Hewldana Artêşa Iraqê ya ji bo têlkirina derdora wargeha şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) dewam dike. Artêşa Iraqê di 20’ê Gulanê de bi dehan wesayîtên zirxî, çek, polîs, hêzên taybet, bend û têlên ji bo dorpêçê, hewl dan derdora wargehê bi têlan dorpêç bikin.
Hêzên Iraqê di roja yekem de bi çekan êrişî xelkê Wargeha Mexmûrê kirin û di encamê ciwanek bi guleyê birîndar bû. Xelkê Wargeha Mexmûrê dijî hewldana artêşa Iraqê berxwedanek bê hempa nîşan dide.
Welatiyan di konên berxwedanê de heya siharê govend gerandin û ragihandin ku ew ê dev ji têkoşîn û berxwedana xwe bernedin.
Berxwedana xelkê wargehê dewam dike, tê payîn îro jî şandek wargehê bi rayedarên Iraqê re bicivin û daxwazên xwe pêşkêşî wan bikin.