2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Berwarî: Ev siyaseta şaş dê başûrê Kurdistanê li ser nexşeyê nehêle

Ji Akademiya Siyasî ya Demokratîk a Zanîngeha Dihokê Dr. Kamûran Berwarî diyar kir ku bi rêbazeke nehiqûqî firotina nefta başûrê Kurdistanê zirareke mezin da deskeftiyên Kurdistanê û got: "Ev siyaseta şaş dê rewşê bîne asteke wisa ku başûrê Kurdistanê li ser nexşeyê nemîne û derbeyeke mezin li Kurdistanê bikeve."

Dadgeha Tehkîmê ya Navneteweyî ya Parîsê biryar dabû ku bêyî destûra Iraqê, Herêma Federal a Kurdistanê nikare bêyî destûra Irqaê petrolê bifiroşe Tirkiyeyê û bi vî awayî firotina petrolê dabû sekinandin. Beriya niha di navbera Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê û Tirkiyeyê de ji bo 50 salan peymana neftê hatibû çêkirin û başûrê Kurdistanê ev yek weke aboriya serbixwe ragihandibû. Li gel îmzekirina vê peymanê ev di navbera Bexda û Hewlerê de bûbû sedema qeyraneke mezin. Piştî rawestandina petrolê Tirkiyeyê jî ragihandibû ku êdî muxatabê wan Iraq e û di navbera Tirkiyeyê û Iraqê de hevdîtinan dest pê kiribû. Tê xuyakirin ku Tirkiye û Iraqê di qada bazirganiyê de li hev kirine. Lê belê di 2’yê nîsanê de Kompanyaya Bazarkirina Nefta Iraqê (SOMO) bi daxuyaniyekê ragihand ku hevdîtinên di navbera Bexda û Hewlêrê yên der barê hinardekirina nefta Herêma Federal a  Kurdistanê de dewam dikin û her du aliyan li ser hinek xalan li hev kiriye.

Cîgirê Akademiya Siyasî ya Demokratîk a Zanîngeha Duhokê Dr. Kamûran Berwarî mijara navborî ji Ajansa Mezopotamyayê re nirxand.

Peyman ne ji bo berjewendiyên kurdan bû

Akademîsyen Berwarî diyar kir ku ji destpêka firotina petrolê û heta rawestandina wê gavên neqanûnî hatine avêtin û wiha axivî: “Biryara Dadgeha Parîsê ya Navneteweyî ku hatiye dayin divê pêk bê. Ji ber ku biryareke navneteweyî ye. Em dizanin ku ev 10 sal in Hikumeta Herêma Federal a Kurdistanê neftê başûrê Kurdistanê bi şêwazeke ne yasayî difiroşe Tirkiyeyê. Ev peymana ji bo 50 salî, li dijî hiqûqê bû. Ji ber wê jî Hikumeta Iraqê di sala 2014’an de ev şand dadgeha navneteweyî û spaleyek li ser Iraqê  tomar kir. Piştî çend salan vê dadgehê biryar da ku êdî nefta Iraqê neyê firotin. Bê guman dê lêpirsînekê jî li ser vê neftê bidin destpêkirin ku ev neft ji ku ve çûye û çawa hatiye xerckirin.Ev peymana 50 salan li dijî kurdan hatiye kirin û ne di berjewendiyên başûrê Kurdistanê de bû. Bandoreke gelek mezin li ser kurdan çêkiribû. Bi taybetî rewşa aborî ya başûrê Kurdistanê. Ji aliyekî ve aboriya herêmê wêran kir û ji aliyekî din ve jî ya Iraqê. Dahatên wê neftê kesek nizane ku bi ku ve diçe û çi pê tê kirin. Piraniya wî pereyî li Tirkiyeyê dimîne û ji welatên derve re diçe û projeyên şexsî pê tên çêkirin. Ji ber wê dadgeha Parîsê dema ku ev biryar da, dawî li peymana 50 salan anî. Ew pereyên neftê yên ku dihatin diyarkirin rojane çiqas neft diçû û ew nefta ku diçû bi dehan carên din dihat belavkirin. Ji ber wê jî bi nêrîna min Iraq lêkolîneke cidî li ser wê dosyeyê dike. Heta niha çiqas pere çûye, çend neft derbas kirine, çend neft çûye Îranê, çûye Pakîstanê, çûye Afganîstanê û çendî ji vê ne yasayî hatiye firotin dê encamên vê giran bin. Bi taybetî li ser Hikumeta başûrê Kurdistanê ya ku ev gavên ne yasayî avêtine.”

Xwe dixapandin qaşo serbixwe ne       

Akademîsyen Kamûran Berwarî bi lêv kir ku li ser navê aboriya serbixwe, aboriya herêmê hatiye wêrankirin û got: “Firotina neftê bi aboriya serbixwe ragihandin. Firotina neftê nayê wê wateyê ku aboriyeke wan a serbixwe heye. Ew rêbaza aboriya serbixwe ku Hikumeta Herêma Federal a Kurdistanê bilind kiriye bi tena serê xwe nabe. Ev aborî jî bi destê dewletên dagirker ên Kurdistanê hatiye çêkirinê, lewma nabe ku tu weke serkeftinekê bibînî û wisa binirxînî. Aboriya serbixwe ew e ku tu genimî, birincî, cehî, xwarin û vexwarinê ji welatên din nekirî û te kargehên te yên navxweyî hebin. Hin dahatên te hebin ku gelê te hewceyî welatên din nebe. Aboriya serbixwe ev e. Aboriya serbixwe bi siyaseteke navxweyî, herêmî û cihaniya serbixwe çêdibe. Bê gûman ev tişta ku li başûrê Kurdistanê hatiye kirin ne aboriyeke serbixwe bû, xwexapandineke serbixwe bû.”

Kurdistan wêran kirin

Berwarî anî ziman ku hişmendiya ku li herêmê desthilatdar e zirareke mezin daye deskeftiyên Kurdistanê û wiha domand: “Ew sedemên ku başûrê Kurdistanê ber bi karasetekê ve birine û anîne vê qonaxê ev hişmendî û aqilê ku niha li başûrê Kurdistanê hikumdariyê dike bixwe ye. Ji ber ku desthilatdariya başûrê Kurdistanê guhdariya gelê xwe, xelkê xwe, rewşenbîr, kesayetên niştimanperwer û welatparêz nekir. Ji ber vê jî ew siyaseta şaş a hizbî ya kesayetî başûrê Kurdistanê gihande vê qonaxê. Ew hikumeta ku tiştek nejiyayî û ji sala 2014’an vir ve rewşa başûrê Kurdistanê bi temamî têk bir û bi taybetî jî rewşa aborî û ya derûnî têk çû. Ragihandina aboriya serbixwe aboriya başûrê Kurdistanê ji sedî sed wêran kir. Niha nikare mûçeyên karkeran bide û bi milyaran dolar pereyê xelkê bêguneh ê li gel hikumetê maye. Hikumeta Başûrê Kurdistanê bixwaze û nexwaze rojek ji van rojan dê vî pereyê karmendên başûrê Kurdistanê vegerîne. Çimkî tu hêzeke wisa nîn e ku bêyî zagonan û bêyî destûr bi zilm û zordarî mafê xelkekî bixwe. Ji ber vê jî Hikumeta başûrê Kurdistanê dê mûçeyên niha û yên çûyî jî bide xelkê. Ew çawa çareseriyê bi Bexda re bike ew ne pirsgirêka gel e, pirsgirêka wê ye.”

Tirkiye dê dewleta Iraqê hilbijêre

Akademîsyen Berwarî, di dewamê de got ku yekane çareserkirina pirsgirêkên Herêma Federal a Kurdistanê guhertina pergalê ye û ev tişt got: “Ji bo derbaskirina vê rewşa heyî pêdiviya Hikumeta Kurdistanê bi guhertinê heye. Ev siyaseta ku ji sala 1991’ê heta niha hatiye bikaranîn bi her awayî xwe re zirar aniye. Ji aliyê netewî, niştimanî, navxweyî, ewlekarî û ji aliyê leşkerî ve zirar dîtiye. Ji ber ku li başûrê Kurdistanê rojane bi dehan û sedan kes qesta derveyî welat dikin û ji welatê xwe direvin. Ji bo derbaskirina vê rewşê divê ku siyaseteke demokratîk bê meşandin. Dewleta Tirkiyeyê tu caran bi Hikumeta Kurdistanê re hevkar nebû û tu caran jî nabe heval û hogirê wê. Lê ev siyaset gihîştiye asta şikandinê. Ji ber ku rewşa Başûrê Kurdistanê xirab kirine. Lê li tevî hemû neyiniyan jî bi Dewleta Tirkiyeyê re hewl dide ku PKK’ê tune bike. Ev jî siyaseteke şaş e. Ev siyaseta şaş dê rewşê bîne asteke wisa ku başûrê Kurdistanê li ser nexşeyê nemîne û derbeyeke mezin li Kurdistanê bikeve. Bê gûman Tirkiyeyê bi Sûdanî re li hev kiriye. Tirkiye tu caran Îranê, Iraqê û Suriyeyê naguherîne kurdan. Ev dewlet doza xwe ya li dijî kurdan didomînin. Bê gûman Tirkiye li şûna Hikumeta Kurdistanê dê Iraqê hilbijêre û hevpeymanên xwe û danûstandina xwe bi Iraqê re bidomîne.”

Çareserî guherîna pergalê ye

Kamûran Berwarî bi lêv kir ku pergala heyî di 30 salan bi Kurdistanê daye windakirin û ev tişt anîn ziman:” Yekane çareserkirina van pirsgirîkan ew e ku bi temamî pergala siyasî û îdarî bê guhertin. Ev siyaseta şaş ne ji bo berjewendiyê gelê kurd e. Ev siyaseta şaş bûye sedem ku di van 30 salan de başûrê Kurdistanê pêş nekeve. Divê partiyên desthilat ê başûrê Kurdistanê gavên neteweyî û niştimanî biavêjin. Divê ku îradeya gel bê naskirin. Divê rê bidin parlementoyê û wezîrên serbixwe re danûstandinê bikin, projeyên stratejîk danin û dest ji vê siyaseta 30 sal bi xwe re birine berdin. Çimkî vê siyaseta şaş ew gihandine qonaxeke ku heger nevegerin dê baceke mezin a vê siyasetê bidin. Hikumeta başûrê Kurdistanê ya dê xwe bi temamî radestî Bexda û hêzên herêmî bike yan jî dê vegerin îradeya gelê xwe. Gelê başûr, parlemento, wezîrên başûr bê deng û bê reng û bê îrade kirine. Nahêlin ku raya giştî ya Kurdistanî ragihîne û nahêle ku xelkê başûr daxwaza mafên xwe bike û Kurdistanê xwedî derbikeve. Ji ber wê heke ku bixwazin ji vê rewşê rizgar bibin pêwîst e ber bi îradeya başûrê Kurdistanê xwe bitewînin û dest ji desthilatê berdin, yan jî razî bibin ku gel jî beşdarî desthilatê bikin û qanûnên nû danin.”

‘Heger êrîş bIke dê serkeftınekê bI dest nexe’

Berwarî da zanîn ku êrişeke gengaz a li ser herêma Kurdistanê dê Iraqê vegerîne salên 80’yan û got: “Helbet her gaveke Hikumeta Iraqê dê hebe û başûrê Kurdistanê derbixîne. Di sala 2017’an de me dît dema ku hikumeta Iraqê hilketî deverên xalên 140 ku ji sedî 51 û nîvê axa başûrê Kurdistanê pêk dianî, desteser kir. Ji ber wê jî dewletên herêmî ku Kurdistanê di navbera xwe de dabeş kirine, bi hikumeta Iraqê re tevdigeriyan. Lê divê em baş bizanin ku li Iraqê doza kurdî ne girêdayî partiyên siyasî û Başûrê Kurdistanê bi tenê ye. Doza kurdî girêdayî gelê kurd e û dozeke neteweyî û niştimanî ye. Heger ku Iraq êrişê bibe li ser başûrê Kurdistanê dê serkeftinê bi dest nexe. Dê Iraq vegere salên 70-80’yan. Çimkî rewşa îro ya herêmî û cîhanî dest nade ku dewleteke weke Iraqê dest deyne li ser herêma Kurdistanê. Dibe ku Iraq hin zagonên xwe biguherîne û hewl bide ku rewşa hemwelatiyên başûrê Kurdistanê weke Iraqê bike, xurek û gaz hemû weke yên Iraqê bibe. Lê heke ku Iraq bi riya leşkerî bixwaze ku Kurdistanê dagir bike, wê demê dê rewşa Iraqê ji ya Suriyê û Erdogan xirabtir bibe. Ev qeyrana heyî ya li başûrê Kurdistanê bi vî rêbazî nayê çareserkirin. Ji ber wê jî çareserkirina qeyrana başûrê Kurdistanê û Iraqê bi guhertina pergalê pêkan e. Heger ku pergaleke konferadaralîzma demokratîk li Iraqê bikar bînin wê demê Iraq dê  4-5 hereman bibe konfederal ên demokratîk. Du parezgeh dikarin herêma serbixwe nav Iraqê de pêk bînin. Mafên wan bidinê, zimanên wan serbest bikin û çanda xwe bijîn. Û ev pêkhate bêjin ku em Iraqî ne û Iraqê biparêzin.”