8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi daxwaza hevdîtinê serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Îbrahîm Bîlmez, Raziye Ozturk, Emran Ekmekçî û Cengîz Yureklî yên ku parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ne, ji bo hevdîtina muwekîlên xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji 25’ê adara 2021’an ve ji Ocalan agahî nayê girtin.

Parêzer ji bo hevdîtina bi Ocalan re di hefteyê de 2 caran serlêdanê dikin lê bersiveke erênî yan jî neyînî ji wan re nayê dayîn.

Buroya Hiqûqê ya Asrinê, duh di 7’ê Tebaxê de daxuyaniyek dabû û nerazîbûn nîşanî ‘pergala îşkenceyê ya ku tu mînaka wê tune’ dabû û gotibû “Rêzdar Ocalan di nav pergaleke îşkenceyê ya wisa de ye ku heta îro di ‘dîroka hiqûqê’ de tu mînaka wê tune. Em bang li raya giştî ya demokratîk dikin ku bila hestiyar bin.”

Di daxuyaniyê de hatibû gotin ku di 12 salên dawîn de bi tenê 5 caran hevdîtina bi parêzeran pêk hatiye. Herî dawîn di 7’ê Tebaxa 2019’an de parêzer çûbûn hevdîtinê.