3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Berxwedana xelkê Mexmûrê bênavber didome

Xelkê wargeha penaberan a Mexmûrê duh bi şev jî tevî gefên artêşa Iraqê û tozbarînê jî di konên berxwedanê de li ber xwe dan. 7 rojin bê navber xelkê wargehê di nava berxwedanê de ne

Ji 20’ê Gulanê ve Artêşa Iraqê hewl dide derdora wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi têlan dorpêç bike. Ji bo vê jî bi sedan leşker, tevî wesayîtên zerxî û wesayîtên kar şandiye derdora wargehê. Artêşa Iraqê heya niha di vê daxwaza xwe de bi israre.

Berxwedana xelkê Mexmûrê ya dijî vê dorpêçê, bê navber dewam dike. Xelkê Mexmûrê dibêjin ew ê bi ti awayî nehêlin li ser daxwaza dewleta tirk dora wan were têlkirin.

Duh careke din artêşa Iraqê kete nava liv û tevgerê, lê vê carê jî xelkê wargehê li ber vê yekê rabûn û nehişt derdora wan were têlkirin.

Şêniyên wargehê carek din konên xwe yên berxwedanê vedan û li ber hewldanên têlkirinê rabûn. Duh di nava leşkerên Iraqê de kesên bi kurmancî di axivîn hebûn û gef li xelkê wargehê dixwarin. Tevî vê jî xelkê wargehê dev ji berxwedana xwe berneda.

Duh bi şev li gel gefên artêşê û hewldanên têlkirinê, toz jî bariya. Li wargeha Mexmûrê ba û tozek zêde hat û kesê nedikarî çavê xwe veke. Şêniyan di konên berxwedanê de stran gotin û heya siharê bi sekna xwe ya bi rûmet li hember hewldanên dorpêçkirinê rawestiyan. Sekna xelkê wargehê ya dijî hewldanên dorpêçkirinê bênavber dewam dike.