28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Berxwedan û şîddeta bindestan

Serdest tim hewl didin ku bindestan bînin ser rêya xwe. Serkevtina projeya wan di vê bişaftina bindestan de û ya jê girîngtir, di wê de ye ku bindest bipejirînin ku rêyeke rizgariya ji serdestan tuneye.

Ji bo vê yekê, pêşiyê bi nasnameya bindestan û bi bîra wan a dîrokî û çandî ve dilîzin. Talan dest pê dike. Ew ê hewl bidin ku çanda bindestan kêm û derbasbûyî, zimanê wan qels û bêkêr û daxwazên wan jî deraqil nîşan bidin.

Ji bo ku vê helwêsta xwe bi bindestan ve bidin pejirandin, ew ê dîroknasan û pisporên çandî û siyasî bînin û nirxandinên wan ên xapîner derxin pêş.

Ji bo ku zû bi zû rêyê li ber çareyine din bigirin jî, ew ê hewl bidin ku demografiya herêman biguherin û bindestan tev li serdestan bikin, da ku bibêjin ku êdî cudabûn ne guncaw e.

Gava ku ev projeya qirkirina çandî û hişmendiyê bi ser nekeve, ew ê ji neçarî statuyeke weha bidin bindestan ku li perîferîka serdestan û bi bandora çanda serdest bijîn; lê belê ew ê qet derfetên pêşketinê nedin bindestan.

Di vê asta duyem de, hevkarên serdestan dê ji nava bindestan peyda bibin. Bazirgan, serokeşîr, hunermendên lîberal û siyasetmedar û rewşenbîrên weha ku berjewendiyên wan yên takekesî an komikî di ser berjewendiyên girseyî an neteweyî re ne. Ev kes li cîhê şil rûnanin û gellekî pragmatîst in. Serdest hin daxwazên bindestan bi rêya van hevkarên xwe yên daîmî ve dipejirînin, lewre naxwazin ku berdevkên neteweyi bêne meşrûkirin. Ji ber wê ye ku hin navên nû weke berdevkên bindestan didin peydakirin, dikarin partiyan jî li hember tevgera bindestan bidin avakirin. Ji bo ku ev hevkarên serdestan di çavên bindestan de meşrû bibin, ji wan re nasnameya mexdûriyetê jî dikare were avakirin.

Serdest kone û zîrek in, ji bo ku tevgera bindestan ya azadiyê bi ser nekeve, çi lazim be ew ê bi zîrekî bikin, lê bindest zû bi zû bîra van plan û projeyên wan nabin û gellek caran tên xapandin.

Di dîroka Afrîka û Amerîkaya latîn de jî bernameyên weha yên mêtingeriyê hatine birêvebirin ku dişibin bernameyên mêtingeran li deverên dunyayê yên din. Albert Memmi di pirtûkên xwe yên li ser portreya serdest û bindestan de1, baş balê dikişîne ser cudahiyên navbera hişmendî û helwêstên herdu aliyan. Mîna Aimée Césaire yê xwediyê Gotara li ser Kolonyalîzmê, Memmi jî dibêje ku “mêtingerî bindestan dihedimîne, lê mêtingeran jî xerab dike”. Frantz Fanon, di pirtûka xwe ya bi navê Cihêliyên Cîhanê2 de bernameyeke zelal datîne ber bindestan û nîşan dide bê çawa dikarin xwe ji bindestiyê rizgar bikin : divê bindest neteweyî bifikirin, serdestên xwe red bikin û heta ku serdest ji welatê wan necehimin jî divê bi tundî şerrê wan bikin da ku weha bikin ku aboriya serdestan êdî nikaribe şerrê belavbûyî fînanse bike. Dawiya vî karî tuneye : serdest divê bicehimin û mêtingerî divê bi koloniya xwe ya herî dawîn ve jî hilweşe. Jean-Paul Sartre li ser Memmi digot “çi lazim be, mêrik gotiye” û digot “ya ku neteweperweriyê li cem bindestan dide peydakirin her mêtingerî bi xwe ye”. Sartre li ser Fanon jî digot “êdî bindest dipeyivin û divê em guh bidin wan, li xêra me ye jî3”.

Dem û dewran diguherin. Dagirkirin û bişaftin û mêtingerî, weke model, xwe adapte dikin û metod û rêbazên xwe diguherin. Lê belê, armanc her yek e: bindest divê ji bin kontrola wan derkenevin û hefsarê bindestan tim di destê serdestan de be.

Li bakurê Kurdistanê jî heman rêbaz hate bikaranîn ku nirxandina çend kiryarên serdestên me divê li gorî vê bernameya wan a jorê were nirxandin.

Pêşiyê, pênaseyeke nû anîn ji bo peyva hemwelatiyê. Gotin ku “tirkbûn” ne bi tenê ji bo tirkan e û hemû gelên ku li Tirkiyeyê dijîn “weke tirk têne pejirandin”4.

Gava ku nebû, xwastin pêşengên kurdan ji wan bi dûr bixin û bişînin mişextiyê. Lê belê, li derveyî herêmên kurdan, nifşekî weha rabû ku xwende û zana bû.

Gava ku qeweta wan negihîşt vî nifşê nû, dest bi girtina wan kirin (bûyera 49’an encama vê hişmendiyê bû) û kuştina wan weke maf li cem xwe didît. Mesûd Fanî di teza xwe a doktorayê 5 de dinivîsîne ku 8 rewşenbîrên kurd di nava kîsên devgirtî de avêtine nava gola Wanê. Ne dûrî aqilan e. Lewre, heman hişmendiya ku qirkirina Ermenî û Suryanî û Nastûriyan dabe ber xwe, çima kurdan qir neke? Ismet Înonu di dewra şêwra Lozanê de, ji Fransî û Ingilîzan re dibêje ku kurd dixwazin bi tirkan re bijîn û qîma xwe bi xweseriyên herêmî ve naynin, lewre ew hemwelatiyên eslî ne6. Digel ku nûnerên îngilîz dixwazin herêmeke xweser ji bo kurdan bidin avakirin jî, di peymana Lozanê de ev xal bi bazaran ve jê hatiye derxistin. Bi tenê, di xala 39’an de, behsa bikaranîna zimana tê kirin û tê gotin ku “astengiyên li dijî zimanan dê neyên bicîhkirin”7, lê belê ev xal ji bo zimanê kurdî heta salên 90’î jî qet nehat pêkanîn û kurdî bi tundî hat qedexekirin.

Lê belê, Îsmet Paşa şaş bû. Kurdan bernameya tirkkirinê nepejirand. Li Amedê û Dêrsimê û Koçgiriyê û li dijî heman bername serhildan pêk hatin. Hikumeta Tirkiyeyê xwîn da rijandin, da ku kurd negihîjin heqê xwe. Mafê xwe yê kuştinê bikar dianî û ev maf bi qanûnan ve meşrû dikir. Êdî kurd dê bihatana qirkirin. Di salên 90’î de bi kuştinên qesasnediyar (faili meçhûl) ve dîsa heman bernameya tasfiyekirina pêşengan dabûn ber xwe. Lê niherîn ku nebû, hemû daxwazên kurdan bi terorîzm û cudaxwaziyê ve tawanbar kirin û cezayên giran li wan birrîn ku dozên ku bi navê KCK’ê ve tên meşandin, her ew bername ye.

Gava ku lê niherîn ku kurd li deverine din statuyan bi dest dixin û ew ê rojekê li serê Tirkiyeyê jî bibin bela, hingê pişta DAIŞ’ê û çeteyên ecêb girtin da ku hema kî li wira serdest be jî bila ne kurd bin, bes e.

Dem û dewr diguherîn. Kurdan berxwedaneke nedîtî li zindanan û li serê çiyayan da. Li Bakur û Başûr û Rojava û Rojhilat, kurdan bedelên mezin jî dan. Hatin kuştin, hatin girtin, hatin penaberkirin lê belê li her devera dunyayê, dengê xwe jî dan bihîstin.

Serdestên me jî ji neçarî xwe adapte kirin. Qedexeyên li ser zimanê kurdî rakirin lê belê nehiştin ku bikeve qada fermî. Qenaleke televizyonê were vekirin lê belê ev qenal ji bo qanekirina Kurdan bi kar anîn.

Dersên hilbijartî anîn, lê belê nehiştin ku zarokên di biniya dehsalî re wan dersan bistînin û fêrî zimanê xwe bibin. Yanî, pêşiyê, diviya zarokan kurdî ji bîr bikiraya, bihatana bişaftin, û paşê, weke zimanekî biyanî yê ku ji îstihdamê bêpar e, fêrî kurdî bibûna . Weşanxane bi pereyên xwe dan avakirin, rewşenbîrên hevkar ji xwe re peyda kirin, kurdên dewletê dan çêkirin, da ku ji xwe re muxattabên li gorî dilê xwe peyda bikin.

Eynî mîna ku mêtingeran li welatên Afrîkî dikir.

Dewr guherîn, rêbaz adapte bûn, lê belê armanc her eynî bû. Serdest her heman serdest bûn, neguherîn ; bindest jî neguherîn.

Diyalektîkê nîşan daye ku axir bindest azadiya xwe bi dest dixin. Lewma, êdî wext e ku em ji wan re bibêjin: Bernameya we bi ser neket, we em kuştin, we em qir kirin, we zimanê me û çanda me talan kir, lê nebû; de êdî werin em ji nû ve bazara xwe bikin an jî hûn ê mecbûr bimînin û ji axa me bicehimin.

Beşek ji pêşgotina Sartre ya ji bo pirtûka Frantz Fanon:

“Ewropîno, vê pirtûkê vekin û xwe bidin navê. Piştî çend gavên di nava reşahiya şevê de, hûn ê bibînin ku komeke biyanî li dora agirekî civiyane, xwe nêzîkî wan bikin û guh bidin wan : ew di nava xwe de behs dikin bê ew ê çi bînin serê we û yên mîna we û fedaiyên ku we diparêzin. (…)

Xwendina Fanon li xêra giyanên me ye jî; bi zelalî behsa vê şîddetê dike, ya ku rê nikare li ber bê girtin, ya ku ne serhildaneke barbaran ya dûrî aqilan e û ne jî nîşana hestên wan e : mirovahî bi xwe ye ku tê ser hişê xwe.

Herçî ev rastî ye, me pê zanîbû, bi ya min lê me ji bîr kiribû : Şopên şîddetê bi tu nermahiyan nayên paqijkirin: bi tenê şîddet dikare wan ji holê rake.

Bala xwe bidin sebra wî. (…) Li benda serkevtina dawîn e, lê gellek caran tiştekî zêde jî hêvî nake, tenê li ser neyarên xwe dixebite û westanê nizane. Elbet ew ê gellek ji wan bêne kuştin, lewre artêşa dagirkeran weke hovan tev digerre: Operasyonên leşkerî, valakirina herêman, êrîşên giran ; jinan û zarokan qir dikin. Hayê wî jê heye : ew mirovê nû jiyana mirovahiyê ji dawiyê dest pê dike ; heta ku nebe miriyekî xurt ew ê bi ser nekeve. Ew ê were kuştin: Ne tenê mirinê dide ber çavên xwe, dizane ku ew ê were kuştin ; vî miriyê hanê, jina wî û zarokên wî hatine kuştin ; ewqas mirin dîtiye ku tenê dixwaze pişta dijminê xwe bişikîne, mayina li jiyanê ne di bala wî de ye ; bila yên li pey wî ji vê serkevtinê îstifade bikin : yê wî, ew westiyaye. Lê ev westana dilê wî dibe haveynê cesareteke ecêb. Mirovahiya mirov piştî mirinê û bêhêvîtiyê dest pê dike. Ew jî mirovahiya xwe piştî hemû êşan û mirinan bi dest dixe. Me ba li welatê wan rakir; ew bi xwe jî dibe tofan. Kurê şîddetê ye ew, mirovahiya xwe di nava her kêlîka wê şîddetê de dibîne: me pê li wî dikir û em bilind dibûn, ew ê pê li me bike û bilind bibe û bibe mirov: mirovekî din, ji yê berê xurttir.”

1- Albert Memmi (1985), Portrait du colonisé et Portrait du Colonisateur, çapa yekem 1957, Paris: Gallimard, 164 r.

2- Wergera vê pirtûkê ya kurdî hatiye amadekirin û di demeke nêz de ew ê were çapkirin. (Wergera Îbrahîm Seydo Aydogan, Yaqob Tilermenî û Razan Pertew).

3- Sartre ji bo herdu pirtûkan jî pêşgotin nivîsiye û pêşgotinên wî di çapên fransî yên van pirtûkan de hatine çapkirin.

4- Axavtina Ataturk ya li Meclîsa Tirkiyeyê, gulana 1920’an. Çavkanî: Mehmet Evsile (2013), “Birinci Turkiye Buyuk Millet Meclisi Hukumetinin Kurt Politikasi” in History Study, cild 5, hejmar 3, rr. 59-66.

5 – Mesûd Fanî yê ku di kovara Rojî Kurd (1913, h. 1) de bi navê Suleymaniyeli Mesud ve li ser alfabeya kurdî nivîsandiye, sala 1933’an li Zanîngeha Sorbonê, di warê Hiqûqê de tezeke doktorayê bi dest dixe. Ev teza wî ya ku weke pirtûk jî bi navê Neteweya Kurd û Pêşketina wê ya Civakî hatiye çapkirin û me li pirtûkxaneya rojhilatnasiyê dîtiye, di sala 1993’an de li Anqerê bi tirkî û bi navê Mesûd Faniye gore Kurdler ve Sosyal Gelişimleri ji aliyê Azmi Susulu ve di nava weşanên Tanmakê re hatiye çapkirin.

6- Mehmet Evsile (2013), “Birinci Turkiye Buyuk Millet Meclisi Hukumetinin Kurt Politikasi” in History Study, cild 5, hejmar 3, rr. 59-66.

7 – Lozan Barış Konferansı, Cild:1 (wergera Seha L. Meray), Stenbol:Yapı Kredi, 2001. Çavkanî: Mehmet Evsile (2013), çavkaniya jorê.