18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bêrîvana Cizîrî: Bila jin azadiya xwe xurt bikin

Ji sala 1990’î heta niha gelek caran di Newrozan de komkujiyên mezin jî çêbûn. Yek ji van komkujiya ya Newroza Cizîrê ya 1992’yan bû. Di 1992’yan de di Newrozê de li hember gelê Cizîrê komkujî pêk hat û li gorî çavkaniyên herêmî 57 li gorî şahidan 100 kesî jiyana xwe ji dest dan. Rojek beriya Newrozê girse li taxên Nûr, Cudî û Yasef hatin gel hev û ber bi goristana Cizîrê ku Newroz wê lê bihata pîrozkirin ve meşiyan. Gel bi coşeke mezin dimeşiyan û ji wesayîtên zirxî gule hatin barandin. Yek ji kesên di Newroza Cizîrê de ku bi egala xwe ya spî  û ‘ji dewletê re tiliya xwe hejand’ bû sembol, Bêrîvana Cizîrî ya 17 salî bû.

Bêrîvana Cizîrî ku di Newroza 1992’yan de ji hezaran re pêşengî kir der barê Newroza Cizîrê de ji JINNEWS’ê re axivî.

-Em dikarin Bêrîvana Cizîrî nas bikin? Di nav malbateke çawa de mezin bû?

Ez li Cizîrê hatim dinê. Dayika min ji eşîra Garîsa ya Sêrtê ye. Malbata min bi salan berê hatiye Cizîrê. Min li ser malbata bavê xwe jî pir lêkolîn kir û piranî li ser a dayika xwe sekinîm. Ez di malbatek xizan de mezin bûm. Em 9 xwişk û bira bûn. Ya biçûk ez bûm. Dayika min jineke kedkar bû. Bavê min kesekî zor bû. Li dijî dayika min pir zor bû. Dayika min ji bo me her tişt bû. Hem dê hem bav bû. Jineke wêrek bû. Min heta pola 5’an xwend. Ez zarokeke serhildêr bûm. Min serî neditewand. Bavê min di cejnan de tu tiştek ji me re nedistand. Kumbara me hebû. Me pere kom dikir û ji xwe re tişt dikirîn. Ez di temenê biçûk de dixebitîm. Li ber dibistanê min tiştên hûr difrotin.

Di 14 saliya xwe de min PKK nas kir. Birayê min alîgirê rêxistina Kawayê bû. Vê jî eleqeya min zêde kir. Rêxistinên wek Kawayê, PDK hebûn û PKK jî nû derketibû. Di 12’ê Îlonê de îşkenceyên mezin hatin kirin. Me fêm nedikir. Behsa leşkeriyê dikirin. Lê me baş fêm nedikir. Ji ber vê tirs jî hebû. Birayê min şûnde kişiya hat malê. Piştre PKK bi bandor bû. Dema şerê Bagokê derket gelek kes mirin û cîranek me jî mir. Her kes li dijî van mirinan matmayî ma û PKK fêm kirin. Min jî wê demê fêm kir û di temenê biçûk de tev li xebatan bûm.

-Atmosfera Neweroza 1992’yan çawa bû? Rêxistinbûnek çawa pêk hat?

Di salên 1990-91’ê de komkujiyeke mezin hat jiyîn. Ji ber rêxistinbûnek tunebû komkujî hat jiyîn. Yên şehîd ketin ên hatin girtin. Wê demê ez ne pir çalak bûm. Di 91’ê de komkujiyên din hatin jiyîn. Li ser îfadeyan wê demê hatim binçavkirin û 17 rojan îşkence li min kirin. Ez bi darvekirinê hatim darizandin. Lê ji ber temenê min negirt sê meh şûnde hatim berdan. Di 92’yan de em hîn bêtir bi tedbîr bûn. Li Cizîrê rêxistinbûnek derket holê. Ji bo Cizîrê digotin herêma rêxistinkirî. Mirovan her ku cesaret digirtin dihatin gel hev. Tank nikaribûn bikevin kolanan. Gelê Cizîrê wêrek bû.

-Hîna jî di hişê gel de Bêrîvana Cizîrî heye? Hûn dikarin atmosfera 92’yan vebêjin?

Beriya Newrozê me civîn kir. Wê mirov bi komî bihatana Goristana Cizîrê û li wir wê govend bihata gerandin û piştre belav bibûna. Du roj mabû ji Newrozê re. Em li taxê hatin gel hev û me govend gerand. Coş mezin bû. Rojek berê Newrozê wê gel li ber Goristana Cizîrê bihata gel hev û ji wir biçûya qada Newreozê. Em ber bi êvarê ve çûn, li her taxê govend dihat gerandin. Li her taxê kelecana Newrozê dijiya. Dema em vedigeriyan malê tangek li pey me bû. Me ji her kesî re got ku baldar bin. Bi şev saet nêzî 3’an bû. Ez bi cilan razam ku sibehê zû biçim Newrozê. Sibehê mirov li qadê kom dibûn. Coşek mezin dihat jiyîn. Agahiya me ji vê komkujiya mezin tunebû. Armanca dewletê ev bû ku komkujiyê bike û mirovan bitirsîne. Hevalan hertim digotin baldar bin, dewlet hefteyeke amadekariyan dike. Tang danibûn cihên  stratejîk. Segvan li cihên bilind hatibûn bicihkirin. Hevalan agahî şandin û gotibûn bila sergovendê berde. Min jî bi înat berneda. Piştre gotin li gelek cihî şehadet çêbûne, em ê bimeşin. Ji aliyê Cudî û Çemçukê her der girtibûn. Gele kes şehîd ketibûn.

Me nedixwest gelê me bizanibe. Bi hêrsa şehadetan me got em divê Newrozê bikin. Me kir înat li dijî dijmin. Baran dibarî. Bombeyên gazê diavêtin.  Ji taxên din kom dihatin. Bi hezaran kes gihiştin hev. Armanca me em bersivê bidin dijmin. Axaftinek hat kirin. Dema axaftinê dest pê kir agahî hat. Dewletê dixwest komkujiyek mezin bike. Xwestin min ji wir derxin. Min kir înat ez neçûm. Hevalan gotin wê li dijî te suîkast bê kirin. Tevî vê min qad terk nekir.  Min got bila canê min feda be. Helîkopter di ser me re diçûn. Min mirin ji bîr kir. Ez çûm ber girseyê û min got ‘ Ez diçim ser tangê û ez tiştekî ji we dixwazim ger ez mirim cenazeye min di destê dijmin de nehêlin’. Mirovan bertek nîşan dan.  Bombeyên gazê dihatin avêtin. Min xwe li wir winda kir. Min tiliya xwe rakir û heqeret kir. Anonsên ‘em ê we gulebaran bikin’ dihatin kirin. Her ku wan anons dikir min bertek nîşan da. Evqas mirov şehîd ketibûn. Min jî got bila canê min feda be. Ji ber mirov jî gelek bi cesaret bûn. Bi mirinê re hatibûn rû hev lê dîsa jî şûnde nedikişiyan. Vê jî cesaret da min. Min tiliya xwe rakir û got ‘Tu bê ser me jî, me bikujî jî, me birîndar jî bikî em ê meşa xwe bikin, şûnde gavê navêjin. Ger mirin be bila mirin, qedexebe bila qedexe, îşkence be bila îşkence, çi dibe bila bibe em şûnde gavê navêjin.’ Li ser van gotinan gule reşandin. Di wê êrîşê de em xilas nebûna wê bi hezaran kes şehîd biketa. Ez ji milê xwe birîndar bûm. Rojnamegerên biyanî ez dîtim, matmayî man. Ya rast min nizanibû ku TV an jî rojname min dikşînin.

-Girse çawa hat belavkirin? Li her derê segvan hebûn, çi hatin jiyîn?

Hemû kolan hatibûn girtin. Me riyeke wê dît. Em hatin kolana Nisêbînê otelek hebû. Polîs lê hebûn. Me yê li taxa Cudî axaftin bikira û gel belav bikira. Agahî hat û gotin meşa we gihiştiye armanca xwe. Girtin hebûn, şehadet hebûn. Xwestin em komê belav bikin. Hevalekî me yê navê wî Huseyîn hebû. Sê zarokên wî hebûn. Hevalê Huseyîn di wê gulebaranê de şehîd ket. Ev êşek pir cuda bû. Em gihiştibûn armanca xwe. Em bi ser ketibûn. Lê ya herî bandor li me kir, qetilkirina heval Huseyîn bû. Nehiştin em cenazeyê hevalê xwe bigirin. Qedexeyên derketina derve hatin destpêkirin. Hevjîn û dayika hevalê Huseyîn hatin mala ku ez lê bûm. Gotin ‘ka Huseyîn’. Min negot Huseyîn şehîd ketiye. Du roj şûnde malbatê çû cenazeyê wî girt. Zarokekî 13 salî ji malbata Sonmez dema diçû firinê hat qetilkirin. Şehîdên me hebûn. Êşa me mezin bû. Lê em teslîmê dijmin nebûn.  Dijmin jî got ‘hedefa me mezin bû lê em negihiştin hedefa xwe’. Malên welatiyan dihatin nîşankirin û digotin PKK’yî ne.  Ew xanî wê bihatana bombebarankirin. Lê me planên dewletê vala derxistin.

-We navê Bêrîvanê ji ku girtiye?

Ez di 89’an de tev li PKK’ê bûm. Navê Bêrîvanê dan min. Bêrîvan jinek êzidî bû. Hezkirina mirovan a li hember wê pir cuda bû. Seknek wê ya xurt hebû. Hat Cizîrê. Lê zêde nema. Komîte ava kir û ne tenê li Cizîrê li herêmên Kurdistanê xebat meşand. Li gelek qadên Kurdistanê Bêrîvan pir bi bandor bû. Li Cizîrê gelek malbat li aliyê Barzanî bûn. Lê bandora Bêrîvanê li hemû malan belav dibû. Di 6 mehan de gelek tişt kir. Piştre Bêrîvan û Emîn şehîd ketin. Îşkenceyên mezin dîtin. Teslîm nebûn û bi guleyan hatin qetilkirin. Ez wê demê biçûk bûm. Ez dema diçûm mala xwişka xwe li wir bû. Bandora wê mezin bû. Piştî wan malbatan navê Bêrîvan û Emîn li zarokên xwe dikirin. Ez tev li PKK’ê bûm navê Bêrîvan dan min. Digotin tu jî li Bêrîvanê diçî.

-Ji Newroza 2022’yan re demek kurt ma. Peyama te ya Newrozê çiye?

Di seranserê rejîma AKP’ê de bi hezaran jin hatin qetilkirin. Jin li her qadê rastî zext û zordariyan tên. Li malê li derve şîdetê dibînin. Di 8’ê Adarê de meşên mezin nabin lê jinên sekneke mezin nîşan didin hene. Li her qadê jin pêşengiya civakê dikin. Li Kurdistanê heta Rojava li her qadê jin li eniya pêş in. Jin wê civakê û serokatiyê azad bikin. Projeya serokatiyê me ya der barê jinan de nîvco ma. Divê em projeya serokatiyê xwe temam bikin. Jinan bi biryarek mezin 8’ê Adarê pîroz kirin. Yên aştiyê bînin jin in. Çawa qadên 8’ê Adarê bi coş hatin tijekirin divê yên Newrozê jî bên tijekirin. Divê em azadiya serokatiyê xwe û hevalên xwe pêk bînin. Zeynep Celaliyan ku bi salane li girtîgeha Îranê ye, têdikoş e. Aysel Tugluk tevî pirsgirêkê tenduristiyê dijî, dîsa dest ji berxwedanê bernade. Ez hemû jinên li girtîgehên Tirkiye û Îranê li berxwe didin silav dikim. Dema jin dest bidin hev kes nikare li pêş wan bisekine. Ez hemû jinên ku di rêya azadiyê de şehîd ketine; Sakîne, Şîrîn, Arîn Mîrkan, Leyla Agirî, Nujîn û Viyanan bi bîr tînim. Tevî hemû zextan em ê bi ser kevin. Ez bang li hemû jinan dikim ku têkoşîna xwe xurt bikin.