3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Berxwedan bi ser ket: 100 hezar kom bûn

Li Wanê piştî YSK’ê biryara ‘mazbatê bide Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan’ da; nêzî sed hezaran welatî kom bûn û dest bi pîrozbahiya serkeftinê kirin.

Di hilbijartina 31’ê Adarê de li Wanê namzetê DEM Partiyê yê Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan ji sedî 55 deng girt û bi ser ket. Lê YSK’ê biryar dabû ku mazbatayê nede Zeydan, piştî vê biryarê bi deh hezaran welatî daketin kolanan û dest bi çalakiyan kirin. Li ser berxwedana gel, YSK’ê dîsa biryar da ku mazbata Abdullah Zeydan bidin Zeydan. Li ser vê biryara dawî bi deh hezaran dîsa kom bûn û dest bi şahiya serkeftinê kirin.

Bi deh hezaran welatî li pêş avahiya DEM Partiyê ya Wanê kom bûn û dest bi pîrozbahiya serkeftinê kirin. Gel bê navber dirûşmeya  “Bijî Berxwedana Zapê”  û “Bijî Berxwedana Wanê” berz kirin. Piştî gel li hev kom bû dest bi meşê kirin û derbasî Kolana Cumhuriyetê bûn. Tê payîn ku Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan li vir axaftinekê bike.

Herikîna gel a ber bi Qada Kolana Cumhuriyetê ve didome. Gel bê navber dirûşmeya “Bijî berxwardana Wanê” berz dikin û derbasî qadê dibin. Hêjmara welatiyan ji niha de 100 hezar derblas kir.