19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi boneya 4ʹê Nîsanê şahî hatin lidarxistin

Li Qamişlo û Kobanê bi boneya 4ʹê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin.

Bi boneya rojbûna 74ʹan a Rêber Abdullah Ocalan ku dikeve 4ʹê Nîsanê, Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê şahiyek ji zarokên şehîdan re li dar xist. Şahî li Hola Efrîn hat lidarxistin.

Di şahiyê de dayika şehîd Orhan, Ayide Xelîl bixêrhatina beşdaran kir û rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li cîhanê pîroz kir.

Piştre koma muzîkê ya bajarokê Girbawî û hunermend Danîş Botan stran gotin.

Di pîrozbahiyê de şêranî li zarokan hat belavkirin û govend hat gerandin.

Pîrozbahî bi dirûşmên “Bê serok jiyan nabe” bi dawî bû.

Dêrik

Li navçeya Dêrikê ya kantona Qamişloyê jî bi beşdarbûna bi dehan zarokên şehîdan û malbatên wan şahiyek li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê hat lidarxistin.

Di şahiyê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Cewahir Osman axivî û rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li malbatên şehîdan pîroz kir.

Cewahir Osman got: “Rêber Abdullah Ocalan girîngiyeke mezin daye zarokên şehîdan û wan wekî mîrateya şehîdan a ber bi azadî û aştiyê ve dibîne.”

Cewahir Osman anî ziman ku zarokên şehîdan siberoja şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne.

Pişre komên zarokan ên Navenda Dîcle stran gotin. Di dawiya şahiyê de Meclisa Malbatên Şehîdan diyarî dan zarokan.

Til Hemîs

Li Navenda Çand û Hunerê ya Til Hemîsê ya kantona Qamişloyê şahiyek ji zarok û malbatên şehîdan re hat lidarxistin.

Di şahiyê de Koma Deha ya ji bajarokê Ceza û Koma Esala ya navenda çandê ya Til Hemîsê govend pêşkêş kirin.

Di dawiyê de Meclisa Malbatên Şehîdan şêranî li zarokên şehîdan belav kir.

Kobanê

Li Kobanê jî bi heman boneyê çalakî hatin lidarxistin.

Gerînendetiya Jîngehê ya Herêma Firatê bi beşdarbûna endamên saziyên Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê hezar û 100 dar li girê gundê Mînasê yê rojavayê Kobanê çandin.

Her wiha Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê maçeke futbolê di navbera tîma jinên ciwan a Zanîngeha Kobanê û tîma Roşîn de organîze kir.

Berdevka Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê Firyal Temê got: “Me gelek çalakî ji bo rojên bê bi rêxistin kirin. Rojbûna Rêbertî rojbûna jinan e.”