Ji 20’ê Gulanê ve artêşa Iraqê hewl dide derdora Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) xendekan bikole, têl bike û bircan ava bike. Ji roja destpêkê heya niha ango 15 roj in, penaberên Mexmûrê li ber xwe didin.
Xelkê wargehê 15 roj in bi şev û roj li dijî dorpêçê di nava berxwedanê de ne. Her wiha leşkerên Iraqê jî bi israr in û hewl didin, derdora wargehê bi têlan dorpêç bikin.
Xelkê wargeha penaberan ya Mexmûrê duh bi şev jî di konên berxwedanê de heya siharê nobed girtin û heta niha ev berxwedan didome.
Di danê êvara 20’ê Gulanê de Hêzên Iraqê bi çekan êrîşî xelkê Wargeha Mexmûrê kirin û xelkê Wargeha Mexmûrê jî bi keviran bersiva wan da. Di encama gulebarana artêşa Iraqê de ciwanê bi navê Ehmed Emer Mijînî birîndar bûbû.