17 Eylül, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi daxwaza  Tirkiyeyê partî girtin

Hevseroka Giştî ya Tevgera Azadî Tara Husên biryara Desteya  Dadgeha Iraqê rexne kir û got: “Biryar siyasî ye. Bi daxwaza Tirkiye û PDK’ê ev biryar hatiye dayîn. Em ê îtîraz bikin.”

Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê biryar da ku Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) û PADê jî di nav de, 3 partiyên siyasî werin girtin. Desteya Dadwerî ya Hilbijartinên ser bi Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê, girtina 3 partiyên siyasî yên li Iraq û Herêma Kurdistanê ragihand.

Li gorî daxuyaniyê, Dadweriya Iraqê biryar daye Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî), Partiya Azadî û Demokrasî ya Êzidiyan (PADÊ) û Partiya Eniya Têkoşîna Demokrasiyê were girtin. Li gorî biryara dadweriyê, dê dest danin ser mal û milkên darayî yên partiyan. Encûmena Dadweriyê ragihand ku li gorî madeya 32 ya partiyên siyasî ya sala 2015’an, biryar hatiye derxistin.

Partiya me dijqanûnî nekiriye

Hevseroka Tevgera Azadî Tara Husên der barê girtina partiya xwe de agahî dan û wiha got: “Tevgera Azadî di sala 2014’an de hat damezirandin. Di 2017’an de bi awayekî fermî destûr ji Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê wergirt. Heta niha xebatên xwe yên siyasî û sivîl dida meşandin. Heta niha tu pirsgirêkên zagonî û qanûnî di aliyê partiyê de nejiya. Ne li dijî partiyê û ne jî li dijî endamên partiyê tu kêşeyên qanûnî li hemberî me pêk nehat.”

Parêzer dê îtîraz bikin 

Tara Husên da zanin ku li gorî dîtina wan Dadweriya  Iraqê ku der barê partiya wan de girtiye ne zagonî ye û wiha axivî: “Biryar siyasî ye. Îlankirina girtina partiyê jî ne li gorî zagonan e. Piştî Desteya Dadgehê biryar da, 5-6 roj şûnde saet piştî 12’ê şevê biryar belav kirin. Ev bi xwe ne li gorî zagonan e. Diviya bû ku berî desteya dadgehê biryarê bide em agahdar kiribûna da ku em karibin parastina mafê xwe bikin. Lê em nehatin agahdarkirin. Me jî weki hemû mirovan li ser medya dijîtal ev biryar dît û em li ser medya dijîtal agahdar bûn. Ji ber vê yekê em vê biryarê qebûl nakin û em li dijî vê biryarê derdikevin. Mafê me yê zagonî heye ku em bi rêya parêzerên xwe heta mehekê li dijî vê biryarê dijberiya xwe bînin ziman û biryarê red bikin. Mafê me heye ku em ji dadgehê bixwazin biryarê betal bike û mafê me paşve bidin me. Niha parêzer ji bo îtîraz bikin û em mafê xwe paşve bigirin xebatê dikin. Desteyek parêzer li ser hilweşandina (betalkirina) biryarê xebatê dikin.”

Piştî serdana Erdogan biryar dan

Tara Husên bilêv kir ku bi baweriya wan biryarek siyasî ye û ev agahî dan: “Piştî hatina Erdogan a Bexdeyê ev biryar hatiye girtin. Li ser daxwaza Erdogan 3 partî hatin girtin. Beriya wê jî PDK’ê ji hikûmetê xwestibû ku Partiya Tevgera Azadî bê girtin. Lê hikûmeta berê tu caran destûr neda vê yekê. Hikûmetê destûr neda ku tu kes mudaxaleyî zagon û destûra bingehîn a Iraqê bike. Lê vê carê partiyên li dijî dagirkerî û nelirêtiyê xwedî helwestin bûn, bûn armanca hêzên dagirker.

‘Em hêzeke serbixwe ne’

Tara Husên, da zanîn ku Partiya Azadî yekparetiya axa Iraqê û jiyana hevpar a gelên Iraqê dixwaze û wiha got: “Ji bo li Iraqê jiyanek hevpar û demokratîk bê avakirin em xebatê dikin. Li ser vê daxwazê em xebatek zagonî, civakî û demokratîk didin meşandin. Ji ber vê helwesta me siyasetetek qedexekirinê li ser me temê meşandin. Ev biryara girtinê li ser daxwaza PDK’ê û Tirkiyeyê hatiye dayîn. Em sûcdariya ku ‘Li ser navê PKK’ê xebatê dikin’ red dikin. Em li ser fikrên Rêber Ocalan xebatên xwe dimeşînin. Em hêzek siyasî û serbixwe ne. Em bi tu awayî fermanê ji rêxistinên din nagirin û alîkariya aborî jî em ji tu rêxistinên din nagirin. Tu hêz û rêxistinan fermana rêxistinî nedaye partiya me û endamên me. Em li dijî vê girtinê xebatek zagonî dimeşînin. Eger ev hewldan û xebatên me yên li dijî girtina partiya me encam negirt, wê demê em ê li dijî girtinê biryara rêbazên têkoşînek din bigirin.”