27 Haziran, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Berrîn Sonmez: Biryara doza Kobanê siyasî ye

Aktîvîsta femînîst û nivîskar Berrîn Sonmez, der barê biryara Kobanê de diyar kir ku cezayên li Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag hatin birîn, li dijî polîtîkayên HDP’ê doza kîn û hêrsê ye û got: "Ev biryar ne hiqûqî ye. Biryarek siyasî ye."

Danişîna biryarê ya Doza Kobanê ku bi hinceta çalakiyên li dijî êrişên DAIŞ’ê di 6-8’ê Cotmeha 2014’an de hatin lidarxistin hatibû vekirin pêk hat. Di dozê de Hevserokên Giştî yên berê yên HDP Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedar dihatin darizandin. Heyeta dadgehê di biryarê de li Demîrtaş 42 sal ceza û li Yuksekdag jî 30 sal û 3 meh cezayê girtîgehê birî. Heyetê li 5 siyasetmedarên girtî jî biryara berdanê û 12 siyasetmedarên din jî biryara beraetê da. Dadgehê di çarçoveya dozê de biryara berdewamkirina girtina 13 kesan da. Der barê 21 siyasetmedarî de bi giştî 374 sal û 7 meh ceza birî.

Piştî biryarê gelek siyasetmedar, nivîskar, rewşenbir, aktîvîst û parazvanên mafên mirovan li dijî biryarê bertekên xwe anîn ziman. Nivîskar, aktîvîst, akademisyen û rewşenbiran, biryar wekî darbeya li dijî hiqûq û siyaseta demokratîk pênase kirin û wekî biryara cezakirina siyaseta demokratîk pênase kirin.

Aktîvîsta femînîst û nivîskar Berrîn Sonmez ku beriya rûniştinê yek ji 159 rewşenbîrên ku îmze avêtibû danezarê, pirsên JINNEWS’ê bersivand.

 *Di rojên borî de biryara ji Doza Kobanê hat aşkerakirin û ji bo siyasetmedaran 407 sal ceza hat birîn. Hûn vê çawa dinirxînin?

Ev biryar ji zûde hatiye girtin. Ev dozek siyasî ye. Delîl tune ye, îfadeyên şahidên veşarî hene û hebûna van şahidên veşarî ne hiqûqî ye. Nasnameya şahidê veşarî ji dadgehan re divê vekirî be û ji xwe dewlet wan diparêze. Dema ne wisa be veşartî bin ev şahidên derewînin. Ev binpêkirina rêgeza darizandinê ye. Em ji Yasîn Boru bigirin desthilatdarî bi salan li ser xwîna wan xwe meşand. Ji 108 kesên ji doza Kobanê hatin darizandin tu eleqeya wan bi mirina Yasîn Boru tuneye. Ev biryara dadgehê jî hat tespîtkirin. Yanî ev dozeke kîn û hêrsê ye. Ev darizandin girêdayê bandora polîtîkaya HDP’ê ya li ser siyaseta Tirkiyeyê ye. Ji ber vê xwestin vê polîtîkayê asteng bikin. Di wê pêvajoyê de me hemûyan ji bo ku gel îqna bibe destê xwe kir bin kevir. Siyasetmedarên Kurd ji ber gotinên wê pêvajoyê hatin darizandin. Desthilatdariyê xwest şaşiyên xwe yên di polîtîkayên mijara DAIŞ’ê de li siyasetmedarên Kurd bar bikin. Polîtîkayên şaş afirandin.

 *Desthilatdariyê piştî hilbijartinan ‘normalbûn’ anî ziman. Siyasetmedarên girtî gotin ev biyrara doza Kobanê ji zûde hatiye dayîn. Hûn çi difikirin?

Cezayên giran ên bi kîn û nefretê hatin dayîn. Ji 301’ê li Fîgenê ji 302’an jî li Demîrtaş ceza hat birîn. Cezayên li wan hatine birîn ji ber bandora polîtîkayên HDP’ê yên li ser siyaseta Tirkiyeyê pêk hatiye. Her wiha kînek şexsî jî heye. Li aliyê din jî tevî ku Gultan Kişanak û Sebahat Tuncel 7 sal girtina xwe temam kiribûn jî hatin sekinandin. Çima hatin sekinandin, xuyaye ku li bende vê biryarê bûn û fikra wan ev bû ku dema wan bê wê bên tahliyekirin. Ev hemû wisa wek nîşaneyekê tên dîtin. Selahattîn Demîrtaş siyasetmedarekî gelek tê hezkirinê ye. Ev 42 sal cezayên hatine dayîn cezayên siyasî ne.

 *Cezayên hatin dayîn giran bin jî em dibêjin ‘kumpas têk çû’ ji ber di mutalayê de ji sûcdariyên cih digirt ceza nehat dayîn. Di mijara Yasîn Boru de jî ceza nehat dayîn. Hûn çi difikirin?

Yên kumpas vakirin ji bo wan têk çûyîna kumpasê zêde wateyê nahewîne. Ji ber ên nû ava dikin. Tiştên duh gotibin jî îro dikarin berovajî bikin. Tiştên ku duh dikin îro wek sûcdar dikarin nîşan bidin. Lê ew xwe ji wir xilas dikin û hinekên din sûcdar nîşan didin. Ev doz ji ber ne dozek hiqûqî bû, mirov matmayî namînin. Lê dikarin lîstikên nû ava bikin. Divê têkoşîneke yekbûyî li dijî vê hebe.

*Roja biryara Kobanê hat dayîn generalên 28’ê Sibatê bi hinceta pirsgirêkên tenduristiyê hatin berdan. Hûn vê çawa dinirxînin?

Taktîkên desthilatdariyê naqedin. Desthilatdarî ji bo hinekan li gel xwe bigire hewce bi hinek tiştan dibîne. MHP’ê bi aşkera bertek nîşan da û ji ber vê ji doza Kobanê ev cezayên giran hatin dayîn. Yanî desthilatdariyê hêzek wisa ligel xwe dît ku her saniye dibe ku kesekî kêfxweş bike, kesekî bê kêf bike, ceza bike û bigire. Ji bo hêviya jiyana bi hev re tune bikin me hemûyan ceza dikin. Erdogan çi bike bila bike ceza li me tê birîn.

 *Herî dawî we jî ji xwe got bi hukmî ‘em hemû hatine cezakirin’. Hemû civak çawa hat cezakirin hûn vê dikarin hinekî vebikin?

Ev biryar pêşiya riyên rojên bi pevçûn vedike û ev biryar hem ji bo Kurdan hem ji bo siyaseta Kurd Tirk û hem jî ji bo civakê wê pirsgirêkên mezin biafirîne. Ji ber ku dijminahî tê gûrkirin. Aramiya civakê bi aştiya navxweyî pêkan e. Ew pêvajoya aştiyê hîna di bîra me de ye. Ew roj nayên jibîrkirin. Lê niha di nava nezelaliyek mezin de hemû welatî mahkumê jiyanê dikin.

Çavkanî: Melek Avci/JINNEWS