18 Eylül, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Berxwedanek mezin heye

Rojnameger Rêbaz Hesen ku şerê li Başûr ji nêzîk ve dişopîne diyar kir ku armanca artêşa  Tirk ji Efrînê heta Kela Şîn dagir bike û got: “Li başûr şerekî dîrokî û berxwedanek mezin heye.”

Li başûrê Kurdistanê şerekî dijwar heye. Artêşa tirk bi destûr û daxwaza PDK’ê herêmê dagir dike û şer dike. Gelê başûr jî li dijî dagirkeriya artêşa tirk li ber xwe dide. Rojnameger Rêbaz Hesen ku şerê li Başûr ji nêzîk ve dişopîne li ser dagirkeriya başûrê Kurdistanê û rewşa şerê dawî nirxandin kir. Rêbaz Hesen anî ziman ku armanca Tirkiyeyê bi van operasyonên leşkerî ewe ku ji Keleha Şîn heta Efrînê bi firehî nêzî 30 kîlometre û bi dirêjahî nêzî 300 kîlometre di nava axa  Kurdistanê dagir bike û wiha got: “Di qonaxa duyemîn de jî dixwaze di milê siyasî de serweriyekê çêbike. Bi taybetî dixwaze bajarên wekî Mûsil, Kerkuk, Duhok, Hewler, Ranya, Keladiz û heta Qendîlê dagir bike û bi xwe ve girê bide. Hemû partiyên siyasî yên Kurdistanê jî vê armanca Tirkiyeyê baş dizanin. Di dagirkeriyê de PDK rolek sereke dilîze. Tirkiye niha li ser navê ewlehiyê axa başûr dagir dike. Di vê pêvajoyê de gelek şandeyên Tirkiyeyê hatin başûrê Kurdistanê. PDK çû Iraqê hevdîtin kirin.  Em dibînin ku di vê dagirkeriyê de di navbera PDK, Tirkiye û Iraqê de tifaqek heye. Vê hevkariya xwe  di daxuyaniyên xwe de jî anîn ziman û li xwe mikur hatin. Em dibînin PDK, Tirkiye û Iraq bi hev re tifaqê datînin û li djî şervanên kurd operasyonan pêş dixin. Dagirkiriya başûr e.

Di dagirkeriyê de rola PDK’ê

Rêbaz Hesen bal kişand ser rola PDK’ê ya dagirkeriyê û wiha got: “Di vê dagirkeriyê de rola PDK’ê ya taybet heye. Ji bo Tirkiye têkeve nava axa başûr, PDK alîkariyê dide Tirkiyeyê. Li aliyekî rê vedike û rê nîşanî artêşa tirk dide. Bi hevkariya Hêzên Zerevan rêya qut dikin. Dîsa rê li pêş çapemeniya ku wê teşîr bikin tê girtin. Çapemeniyê asteng dikin. Dixwaze dijpropaganda PKK’ê bike. Lê heta niha PDK di vê politikaya li dijî çapemeniyê de bi ser neketiye. Herî dawî Wezîrê Navxweyî yê PDK’ê û Wezîrê hikûmeta PDK’ê çapemenî araste kir ku bûyerên şewatê yên li Başûr pêş ketine ji aliyê  PKK’ê ve hêk hatine û xwestin PKK’ê wekî teror pênase bikin û şerê li hemberî PKK’ê rewa bikin. Lê tu kesî ji gotinên Wezîrê Iraqê û Wezîrê PDK’ê bawer nekir. Ev lîstika wan zû derket holê. EM dibînin ku hemû siyaset ali dijî PKK’ê pêş ketiye bi ser neketiye. Îro em dibînin ku artêşa Tirk bi hêza xwe ketiye Duhok û Amediyê  û rêya kontrol dikin. PDK rê li hemû rêwiyan digire. Mînak duh tîmek rojnameger ku xwest geşedanên li herêmê bişopîne ji aliyê asayişa PDK’ê ve hatin binçavkirin. Ji bo gundên bombebaran dike û herêma dagir dikin neye dîtin. Ji bo kiryarê artêşê neye dîtin rojnameger binçav kirn. PDK tenê çapemeniyê asteng nake. Destûr nade ku tu kes wan dîmenan bikişîne û bi raya giştî re parve bike. Naxwaze raya giştî ji agahiyên herêmê agahdar bibin. Naxwaze gel li dijî vê dagirkeriyê bertek nişan bide û çalakiyan pêk bîne.”

PDK ji dijmin zêdetir dijmin e

Rêbaz Hesen destnîşan kir ku niha gelek pirsa “Çima Iraq dixwaze axa xwe pêşkêşî Tirkiyeyê bike? Çima PDK ax û rêveberiya xwe teslîmî Tirkiyeyê bike?” Em dikarin bêjin ji xwe Hewler, Kerkuk Duhok di rêveberiya hikûmeta Barzanî de ye. Tirkiye dixwaze başûrê Kurdistanê lawaz bike. Dixwaze di aliyê aborî û siyasî de başûrê  Kurdistanê teng bike. Tirkiye axa başûr dagir kiriye. Li aliyekî ereb û li aliyekî Tirkiye başûrê Kurdistanê teng bikin û bixeniqînin. Li aliyê din PDK jî rê dide ku Tirkiye herêma parastinê dagir bike û têkeve axa başûr. PDK ji dijminê kurdan zêdetir ji dijminê kurdan hez dike. Di 2014’an de DAIŞ bû derfetek ku Kerkuk û Mûsil bên dagir kirin û teslîmî Iraqê bike. Hemû pratîk û belge nîşan dide ku armanca PDK’ê ew e ku li Başûrê Kurdistanê darbeyan li kurdan bide. Me li Rojhilat û Başûr dît. Li Rojava û Bakur jî hewl dide vê yekê bike. Li Rojava hewl da xwe bi rêxistin bike, lê nekarîbû.

Rêbaz Hesen bal kişand ser helwesta başûrê Kurdistanê û wiha got: “Mirov nikare helwesta  başûr û PDK’ê bike yek. Gelê başûr her tim têkoşiya ye. Têkoşîna gelê Başûr ji 1900’an û şûnde piştî serhildana Şêx Mahmûd Berzencî dest pê dike. Sed sala dawî gelê başûrê  Kurdistanê her sal li dijî hêzên derve têkoşiyaye. Gelê başûrê Kurdistanê bi hezaran şehîdê wan heye. Gelê başûrê Kurdistan sed sal in li hemberî dagirkeriyê têdikoşe. Ji bo axa xwe teslîmî Iraq û Îranê neke têdikoşe. Gelê başûrê  Kurdistan gelekî berxwedêr e.  Vê dagirkeriyê qet qebûl nake. Dê sibê jî qet qebûl neke. Gel tu carî dagirkeriyê qebûl nake.

Şerekî dîrokî heye

Em li rojên borî jî dinerin şerekî giran heye. Xistina helîkopteran, xistina heron û SÎHA’yan, bi rûxandina maşîneyên zirxî nîşan dide ku şer giran e. Hêzên PKK’ê hêzeke hewayî ava kirine û derbên giran li dagirkeran dixe. Geşedanên li herêmê nîşanî me dide ku gerîla berxwedanek dîrokî raber dike. Şerekî dîrokî heye li beramberî Tirkiyeyê. Gelê Başûr jî ji vê yekê bawer dike. Hemû gelê Başûr li pey gerîla ye. Ji niha de dest bi çalakiyên meş û xwepêşandanan dike û dijberiya xwe ya şer tînin ziman. Êrîşên dewleta tirk çiqas zêde be jî bêyî vîna gel nikarin bi ser bikevin. Em dibînin ku plan mezin e, lê berxwedan jî mezin e.”