemû êrîşan jî ev yek gelek caran bi lehengiyên mezin nîşan daye. Lê belê pêşeng û rêberê gelê me Rêber Apo îro girtî ye. Rêberê me rêberekî welê ye ku dixwaze civaka xwe biafirîne. Rêber Apo bi têgihiştina ku rastiyên civakî ew rastî ne ku têne avakirin, wiha got ‘Jiyan civakîbûna me ya nû ye’. Li ser bingeha paradîgmaya civaka azadîparêziya jinê, demokratîk û ekolojîk xwest civakeke nû ava bike û gelekî azad biafirîne. Rêber Apo bi esasî dixwaze civakê azad bike ku bibe xwedî wê hêzê ku têra xwe be. Bi kurtasî dixwaze îradeyê bide civakê ku karibe pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bike, dixwaze rêxistiniyên dewletperest û desthilatdarîperest ên li ser lawazkirina civakê xwe mezin dikin, ji civakê dûr bixîne. Diyar dike ku azadî û wekheviya rasteqîn tenê bi vî rengî dikarin bêne bidestxistin. Rêberê me li hemberî sîstemê bi rêbazeke têkoşînê ya cuda, lê belê encamgir dixwaze li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û ji bo tevahiya mirovahiyê modeleke civakê û jiyanê ya nû destnîşan bike. Gelê Kurd jî xwedî wê wezîfeyê ye ku hêjayî serbilindahiya azadiyê pêşengiyê ji vê yekê re bike.”

‘Xwedîderketina li Rêber xwedî derketina li xwe ye’

Fûad Bêrîtan bal kişand ser girîngiya xwedîderketina li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Xwedîderketina li Rêberê me bi bicihanîna fikrên wî dibe. Xwedîderketina li Rêberê me xwedîderketina li xwe ye; karê ji bo azadiya Rêberê me karê ji bo azadiya xwe ye. Bicihanîna fikrên Rêberê me ku di nava şert û mercên gelekî giran de afirand, li gel Rêberê me wê gelê Kurd û bi esasî jî tevahiya mirovahiyê azad bike. Divê têkiliya navbera kûrbûna mezin a Rêberê me ya fikrî û israra li ser jiyana azad baş bê dîtin. Rastiyeke Rêberê me heye ku dibêje ‘Eger jiyan wê hebe divê azad be, yan jî qet nebe’ û ev yek weke bingeha hemû pîvanan pejirandiye. Dema ku pirsgirêk bi vî rengî hate destnîşankirin hingî girîngiya jiyanî ya rasteqîniyê wê hîn bi balkêşî bê dîtin. Ji ber ku bêyî rastiyê jiyan nabe. Rêberê me herî dawî got, ‘Heqîqet eşq e, eşq jî jiyana azad e’. Lewma bi kûrahiya di sîstema fikrî de eger em têkiliya wê ya bi xwegihandina heqîqetê bibînin, hingî em ê hîn baş fêhm bikin bê israra li ser jiyana azad tê çi wateyê.”

Berîtan da zanîn ku sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê ji her alî ve nîşaneya bêderfetiyê ye û wiha pêde çû: Ev sîstem sîstemeke welê ye ku rewşa hebûnê ya mirov tune dike. Ji xwe wateya tecrîdê jî ev e; eger mirov bîne bîra xwe ku mirov her wiha her zindî hebûneke civakî ye, hingî wê bê dîtin ku tecrîd êrîşa herî mezin a li ser diyalektîka jiyanê ye, lewma jî êrîşa herî mezin a dijminatî û zilma li mirov e. Ji ber vê yekê di çanda Rojhilat de tê gotin, ‘Tenê Xwedê bi tenê ye’. Lê belê eşkerekirina xwedêtiya di nava mirov de jî bi hêza berxwedana li hemberî vê tenêtiyê dikare pêk were. Rewşa herî esîl a jiyanê kûrbûna li ser wateyê û jiyana bi hêza hest û wateyê ye. Sekna ku Rêber Apo li Îmraliyê nîşan dide ev e. Eger sîstem te nakuje, tu yê her cûre kiryarên wê yên li dijî mirovahiyê ji xwe re bike hinceta xurtbûnê. Ji bo vê jî tu yê xwe di hêza wateyê de kûr bike. Mirov tenê li ber zinar dikare bi per û bask bibe. Ji bo yên fêhm bikin pîvana herî esîl ev e. Di vir de mebest ji zinarê sîstema Îmraliyê nîne; fêhmkirina paradîgmayekê ye ku di nêrînê de xwedî şaşitiyan e. Sîstema Îmraliyê tenê hinekî din kûrkirina vî zinarî ye.”

Berîtan bal kişand ser gotinên Rêberê Gelê  Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Rêberê me dibêje ‘Gelê we hêviya xwe bi we ve girêdaye û li bendê ye ku hûn wan bigihînin azadiyê. Halbûkî we hîn bi têrkerî xwe nasnekirine. Di rewşeke bi vî rengî de hûn ê çawa karibin azadiyê bidin gel?’ Di demeke welê de Rêber Apo taybetmendiya xwe ya mûcîzewî dewam kir û bi hêza fikrî ya bi per û bask bûye, xwe ji nû ve û bi nêrîneke gelekî xurt mezin kir. Piştre jî bû kêfxweşiyeke mezin a herikînê. Li gel hemû bendên li pêşiya xwe jî herikîna ber bi hişmendiya azadiyê dewam dike.”

‘Pêwiste her kes beşdarî pêngavê bibe’

Hevserokê KODAR’ê Fûad Bêrîtan ji bo pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re’ banga xwedîderketinê kir û got, “Kampanya Azadiyê ya Navneteweyî pêngava ‘Dem dema azadiyê’ gihand asta herî bilind, lewma jin, ciwan û gelê Rojhilatê Kurdistanê, her wiha gelên Îranê divê li her derê ji her demê bêhtir tevlî vê kampanyayê bibin. Divê şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bigihînin kampanya azadiyê ya navneteweyî û derbasî qonaxeke nû bikin. Li ser vê bingehê divê her kes tevlî vê pêngavê bibin û xwedî li kampanyayê derkevin.”