7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve’

Li Amedê fînala Newrozê tê lidarxistin û xelkê bajar pêl bi pêl diherike Parka Newrozê

Newroza îsal ku bi dirûşmên “Her der Newroz, her dem azadî” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” tê pîrozkirin, diyarî qurbaniyên erdheja Mereşê hate kirin. Fînala Newroza îsal li Amedê tê pîrozkirin. Pîrozbahî, li Parka Newroza ya li navçeya Rezanê tê lidarxistin. Ji saetên serê sibehê yên zû ve ciwanan dora Parka Newrozê girtin û ji bo bikevin qadê heta demekî dirêj li benda kontrolê man.

Ji 5 milan ve dikevin qada newrozê

Ji saetên serê sibehê ve bi hezaran kesan berê xwe dan Parka Newrozê. Gel, ji Bulvara Qamişloyê ji du baskan ve, ji Cadeya Newrozê û Taxa Bagcilarê ve ji 4 baskan ve piştî kontrola polîsan dikevin qada Newrozê. Gel niha pêl bi pêl diherike qada Newrozê. Piştî ku ketina qada dest pê kir, ji saet 09.30’an ve ketina ji deriyê protokolê jî dest pê kir. Rojnameger piştî 3 noqteyên kontrolê ketin qada Newrozê.

Ji bo malbatên qurbaniyên erdhejê peyama sersaxiyê

Dika mezin a Newrozê bi rengê reş hatiye xemilandin û ji bo malbatên qurbaniyên erdhejê peyama “Bila serê gelê me sax be” li ser hatiye nivîsandin.

Posterên Jîna Emînî û Kemal Kurkut hatin daliqandin

Piştî ku destûra ketina qadê hate dayîn, ciwan pêl bi pêl ketin qada Newrozê. Li qada Newrozê posterê Jîna Emînî ku ji hêla rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin ê bi nivîsa “Bi tayê porê Jîna Emînî, em ê tekoşîna jinê bilintir bikin” û posterê Kemal Kurkut ku di Newroza 2017’an Amedê ji hêla polîsan ve hatibû qetilkirin ê bi nivîsa “Kemal Kurkut nemir e” hatin daliqandin. Li gel posteran, her wiha pankartaên “Şîna me sedema tekoşîna me ye”, “Newroz cejna azadiyê ye”, “Ciwan agirê Newrozê yê qet venamire ye” û “Ruhê 8’ê Adarê diherike qada Newrozê” hatin daliqandin.

Bi hespan ketin qada newrozê

Jin û ciwanên ku cil û bergên kurdî li xwe kirin, ji saetên serê sibehê ve ji noqteya lêgerînê ya li Xaçerêya Zumrutkentê ketin qadê. Ciwanên Qerejdaxî jî mîna her salê îsal jî bi hespên xwe ketin qada Newrozê.

Bi dirûşmên ocalan ketin qada newrozê

Ciwanên ku bi rengên Amedspor û rengên kesk, sor û zer ketin qada Newrozê, dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.

Ciwan bi awayê kortejan ber bi qadê ve dimeşin

Meclisa Ciwanan a HDP’ê û Meclisa Xwendekarên Demokratîk (DOM) jî pankarta “Ciwanên azad bi ruhê nûjen ê Kawa, bi ruhê Kemal Kurkut dimeşin” ber bi qadê ve meşiyan. Di dema meşê de ciwanan bênavber dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin. Ciwan dê bi awayê kortejê bikevin qadê.

Gel bi tililî, çepik û dirûşman pêl bi pêl diherike qadê.